Close

Dr. Yasin Duman

Dr. Yasin Duman

Lêkolîner

Yasin Duman, piştî ku li Zanîngeha Bogaziçiyê beşa lîsansê ya Derûnnasiyê (2013) û li Zanîngeha Sabanciyê bernameya lîsansa bilind a Analîz û Çareseriya Nakokiyan (2015) xilas kir û li Zanîngeha Coventryyê li Navenda Bawerî, Aşitî û Têkiliyên Civakî lêkolîna xwe ya doktorayê (2021) li ser penahendeyên Suriyeyî yên li Tirkiyeyê di konteksta koça bi zorê, têkiliyên navbera koman û entegrasyonê de temam kir. Wek lêkolînerekî serbixwe, di qadên xweserî, nakokî û aştî, koça bi zorê, têkiliyên di navbera koman de, polîtîkayên cihêkarî û asimîlasyonê de lêkolînên xwe yên akademîk didomîne. Her wiha ji 2017ê heta niha şêwirmendiya projeyên pêdiviya parastin, guncanî û tenduristiya derûnî û alîkariya psîkososyal ên kesên ku mecbûr mane koç bikin ên ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî li Tirkiye, Brîtanya û Iraqê dimeşînin, dike.