Helwest û Têgihana Nifşa Z Ya Kurd a Derbarê Koçber û Penaberan

Helwest û Têgihana Nifşa Z Ya Kurd a Derbarê Koçber û Penaberan

PÊŞEK

Şert û mercên şer û pevçûnên di herêmên cuda yên cîhanê de berdewam dikin û faktorên hawirdorî, aborî, xizanî yên her ku diçe zêde dibe, tevgerên şêniyên mezin û cihguhertinan jî bi xwe re tîne. Tevliheviyên navxweyî yên di sala 2011’an de li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyeyê derketin holê, di serî de li Tirkiyeyê û pêve girêdayî li gelek cihên cîhanê dînamîkên siyasî, civakî, aborî û çandî bi rêjeyeke mezin guherand. Ev dînamîkên ku bi tevgerînên mezin ên şêniyan û cihguhertinan bi encam bûye, bi awayekî cidî bandorkirina li ser rewşa Tirkiyeyê ya siyasî û civakî, wek têgihaneke sosyolojîk ya nû derdikeve pêş.

Ev xebat, wek berdewama xebata me ya lêkolînî ya ku me li ser Nifşa Z ya Kurd di navbera 20 Kanûn 2021 – 10 Çile 2022’yan de çêkirî, ji bo meylên wan ên civakî, polîtîk, aborî û çandî bipîvin, rewşa wan a kêfxweşî, fikar û sêwiranên wan ên ji bo pêşerojê derkeveke holê hatî meşandin. Ev beşa lêkolîna me li ser têgihan û helwesta Nifşa Z ya Kurd a arasteyî penaber û koçberan bûye, bipîvîn û faktorên ku li pişt van hene radiweste.

Ev xebata me ya ku bi daneyên qadê yê lêkolîna me ya ku me li ser Nifşa Z a Kurd berê çêkiribû ve hatî sentezkirin, di heman demê de bi piştgirîgirtina lêkolînên wek vê û çavkaniyên premier hatî meşandin û li ser dînamîkên ku nêrînên wan ên ji aliyê koçber û penaberan ve der barê “xerîban” û “ji bo ên din” şikil didin endamên vê nifşê disekine, hewl dide ku plana civakî, çandî û psîkolojîk a li piştî vê ya der barê têkilî, meyl, têgihan û helwesta eleqedarê van koman in derxîne holê. Nûveyên lêkolîne bi pirsên der barê penaber û koçberan ve girêdayî bi pênc sernivîsên bingehîn ve tê lêkolînkirin. 1-Destûra ciwarbûnê, 2-Bandora aboriyê 3-Bi paş ve hatin şandin 4- Hemwelatîbûn 5- Têkiliyên civakî.

Ev xebata me ya ku bi daneyên qadê hatî piştgirîkirin, ne barometreya penaber û koçberan e, ne jî xebata ku bi awayek spesîfîk li ser Sûriyeyiyan hatî meşandin e. Em wesa difikirin ku ji bo fehmkirina hesteke fireh a di spektrumê de ya edamên Nifşa Z a Kurd ên ku ji ber gelek sedemên rewşa penaber û koçberên koçî Tirkiyê bûne yan mecbûr mane ku koç bikin a statûya wan a li welat, pêkvejiyan, entegrasyon, bi paş ve verêkirin an jî têgihana “biyaniyê”, ji aliyê înşakirina pêşerojê de gelek giring e.

Endamên Nifşa Z a Kurd a ku ji koman, koma herî dînamîk a civaka Kurd û welêt pêk tîne, komeke wisa ye ku ji salên 1990’î vir de jiyîna valakirina gundan û ceribandinên wan ên bi darê zorê koçberbûnê hene. Têgihan û helwesta Nifşa Z a Kurd a ku ji ber sedemên der barê bişibin wan nebe jî ew penaber û koçberên ku pêvajoyên cih guhertinên wek van dijîn de jî li gorî bandora lênêrîna di welat de şikil digire. Ev rewş jî ji aliyê li Tirkiyê înşakirina pêşerojê, parametreyeke giring pêk tîne.

Em wesa hêvî dikin ku; ev rapora me ya lêkolînê hem ji aliyê sêwirandina pêşeroja endamên Nifşa Z a Kurd de, ji aliyê nêzîkî lêkirina wan a pirsgirêka penaber û koçberan a realîteya sosyolojîk a nû ya li welat e, hem jî faktorên ku di bin de, rista xwe dilîze bê fehmkirin tevkiriyê pêk bîne.

Em minetdariya xwe ji bo wan kesan pêşkêş dikin ku bi pêşniyar û nirxandinên xwe hêz dane vê lêkolînê û ev xebat koordîne kirine, ji ekîba me ya ku rû bi rû hevdîtin meşandine û ji kesên ku ji destpêkê heta dawî bi fikrên xwe pirştgiriya xwe ji me texsîr nekirine.

KURTEYA RÊVEBER

Ji Gelawêja 2022’yan pê vê li Tirkiyeyê; wek bi parastina demborî, bi parastina navneteweyî û milteciyên bişert, bi statuyên cuda û beşeke wan a giring jê jî ji Sûriyeyê ne, nêzî çar milyon penaber û miltecî hene (UNHCR, 2022). Ev rapor, têgihan û helwesta Nifşa Z a Kurd ya der barê penaber û koçberên ku li Tirkiyê dimînin an jî li bendê ne ku li welateke sêyemîn bêne bicihkirin, lêkolîn dike. Di vê lêkolînê de di bin sernavên; li Tirkiyeyê ji bo penaber û koçberan destûra bicihbûyîne dayîn, bandora penaber û koçberan a li ser aboriya Tirkiyeyê, wan paşve verêkirin, li Tirkiyeyê ji bo wan mafê hemwelatîbûnê dayîn û bi penaber û koçberan re têkiliyên civakî yên dikarin pêk bînin de; bi 1002 (hezar û du) ciwanên ku li Amedê, Wanê, Şirnexê, Îzmîrê û Stenbolê dijîn û salên wan di navbera 18-25’an de ne re, bi mulakatên rû bi rû ji beşdaran hatî pirsîn.

Nûveyên lêkolînê derdixe holê ku; beşdarên Nifşa Z a Kurd bi gelemperî der barê penaber û koçberan de xwedî têgihan û helwesteke neyînî ne û sedemên din van de ne jî hem li welat nêrîna li hember penaber û koçberan e, hem jî şert û mercên dijwar ên sosyopolîtîk û sosyoekonomîk ên ku beşdar di nav de ne. Faktorên wekî; ceribandina koçberiya hundirîn, li bajarên ku cudahiya pêşketina sosyoekonomîk û sosyoçandî bilind in de jiyîn û bilindbûna asta perwerdehiyê jî têgihan û helwesta der barê penaber û koçberan de hîn baştir ji aliyê erênî ve bibandor dike. Bi vê re beşdarên jin li gorî mêran hinek din kêm di nava helwesteke neyînî de ne. Ji beşeke giring ya beşdaran dema, mafên penaber û koçberan dinirxînin “nêzîkîlêkirina mafan a bingehîn” wek pêşanî negirtina wan fikardar e. Ji aliyê din ve kesên ku piştgirî didin mafên penaber û koçberan bi gelemperî vê bi awayekî lihevkirî û pevrayî dinirxînin û ji mafên din ên li jor behsa wan tê kirin jî pêk tînin.

Kesên ku xwe aîdî tu olê hîs nakin, li gorî kesên ku xwe aîdî olekê hîs dikin (Ku piraniya vê komê beyan dikin ku ew bi Îslamiyetê baweriya xwe tînin.) hîn zêdetir piştgirî didin mafên penaber û koçberan. Mirov dikare bibêje ku; di vî mijarê de hevkêşiya ensar-muhacir a ku hukumet bi taybetî ji bo penaberên Sûriyeyê tîne ziman jî, di nav Nifşa Z a Kurd ên ku beyan dikin ku ew bi Îslamiyetê bawer dikin de jî zêde beramberî nedîtiye.

Tê dîtin ku; her çiqas ku ev lêkolîn; bi lêkolînên ku hîn berê li ser Nifşa Z li Tirkiyê hatî kirin re encamên wek hev derxistibe holê jî û ji aliyê beşdaran ve ji bo îstîhdam, aramiya civakê û refaha xwe penebar û koçberan wekî rîsk an jî tehdîd dîtin û heta vê li ser şaşitiyên ku wekî rastî tê zanîn vegotina wan; dide xuyakirin ku; taybetiyên wek “azadîparêzî”, “ji cudahiyan re vekirî” û “afirîner” ên ku ji bo nifşên Z hatî atifkirin dema penarber û koçber dibe mijar risteke pir zêde krîtîk dilîze.

Ya dawîn jî ev rapor; bi esasgirtina nûveyan û nirxandina der barê nûvenyan a lêkolînê de; ji hukumetê re, ji partiyên muxalefetê re, ji lijneyên sivîl ên civakê yên xwecihî û navnetewyî re, ji rêxistinên alîkariya mirovî re, ji raya giştî re û ji siyasetçêkeran re rêze pêşniyan pêşkêş dike.

Paşxane

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBMNY) ji Adara 2020’î pêve çar milyon penaber û miltecî li Tirkiyeyê qeydkirî tê dîtin. Ji van şêniyan kêm-zêde; 3,7 milyon hemwelatiyên Sûriyeyê, 167.325 kes hemwelatiyên Iraqê, 129,323 kes hemwelatiyên Afxanistanê, 24.300 kes jî hemwelatiyên Îranê ne (UNHCR). Kesên li Tirkiyeyê dimînin û di serî de Sûriye û Afxanistan di nav de penaber û koçberên ji welatên cuda cuda hatine, piştî şerê navxweyî û xizaniya aboriyê pêve herî zêde pirsgirêkên ku rû bi rû dimînin jê yek jî, helwesta şîdeta neteweperest û dijminkirin a ku ji aliyê civaka xwecihî û siyasetmedaran ve bi awayekî rasterast (Fîzîk an/an jî psîkolojîk), bingehîn, çandî/sembolîk (Galtung,1990) jî di nav xwe de dihewîne tê pêkanîn (Duman, 2022). Her çiqas ku civaka xwecihî, penaber û koçber di pêdiviyên kesane û kolektîf û di zehmetiyan de hevpar bin jî, rewşa Tirkiyeyê di nav de ye, ya krîza aborî, bendbendîbûnê, nêzîkbûna hilbijartinan û hem zêde dirêj domandin û hem jî pêkhatina koçên nû yên penaber û koçberan, di nav civakên xwecihî de li hember van koman her ku diçe tûjbûna helwestên heyî bi xwe re tîne.

Xebatên heyî dide xuyakirin ku civaka xwecihî ji aliyê ragihandin û têkilî girêdana bi penaran re dûr disekine, ji bidestxistina hemwelatiya wan re îtiraz dikin, an jî dema li welatê wan şer bi dawî bû wan bişînin welatê wan an jî divê li welatekî sêyemîn bêne bicihkirin, li gorî wan penaber û koçber zerarê didin aborî û nirxên civakî yên Tirkiyeyê, ew bi bî awayî difikirin. (Erdoğan, 2020; Şar ve Kuru, 2020; Duman, 2021; Ruhavioğlu ve diğerleri, 2022).

Tirkiye dema bi 27 welatên Yekîtiya Ewropayê re tê qiyaskirin, welatekî xwedî rêjeya herî bilind a ciwanan a li Ewropayê ye (TUÎK, 2022). Nifşên Kurd ên ciwan ên ku beşa giring a nifşên ciwan ên li Tirkiyeyê pêk tînin; ji aliyê fehmkirina dînamîzma ciwantiyê ve hîmên herî bingehîn jê yekî pêk tînin. Li gorî daneyên TUÎK’ê ji sala 2021’an pê ve di nava şêniyên Tirkiyeyê de bi tevahî (84 milyon 680 hezar 273 kes), rêjeya şêniyên koma ciwanên salên wan di navbera 15-24’an de ne 12 milyon 971 hezar 289 kes in. Li gorî van daneyan şêniyên ciwan, ji sedî 15,3 yên tevahiya şêniyan pêk tînin. Li gorî Sîstema Qeyîtkirinê ya Li Gorî Navnîşanê ya sala 2021’an sê bajarên pêşîn ên ku herî zêde şêniyên ciwan lê dijîn ji wan ên ku şêniyên Kurd piraniya wan pêk tînin ji %22,8 Colemêrg, ji %22,1 Şirnex û ji %21,8 jî Sêrt e. Dema em li bajarên din ên ku şêniyên ciwan herî zêde lê ne dinihêrin bi rêze dîsa bajarên ku şêniyên Kurd di piraniyê de ne an jî lê zêde ne; bajarên wekî Agirî, Mûş, Wan, Êlih, Bedlîs, Mêrdîn, Riha, Îdir, Erzerom, Amed, Qers, Çewlîg, Dîlok û Semsûr cih digirin. Di nava 18 bajarên ku şêniyên Kurd zêde lê ne de, rêjeya şêniyên ciwan ên ku salên wan di navbera 15-29’an de ne rêje her çiqas ku ji %28,1 be jî li bajarên din ev rêje ji %22,4 e.

Ev xebat li ser; faktorên ku bi sosyoekonomîk, sosyopolîtîk û sosyopsîkolojîk ên der barê têgihan û eleqedarê têgihana Nifşa Z a Kurd in, yên der barê; ji ber sedemên zehmetiyên sosyoekonomîk û pevçûnên biçek koçî Tirkiyeyê kirin û bicihbûna penaber û koçberan, bandora kesên bi cih bûne ya li ser aboriya Tirkiyeyê, bi paş ve li welatê wan vegerandina penaber û koçberên ku xetereya jiyaniyê hebe û bê zanîn, ji bo kesên bi statûyên cuda cuda bi awayekî demborî li Tirkiyeyê mane mafê hemwelatbûyînê dayîn û di kîjan rêjeyê de dikarin bi penaber û koçberan re têkilî gire bidin de lêkolîn dike.

Li Tirkiyeyê Lêkolînên Nifşa Z

Em dibînin ku; venêrîna raya gel a ku di demek nêzîk de li ser Nifşa Z hatî kirin1,2, jê wêdetir cîhana kar a vê nifşê, fikara wan a pêşerojê û nêrîna wan a der barê cudakariya gelemperî de (Deloîtte, 2021) û ji aliyê piştgirîdayinê ve meyla wan li ser kîjan partiyê ye (ORC, 2022), dema me lêkolîn dikir têzên3 ku di asta lîsansa bilind û doktorayê de hatî nivîsîn jî di perspektîfeke firehtir de vê Nifşê lêkolîn dikir. Di nav van de bikaranîna medyaya civakî di serî de; hînbûnîyên wan ên berxwarinê, têgihana olî, jiyana kar, pêşengîtî, kêfxweşiya ji jiyanê-fikara pêşerojê û perspektîfên kariyerî di nava mijaran de cih digirin. Bi hejmareke zehf kêm lêkolînên ku nêrîna Nifşa Z ya der barê penaber û koçberan de hatî vekolandin hene. Lêkolîna ku ji aliyê Yilmaz û Guler ve (2020a) li ser lênêrîna Nifşa Z ya der barê îstihdama koçberan de vekolane dide xuyakirin ku, beşeke mezin ya beşdaran bi taybet jî der barê îstihdamkirina penaberên ciwan ên Sûriyeyê de, wesa bawer dikin ku derfetên kar teng dikin û reqabetê zêde dikin, ji ber wê jî ev nifş vê wek faktora fikarê dibînin. Lêkolîneke din ya ku di heman salê de çêkirine jî dide xuyakirin piraniya beşdaran wesa difikirin ku; li Tirkiyeyê bicihbûyîna Sûriyeyiyan nerast e (%76) û polîtîkayên der barê vê de kêm in (%76,3), Sûriyeyî aramiya civakê ya li welat xerab dikin (%82,4) û di mijara mafê civakî de ji Sûriyeyiyan re bi îmtîyaz nêzîk dibin (78,2). (Yilmaz û Guler, 2020b)

Li gorî lêkolîna Konrad-Adenauer-Stiftung (Sermawez, 2022) jî daye nişandan ku piraniya beşdaran di fikra; polîtîkaya dewletê ya koçberan rast nerast e (%80,4), divê Sûriyeyî ji Tirkiyê bêne şandin (%76,7), û dema ku Sûriyeyî li Tirkiyê bimînin ji ber cudabûna çand û şêweya jiyanê, dê nekaribin li Tirkiyeyê guncaniyê pêk bînin. Di heman lêkolînê de derdikeve holê ku; ji beşdaran ji sedî çaran yek di wê baweriyê de ne ku; divê ji Sûriyeyiyan re tenê di aliyê tendirustî û zad de alîkarî bê kirin û di mijarên din de divê alîkarî neyê kirin (%26,6) û koçberên ku ji welatên din hatine, bi taybetî jî Sûriyeyî bûne sedema bêkarbûnê (%25,1) (Sermawez, 2022). Ya dawîn jî, li gorî lêkolîna Varkey Foundation a Nifşa Z dide nîşandan ku; ji beşdaran ji sedî sêyan yek (%31) wesa bawer dikin ku; divê koçberên “zagonî” bêne Tirkiyê û şert û mercên xebitînê divê bên girankirin (Broadbent û yên din, 2017). Ji sedî çaran ê beşdaran (%23) jî wesa difikirin ku; divê ev pêvajo bê hêsankirin (Varkey Foundation, 2017). Di heman lêkolînê de derdikeve holê ku ji beşdaran hema hema nîvê wan (%49) wesa bawer dikin ku; Tirkiye ji bo “Krîza koçê ya cîhanê” têra xwe hewl dide (Broadbent û yên din, 2017).

Dema mirov ji lêkolînên kêmîneya ên têgihan û helwesta Nifşa Z ya der barê penaber û koçberan de lê hûr bûye bi ketina rê ve girêdayî di tespîtkirina çend nuxteyan de feyde heye. Berevajî nûveyên heyî yên cîhanî an jî xebatên pirneteweyî (sparks & honey, 2020; Deloitte, 2022), li Tirkiyeyê ferdên Nifşa Z di cihê kar de û di jiyana civakî de ji aliyê cihêrengiya çandî û hemûgirîtî ve dema penaber û koçber dibin mijar tê dîtin ku ji nedîtî ve tên. Ji bilî vê tê dîtin ku; li Tirkiyê Nifşa Z, beyî ku li rêbaza hatina welat wan “legal” e an ne legal e binihêre, di mijara li welat mayîna penaber û koçberan de helwesta wan a gelemperî neyînî ye û di mijara di demek nêzîk de şandina wan a Sûriyeyê yan jî şandina wan a welatekî sêyêmîn de jî hemfikir in.

Me wek Spectrum Housê bi aramanca; têgihan û helwesta beşdaran ya der barê penaber û koçberan de derxînin holê û ji bo ji qadê re ji hin aliyan ve tevkirî pêk bînin, me hin daneyên xebata ji lêkolîna Nifşa Z a Kurd a ku me hin berê der barê penaber û koçberan de weşandibû (Spectrum House, 2022), bi kar anî. Berê pêşîn beşeke xebatan ya mezin a ku li Tirkiyeyê hatî kirin, endamên Nifşa Z berevajî rastiya civakî bi awayekî homojen digire dest. Ev lêkolîn jî li ser endamên civaka Kurd ên wek komeke hindikayî ne û bi polîtîkayên cudakarî ên bi şêwazên cuda, bi sepanan û bi helwestên nîjadperestî re rû bi rû mane, helwestên wan ên der barê penaber û koçberên ku bi cudakariyên wek vê û polîtîkayên nîjadperestî, sepan û bi helwestan re rû bi rû mane lêkolîn dike. Dema vê dike jî, rastiya civaka Kurd a di rewşa heterojenbûnê de jî qebûl dike. Ji bilî vê beşeke giring ya xebata heyî tenê qîma xwe bi beşdar di mijarên diyar de çi difikirin tesbît bike, tîne. Ev xebat jî wesa hewl dide ku têgin û helwesta beşdaran bi kîjan faktorên siyasî, aborî, civakî û psîkolojîk ve têkildar in derxîne holê.

Rêbaz

Di çarçoveya lêkolînê de; tevahî bi 1.002 ciwanên xwe wek Kurd pênase dikin û salên wan di navbera 18-25’an de ne, li sê bajarên Kurd ên xwedî şêniyên herî ciwan in, ên wek; Amed, Wan, Şirnex bi tevî Îzmîr û Stenbolê, di 28 herêmên mînakdar de me xebata vê anketê pêk anî. Xebata anketê di navbera dîroka 20 Kanûn 2021 – 10 Çile 2022’yan de li gorî pergala Nomenclature of Territorial Units for Statistics (NUTS2)’ê bi bikaranîna formên pirs lê çapkirî û cîhazên biaqil rû bi rû hat pêkanîn. Rêjeya para xetayê ya nûveyên lêkolînê di navbera baweriyê de ji sedî 95 +/- 1,7 e. Di xebatê de agahiyên wekî; li ser navê Spectrum Houseê der barê nêrînên Nifşa Z a Kurd de dê ev anket bê pêkanîn, beşdariya anketî dê bi temamî xwe bispêre esasên dilxwaziyê, li gorî daxwazê dê bikaribin berdewam bikin an jî dema nexwazin dê bikaribin anketê bi dawî bikin, hemû agayên ku hatî dayîn dê veşarî bimîne û bi tu awayî bi kesên sêyemîn re neyên parvekirin, agahiyên nasnameyê dê neyê girtin û di berdewama lêkolîne de dê veşarîtî esas bê girtin, ji bo beşdaran hat dayîn û destûra wan hat girtin.

Bi agahiyên demografik yên wekî; sal, cinsiyet, asta perwerdehiyê, asta dahatûyê, rewşa xebatê, aîdiyeta olî û zimanê ku di mal de tê axaftin, re (li Tablo 1 binêrin) pirsên li jêr ji beşdaran hatê pirsîn. Her çiqas ku pirsên bi esasê pîvanî yên hatî pirsîn ji hinekên wan pêşîvekirî bin jî, yên din pêşî girtî bûn (erê/na) (Ji yeke heta pêncan).

Bi pirsên der barê penaber û koçberan de jî têgihan û helwesta beşdaran ya bi pênc temayên bingehîn ên der barê penaber û koçberan de lêkolînkirinê esas hat girtin. Piştî ji van her duyên pêşîn dema beşdar bersivê da hema pirsa “çima” hat pirsîn, bi vê jî me xwest ku sedemên di bin tercihên wan de çi ne vebêjin.

  • Gelo mirovên ku rewşa wan a sosyoekonomîk xerab in an/an jî ji herêmên pevçûnê ne, destûra bicihbûna van penaber û koçberan a li Tirkiyeyê bê dayîn an na?(1=Bi tu awayî divê destûr neyê dayîn – 5=Teqez divê destûr bê dayîn)
  • Li gorî we mirovên ku rewşa wan a sosyoekonomîk xerab in an/an jî ji herêmên pevçûnê ne, wek penaber û koçber bicihbûna wan a li Tirkiyeyê, gelo bi gelemperî ji bo aboriya Tirkiyeyê xerab dibe an jî baş dibe? ١=Zehf xerab dibe – ٥= Zehf baş dibe)
  • Li gorî Peymana Cenevreyê ya 1951’an û Tirkiyeyê jî îmze kirî, divê penaberên ku xeteraya wan a jiyanî li welatê ku jê hatî hebe bi zorê li welatê wan nayên vegerandin. Li gorî we penaberên li Tirkiyeyê yên ku di vî rewşê de ne (Sûriyeyî, Afganî, Iraqî, Îranî, Somalîyî hwd.) ligel vê jî divê bi paş ve li welatên wan bêne vegerandin an na? 1=Teqez divê bêne şandin. – 5= Teqez divê neyên şandin)
  • Li gorî îstatîstîkên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (KBPNY), piraniya penaberên ku bi koça mecbûrî li welatekî din bi cih bûne û ji bo wan statuya miltecîtiyê hatî dayîn li welatê ku çûne dimînin. Ji bo hemû penaberên ku li Tirkiyê ne û di bin parastina demborî û parastina navneteweyî de ne, dema li welat bimînin ji bo wan hemwelatîtî bê dayîn an neyê dayîn? (a-Divê ji bo tu kesî neyê dayîn, b-Divê tenê ji bo kesên perwerde dîtî bê dayîn, c-Divê tenê ji bo kesên ku dikarin razemeniyê bikin bê dayîn, d-Divê ji bo hemûyan bê dayîn)
  • Hûn bi penaberên ku li Tirkiyeyê dimînin re dikarin ji têkiliyên li jêr kîjanan pêk bînin? (a-Hevaltiya nêzîk, b-Cîrantî, c-Xoşewistî (hezkirîtî), d-Zewac, e-Hevaltiya malê, f-Hevaltiya kar).
  • Hejmara formên têkilîgirêdana civakî yên dikarin pêk bînin hat komkirin û ji bo beşdaran bi guherbariya di navbera 0-6an de “skora sosyo-nêzîktiyê” hat hesabkirin.

Pirsên bingehîn ên ku di anketê de cih digirin û yên ku em wesa difikirin ku dê ji bo ku em bikarin têgihan û helwesta beşdaran a der barê penaber û koçberan de vebêjin bibe alikar jî wek li yên jêr in. Hemû bersivên ku ji bo van pirsan hatî dayîn, di rapora bi navê Nifşa Z a Kurd ku me hîn berê weşandibû de hat parvekirin; ev xebat jî li ser têgihîştina têkiliyên bersivên pirsan ên der barê penaber û koçberan de li jor bersivên wan hatibû dayîn disekine.

  • Di van rojan de hûn ji jiyana xwe çiqas kêfxweş in? (1 = Qet ne kêfxweş im – 5 = Zehf kêfxweş im)
  • Hûn ji bajarên ku lê dijîn çiqas kêfxweş in? (1 = Qet ne kêfxweş im – 5 = Zehf kêfxweş im)
  • Hûn dikarin ji bo saziyên ku ez ê li jêr bijmêrîm û li gorî ji kîjanê çiqas bawer dikin, puan bidinê? (a-Serokkomartî, b-Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyê (TBMM), c-Darêzî, d-Leşker, e-Partiyên siyasî, f-Şaredarî, g-Akademî/Zanîngeh, h-Lijneya Zanistê, i- Yekitiya Ewropayê , j-Koma miletan (BM), k-Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AİHM).
  • Bi komkirina hejmara saziyan yên hatî tercîhkirin bi guhertina di navbera 0-13’an de “Skora baweriya ya sazîtiyê” hat hesabkirin.
  • Ji yên li jêr kîjan ji bo we çavkaniya bêbawerîtiyê ya herî mezin e? (a-Bêkarîtî, b-Pirsgirêkên Tendirustiyê, c-Fikar pêşerojê ya der barê Welat de, d-Fikara pêşerojê ya kesane e- Pirsgirêkên hawirdorî/Guhertina avhewayê, f-baş perwerdehî nedîtin, g-Penaberên ku li Tirkiyeyê ne û yên li hatinê ne, h-Krîza aborî).
  • Bi komkirina hejmara faktorên hatî tercîhkirin bi guhertina di navbera 0-13’an de “Skora sosyoekonomiya bêbawerîtîyê” ya beşdaran hat hesabkirin.
  • Ji yên li jêr kîjan ji bo we çavkaniya fikarê ya herî mezin e? (a-Bendbendîya civakî, b-Netewperestî, c-Taciza cinsî, d-Cînayetên jinan, e-Xela, f-Şer û pevçûn, g-Vesayeta leşkerî, h-Vesayeta sivîl).
  • Bi komkirina hejmara faktorên hatî tercîhkirin bi guhertina di navbera 0-13’an de “Skora sosyoekonomiya bêbawerîtîyê” ya beşdaran hat hesabkirin.
  • Gelo hûn difikirin ku li Welêt cudakarî heye? (Erê/Na)
  • Hûn xwe ji ber nasnameya xwe aîdî koma ku di welat de bi cudakariyê re rû bi rû dimîne an jî muameleya xerab dibîne hîs dikin? (Erê/Na)
  • Hûn di kîjan mijaran da bi cudakariyê re rû bi rû dimînin? (a-Nasnameya etnîkî, b-Ol, c-Ziman, d-Rewşa aboriyê, e-Sal f-Cinsiyet, g-Beralîtiya cinsiyetê, h-Astengdariya tê dîtin an jî nayê dîtin).
  • Bi komkirina hejmara faktorên hatî tercîhkirin bi guhertina di navbera 0-8’an de “Skora cudakariyê” ya beşdaran hat hesabkirin.
  • Li gorî we di kîjan ji saziyên li jêr de cudakariya sîstematîk heye? (a-Bi gelemperî civak, b-Medya, c-Artêş, d-Polîs, e-Dadgeh, f-Şaredarî, g-Walîtî/Qeymeqamtî, h-Kargeh, i-Dibistan/Zanîngeh, j-Partiyên Siyasî, k-Saziyên Sivîl ên Civakî).
  • Bi komkirina hejmara faktorên hatî tercîhkirin bi guhertina di navbera 0-8’an de “Skora cudakariyê” ya beşdaran hat hesabkirin.
  • Hûn bi siyasetê re çiqas eleqedar in? (1=Qet eleqedar nabim – 5=Zehf eleqedar dibim)
  • Hûn ji şêwaza demokrasiye ya li Tirkiyeyê dimeşe çiqas kêfxweş in?(١=Qet ne kêfxweş im – ٥=Zehf kêfxweş im)

Tabloyên çeprast û analîzên korelasyonê û têgihan û helwesta beşadaran a der barê penaber û koçberan de û faktorên ku dê bikare bi van re têkildar be di bin sernava nûveyan de tê vegotin.

Dema li agahiyên demokratîk ên li jêr tê nêrîn tê dîtin ku; piraniya beşdaran perwerdehiya lîseyê û ya jorê wê girtiye, dahatûya wan a mehane kêm e û ji van beşeke giring ji aliyekî ve perwerdehî dibînin ji aliyê din ve jî dixebitin. Wek vê piraniya beşdaran yên xwe aîdî olekê hîs dikin (ji ٪٦٧,٣’yê wan Musluman, ji ٪١,١’ê wan Elewî û yên mayî jî ji her sê kesan yek Zerdûştî, Xiristiyanî û Êzidîtiyê wek vebijêrk nîşan kirine.) îfade dikin yên mayî jî (%23,9) beyan kirine ku ew xwe aîdê tu olê hîs nakin. Ya dawîn jî, piraniya beşdaran îfade kirine ku ew di mal de bi Kurdî re Tirkî an/an jî Erebî jî diaxifin.

Agahiyên Demografîk ên Beşdaran

NÛVE

Me nûveyên lêkolînê bi pirsên der barê girêdayî penaber û koçberan de di bin pênc sernivîsan de velêkoland: destûra cîwarbûnê, bandora aborî, bi paş ve şandin, hemwelatîtî û têkiliyên civakî.

1- Destûra Cîwarbûnê

Dema em li grafîkên ku li jêr dinihêrin li gorî guherîna bajarê ku lê dijî, cinsiyet, asta perwerdehiyê û aîdiyeta olî ya beşdaran, bersivên ku ji bo pirsên der barê li Tirkiyeyê bi cih bûna penaber û koçberan de dinihêrin, em dibînin ku bi gelemperî beşdar di nava helwesteke neyînî de ne. Hin beşdarên ku gotine divê destûr neyê dayîn sedemên tercîhên xwe vedibêjin, binasiyên di tablo 1’ê de cih girtine derxistin pêş. Bi qasî ku di îfadeyên beşdaran ên rasterast hatî veguhêztin de tê dîtin ku; sedemên tengasiyên aboriyê û bêkarbûn, zêdebûna rêjeya sûcan, li welat û di nav civakê de xerabûna aramiyê û bingeha civakî û bêbawerîtiyê penaber û koçber tê têgihîştin.

Li derveyî vê hin beşdar bi îfadeyên ku bi kar anîne didin nîşandan ku xwedî helwesteke wesa ne ku penaber û koçberan derveyî mirovahiyê dibînin. Di nav van de yên ku; penaber û koçberan wek komeke ‘pîs û şerker’, ‘wehşî û bizerar’, ‘mêr wek abaza’, ‘her cihê bidest dixin’ û ‘ îstila dikin’ pênase dikin jî hene. Komeke beşdaran ya din jî rasterast îfade dikin tê dîtin ku ew ji penaber û koçberan ‘hez nakin’ heta ji wan ‘nefret dikin’ û xwedî vê têgihana neyînî ne.

Tablo 1. Bersivên kurt ên beşdaran ji bo pirsa; divê çima ji bo penaber û koçberan ji bo bêne li Tirkiyeyê bi cih bibin destûr neyê dayîn.
Mirovan aciz dikin.Jixwe geremol (sixletî) e.
Rêjeya wan a sûcê li holê ye.Bêkarbûn zêde dibe.
Jixwe li Tirkiyeyê jiyan zor e.Em ditirsin ku dê dest bidin ser qadên me yên cîwarbûnê.
Nehewce ye.Mêr abaza ne.
Rêjeya sûcan zêde dibe.Ez naxwazim.
Ji me re derfet namîne.Ma ji kesên ku welatê xwe cida hîştine û reviyane xêr tê?
Wehşî û bizerar in.Şêniyên wan zehf zêde ne.
Em ditirsin.Li welatê wan şer qediya.
Ne aîdî vir in.Ez hez nakim.
Ji aboriyê re dibin bar.Pêşeroja me di xetereyê de ye.
Êdî welat tije bû, bila neyên.Em bûn hemwelatiyên duyemîn.
Xerab dibe, pevçûn derdikeve.Civakê xerab dikin.
Pêşdatir in.Ji ber wan aborî ruxuya.
Welat bêbawerî dikin.Em li welatê xwe ketin rewşa milteciyan.
Hejmara wan zêde dibe, tedbîr lazim e.Sepanê pêk naynin.
Aciz dikin.Pergalê xerab dikin.
Binyata sosyal (civakî) xerab dikin.Em bêzar bûn. Li ber çavê dewletê ji me biqîmettir in.
Pîs û şerkar in.Qelaş in.
Têra xwe hat dayîn.Em bixwe birçî ne.
Divê kal, zarok û jin bên girtin, ên din neyên girtin.Bila êdî mêvantî biqede. Li Sûriyeyê bi qasî yên li ba me Sûriyeyî tune ne. Îstîla kirin.
Di pêşerojê de dê li serê me bibin bela.Xayîn in. Bi me re jî dibin xayîn.
Ez nefret dikim. Zehf rehet in.Li cihê ku mirovên me birçî ne dê li wan bê nêrîn?
Bila li welatê xwe bimînin û şer bikin.Em yên xerifî digirin. Bila êdî bisekinin.
Her dem pevdiçin (şer dikin).Divê tu berê li mirovên li welatê xwe xwedî derkeve.
Me wek dijmin dibînin.Me aciz kirin, me nefret kir.
Binyata sosyal (civakî) xerab dikin. Bi civakê re întîbak nabin, zehf tevlî sûcan dibin.Kesên ku nanê me dixwin bi me tizanê xwe dikin.
Welat bû pêgeha kesên tên û diçinKarên neqanûnî dikin.
DAIŞ li her derê welatê wan e, yên terorîst in jî hatin welatê me.Kesên ku destûr hatî dayîn piraniya wan mîlîtanê DAIŞ’ê ne, dê pêşerojê li serê me bibin bela.
Ez bawer nakim ku ew penaber in, ji bo derfetên hîn baştir Tirkiyeyê wekî pire dibînin. Dixwazin ji vir biçin Ewropayê.Kesên ku ji siyaseta AKPyê re xizmet dikin hatin anîn. Kesên ku seriyan jê dikin êdî li serê me dibin bela.
Her der bi dest xistin.Her cure sûc heye, tiryak heye.
Her der îstîla kirin. Her roj zarokan tînin dinê.Derfetên ciwanan tê tengkirin.
Divê êdî destûr neyê dayîn. Em bûn Sûriyeya biçûk, bes e.Aciz dikin. Zehf rehet in. Wek mêvan tevdigerin.
Bila mêvantî êdî biqede, li her cihê aramiyê xerab dikin. Bûne mafya.Ji ber ku zehf zêde miltecî hene. Ji bo ewlehiya me. Ji bo pêşeroja ciwanan.

Wek ku li jor jî hat îfadekirin hemû peşdar der barê penaber û koçberan de ne di nava helwesteke bi vî awayî de bûn. Berevajî vê beşdarên ku divê ew bêne Tirkiyeyê û ji bo bicihbûnê destûr bê dayîn, van bi îfadeyên; mirovî, olî, empatî û li ser bingeha maf pêk anîn. Wek ku di tablo ٢ de jî hatî ravekirin, ji beşdaran hinekên wan bi gotina ‘dibe ku bi me jî bibe’ û ‘divê empatî bê kirin’ bi xwe kirina cihê wan dayîna vê destûrê wek hewceyî dibînin, beşdarên din jî vê wek berpirsiyariyeke olî û mirovî dibînin û îfade dikin. Beşdarên ku; jiyana mirovî ji her tiştî giringtir dibînin û stirînê wek mafeke bingehîn û mafê wan ê li cihê ku bixwazin bi cih bibin heye beyan dikin jî li vê hewcedariya penaber û koçberan bi perspektîfa mafê bingehîn lê dinihêrin.

Tablo 2. Bersivên kurt ên beşdaran ji bo pirsa; divê çima ji bo ku penaber û koçber li Tirkiyê bi cih bibin destûr bê dayîn.
Heke bi perwerdehî be dikare bê.Mafê jiyanê yê bingehîn.
Ji ber ku welatê cîran e.Dinya ya herkesi ye.
Mafê her mirovê heye ku koç bike û cih biguhere.Divê di nîvenga aştiyê de mayina wan bê pêkanîn
Divê mirov bikaribin ku bixwaze biçe.Mirov dixwazin li ku bijîn divê li wir bijî.
Tu mirov ne mecbûre ku di herêma şer de mecbûrî jiyînê bibe.Ji bo ku li cihê ku ewlehiya jiyanê tune ye, divê nejîn.
Ji ver ku mexdûrên şer in divê destûr bê dayîn.Divê em ji bêgunehan re bibin piştevan.
Dibe ku em jî di wê rewşê de bûna, divê mirov empatî bike.Hewceyiya wan heye.
Peymana CenevreyêEm nikarin deriyan bigirin.
Fermana ola me ye.Ji bo mirovahiyê.
Ji ber ku mafeke mirovahî ye.Em nikarin wan ji şer re biterikînin, masûm dimirin.
Hewcedariya wan bi me heye.Em nikarin wan terkî mirinê bikin.
Ji bo nirxên gerdûnî.Ji aliyê nirxên mirovahiyê ve.
Dilê min bi wan dişewite, dibe ku em jî bikevin wê rewşê.Heta pevçûn biqede divê bê dayîn.
Birayên me yên olî ne.Ji ber ku muameleya xerab dibînin
Divê kal, zarok û jin bêne girtin yên din neyên girtin.Ji bo ku wijdana min wer dibêje.
Şer ne tişta ku ew tercîh dikin e. Em nikarin ji mirinê re biterikînin.Jiyana mirovan li ser her tiştî re ye.
Divê ji bo kesên Misilman destûr bê dayîn, ji ber ku em bira ne.Ji bo mirovahiyê, ji bo ku sivîlên masûm nemirin
Bila xetereya jiyana wan tunebe, ji bo bijîn.Fermana ola me ew e ku li mezlûman xwedî derkevin.
Ji bo rûmeta mirovahiyê.Divê em li ser navê mirovahiyê lê xwedî derkevin, mîsyona welatê me ev e.

Dema em li grafîka li jor dinêrin em dibînin ku; endamên Nifşa Z a Kurd ên li Îzmîr (%22,5) û Stenbolê (%34,5) beşdar dibin li gorî beşdarên bajarên din li fikrê, ji bo li Tirkiyeyê destûra bicihbûnê ji bo penaber û koçberan bê dayîn hîn erênîtir dinihêrin. Kesên ku bi awayek neyînî li vê fikrê dinêrin bi rêjeya herî mezîn jî li gorî lêkolînê kesên di nav ji yên ku li Wan (%84,6) û Şirnexê (%65,3) beşdar bûne de ne. Wek ku di beşa nirxandinê de hatî kitekitkirin ji ber encama Îzmîr û Stenbolê li gorî bajarên din hîn zêdetir koç girtine, xwedî demografî û çandeke pircure ye û ceribandinên kesane yên Kurdên ku di nav koçberan de cih girtine de, têkiliyeke empatîk û hevşibandinê ya di navbera rewşa xwe ya madun û penaber û koçberan de pêk anînê, dibe ku vê ristê lîstibe. Ji aliyê din ve ev helwesta neyînî ya der barê penaber û koçberan de ya li Wan û Şirnexê, dijberbûna li hember penaber û koçberan di nava civakê de bi awayekî gelemperî bilind dibe beramberî dîtina wî ya di nav civaka Kurd de û di mijara cudakarî û nîjadperestiyê de ji ber ku tevgera siyasî ya Kurd ne xwediyê program û polîtîkayeke di veguherandina vê helwest û têgihanê de tevkiriyê pêk bîne an jî bi tunebûna xwegihandina mekanîzmayên vê pratîk dike, dikare bê vegotin. (Duman, 2022).

Em dibînin ku, li gorî mêrên beşdarbûne (%28,5), jinên beşdarbûne di mijara destûrdayîna bicihbûna li Tirkiyê ya penaber û koçberan de hîn zêdetir piştgirî dane û di nav mêran de (%57,9) rêjeya piştgirî dayîna fikrê di encama koçbûna mecbûrî û bidil de divê destûr ji bo bicihbûnê neyê dayîn, ji jinan (٪٤٠,٦) hîn zêdetir e. Ji aliyê civaka xwecihî ve wek reqîb dîtina penaber û koçberan a di mijara xwegihandina çavkaniyên bisînor û bi taybetî jî ji aliyê bikarhinerên medyaya civakî ve bi bûyerên ‘taciz, îstîsmar û tecawizê’ bibîranîna penaber û koçberan di navbera bêşdarên jin û mêran de bûbe sedem ku helwesteke bi vî rengî wek faktor derketibe holê. Wek ku di beşa nirxandinê de jî hatî nîqaşkirin, civaka xwecihî ji ser ewlehiya jinan ve hedef girtina penaber û koçberan bi bûyer û îdiayên wekî ‘taciz, îstîsmar û tecawiz” û bi awayek topyekûn a nîjadperestî û helwesta cudakar û êrişan de jî dibe ku faktorên bi vî rengî li ser van encaman bandor kiribe.

Dema em li gorî perwerdehiyê bi awayekî rêjeyî qiyaskirin dikin jî koma ku li Tirkiyeyê bicihbûna penaber û koçberan herî zêde neyînî lê dinêre kesên ku di asta dibistana navîn û binê wê de perwerdehî dîtine ne (٪٦٥,٩), koma ku herî zêde erênî lê dinêre jî di navbera kesên ku perwerdehiya lisans û lîsansa bilind dîtine (٪٤٣,٣) de em dibînin. Tê dîtin ku ji bilî vê di nav kesên ku di asta lîseyê de perwerdehî dîtine de jî ji nîvê zêdetir (٪٥٥,٨) neyînî û kêmzêde ji pêncan yekê wî (٪١٩,٢) erênî dinêre û ji yên ku mane jî ji çaran yekê wî (٪٢٥) der barê destûr dayîn û nedayînê de ne xwedî biryar e. Bi asta bilindbûna perwerdehîyê ve girêdayî li herêmeke çawalêhato ji ber sedema şerê navxweyî û der barê encamên wî de îhtimala zêdebûna agahîgirtina ji çavkaniyên cuda û ji ber ezmûna perwerdehiyê, zêdebûna hayjêhebûniya der barê pirçandîtî çima û çawa mumkun dibe de dibe ku faktorên bi vî rengî li ser encamê bandor kiribe.

Di dawiyê de, dema di mijara destûra bicihbûnê dayînê de di eksena aîdîyeta olî de, dema rû bi rû kirineke bê çêkirin jî, di navbera kesên ku xwe aîdê tu olî hîs nakin de rêjeya bi awayekî erênî li destûreke wiha dinihêrin (٪٤٧,٢), ji rêjeya kesên xwe aîdê olekî hîs dikin zehf bilintir e (%19,3); tam berevajê vê jî rêjeya kesên ku ji vê destûrê re îtîraz dikin di nav kesên ku xwe aîdê olekî hîs dikin de (%57,1), li gorî kesên ku xwe aîdê tu olî nabînin (%45,1) tê dîtin ku hîn bilintir in. Ev encam, referansa ensar-mihacir a ku ji aliyê AKP’yê ve bi taybetî jî ji bo penaberên Sûriyeyê zêde zêde bi kar tînin, di beşdarên Nifşa Z a Kurd ên ku beyan kirine ku ew bi Îslamiyetê bawer dikin de beramberiyeke girîng nedîtin ji aliyê nîşandayînê de girîng e.

2-Bandora Li Aboriyê

Der barê pirsa; li Tirkiyê wek penaber an jî koçber bicihbûna mirovên ku asta sosyoekonomiya wan kêm in an/an jî ji herêmên pevçûnê hatine, dê ji bo aboriya Tirkiyeyê bi awayekî gelemperî xerab be an jî baş be de, ji beşdarên ku bersiv dane ji %59,2’yên wan bi xerab an jî zehf xerabûne û ji ٪٦’ê wî bi baş an jî zehf başbûnê bawer dikin, ji yên mayî jî beşek ji %34,8’ên wî jî îfade dikin ku ew ne emîn in ku dê encam çawa bibe. Dema sedema vê tê pirsî jî ji beşdaran beşek girîng ji xerabçûyîna aboriyê, ji ji ber penaber û koçberan zêdebûna bêkarbûnê, ji xebitîna wek hêza kar a erzan, ji bar bûna wan û ji nebûna tu feydeyek wan behs dikin.

Ji van hinekên wan jî bi taybetî jî der barê penaberên Sûriyeyî de bersivên ku zêde zêde têne bilêvkirinê yên ‘şaşitiyên wek rast be tê zanîn’ dubarekirin e. (‘ji bo wan her tişt bêpere ye’, ‘hemû maf ji bo wan tê dayîn, mûçe digirin, nexweşxane bêpere ye’, ‘bacê nadin’ û hwd.). Ev rewş; her çiqas ku ji beşdarên ku bersiva vê pirse dane ji %40’ê wî di vê mijarê de di nava helwesteke rasterast penaberan sûcdarkirinê de nebûna xwe nîşandayîna wan giring be jî, mirov dikar îşaret bike ku ji aliyê beşdaran ve bi gelemperî bi awayekî kevneşopî û bi kanalên medyaya civakî û bi gotinên siyasetmedaran ên li hember penaber û koçberan û bi propagandayên wan de bi bandor dibe. Her çiqas ku heman pirsgirêkan endamên gruba etnîkî ya wan bijîbe jî sedemên helwesta neyînî ya beşa ji %60 ‘î di beşa nirxandinê de hatî kitekitkirin.

Tablo 3. Bersivên kurt ên beşdaran ên ji bo pirsa; penaber û koçber dê çima li ser aboriya Tirkiyeyê bandoreke neyînî pêk bîne.
Zerarê didin aboriyê.Bêkarbûn zêde dibe.
Ji me re derfet namînin.Zehf dixeritînin.
Ji ber ku hêza kar zêde dibe mûçe dadikeve.Li her derê hene, pereyên xwe dişinin derveyî welêt.
Aborî jixwe xerab e.Aşkere bi ser welat de girtin.
Aborî jixwe xerab e, yek jî em wan jî xwedî dikin.Me ji bo wan zehf pere xerc kir.
Her tiştên wan em pêk tînin.Ji bo badîhewa pere qezenc dikin.
Li ser me bar in, ji bo me bimesref dibin..Bêkarî zêde dibe û em bi bûyerên nehewce re rû bi rû dimînin.
Gelemperiya wan parsê dikin, hêza wan a welat bi pêş ve birinê tune ye.Aborî xerab e, em nikarin penaberan ragirin.
Ji bo wan her tişt belaş e.Jixwe Tirkiye di rewşa zor de ye.
Hemû maf ji bo wan tê dayîn, mûçe digirin, nexweşxane belaş e.Parçebûna civakî, bêparsengiya îstîhdamê, pevçûna çandî
Erzan û bêsîgorte dixebitin.Jixwe li Tirkiyeyê mirov zêde ne.
Çavkaniyên welat ji bo wan tê xerckirin. Mafên ku em wek hemwelatî nabînin ji bo wan heye.Ferdên esil ên welat ji ber karkeriya erzan bêkar dimînin.
Di her karî de ew hene, bi erzanî dixebitin, di rûyê wan de ez ji karê xwe bûm.Aboriyê bi dest dixin, hemû bi hev re dev ji kar berdin hilberîn disekine.
Em li wan dinêrin, em naxwin bi wan didin xwerin.Li welatekî ku rêveberî ne baş be bi hatina mirovên biyanî hîn xerabtir dibe.
Bacê nadin, bi qaçaxî dexebitin.Bi awayek veşarî xebitîn, di piraniya karên xerab de hene.

Dema em ji aliyê bajaran ve li bersivan dinihêrin jî em dibînin ku, nêzî nîvê beşdarên li Stenbolê (٪٤٦,٩) piraniya beşdarên li bajarên din (Amed ji ٪٦٠,١; Wan ji ٪٨٠,٤; Şirnex ji ٪٦٦; Îzmîr ji ٪٦٧,٤) difikirin ku dê penaber û koçber li ser aboriya welat bandoreke neyînî pêk bînin. Nêzî nîvê beşdarên li Stenbolê jî (%47,8), beyan dikin ku, ew ne emîn in ku dê penaber û koçber li ser aboriyê bandoreke çawa pêk bînin. Ji ber ku Stenbol bajareke ku bi awayekî dîrokî hem ji hundir hem jî ji derve ve koçê digire û xwedî ‘ezmûna bi hev re jiyînê’ ya li hemberî hemû astengî û zehmetiyên ji aliyê etnîkên cuda û komên olî ve tê pêkanîn jî ji bajarên din cuda dibe. Dibe ku vê rewşê, helwesta beşdarên ku li Stenbolê dijîn a der barê penaber û koçberan de piçek nerm kiribe.

Encam didin nîşan dan ku, di navbera beşdarên jin û mêr de ji vî alî ve cudahiyeke cidî tune ye û piraniya her du koman jî ( di mêran de %59,9; di jinan de %54,2) wer difirin ku dê bandora penaber û koçberan a li ser aboriya welat dê neyînî be. Bi vê ve girêdayî nêzî ji sêyan yek ê her du koman jî beyan dikin ku ne emîn in ku dê ev bandor çawa be.

Helwesteke bi vî rengî, dema beşdar li gorî asta wan a perwerdehiyê tê rû bi rû kirin jî derdikeve holê. Helwesta herî neyînî ya di vê mijarê de, di kesên ku perwerdehiya dibistana navîn û binê wê perwerdehî girtine (%63,6) de tê dîtin, vê jî bi rêjeya nêzî vê lîsans/lîsansa bilind (%58,4) û lîse (%58,2) teqîb dikin. Di vê guherbariyê de jî nêzî ji sêyan beşdaran ne bawer in ku dê bandora penaber û koçberan a li ser aboriya welat çawa be, beyan dikin (dibistana navî û binê wê ji %30,2; lîse ji %36,3; lîsans/lîsansa bilind ji %33,9). Helwesta neyînî ya ku bi bilindbûna asta perwedehiyê kêm dibe, di navbera hin beşdaran de helwesta wan a der barê li Tirkiyeyê bicihbûna penaber û koçberan de hevşibînê nîşan dide û ev jî dibe ku bi îhtimala lêkolînkirina rastiyan a îdiayên ku bi saya xwegihandina çavkaniyên agahiyên cuda hatî rojevê ve eleqedar be.

Dema em li asta dahatûyê dinihêrin jî tê dîtin ku; ji beşdaran nêzî nivê wan ên ku dahatûya wan a mehane di navbera 1001-2000 TL û 2001-3000 TL yê de ne (%47,8) û piraniya beşdarên ku di komên dahatûyê yên din de ne jî (0-1000 %65,3; 3001-4000 %61,9; ji 4000’î zêde %63,6) wer difikirin ku dê bandora penaber û koçberan a li ser aboriya welêt dê neyînî be. Rêjeya kesên ku ne bawer in ku dê ev bandor çawa pêk bê difikirin jî di astên cuda yên dahatûyê de di navbera ji %28 û ji %47’an de diguhere. Ji ber vê yekê di navbera helwesta beşdaran a asta wan a dahatûyê û ya der berê bandora penaber û koçberan a li ser aboriyê de têkiliyeke net a erênî û neyîniyê nayê dîtin.

Bi kurtahî, bajarê lê dijî, cinsiyet, asta perwerdehiyê û asta dahatûyê ya beşdaran ji aliyê bandora ku penaber û koçber li ser aboriya welêt pêk tînin de ew difikirin, bi awayek cidî cudahiyeke pêk nayne. Faktorên bingehîn ên ku di van de rola xwe lîstiye di serî de, polîtkayên hukumeta AKP’yê yên aboriya neo-lîberal ên berdewambariyê esas negirtiye (Özdemir, 2020) û bi taybetî jî piştî 2015’an polîtîkayên şer û lêçûnên leşkerî yên li ser navê pirsgirêkan çareserkirinê, di nava welat de û li Rojhilata Navîn hatî sepandin (World Bank, 2022) û ji ber şewba COVID-19 zehmetiyên aboriyê yên hatine jiyîn (OECD, 2021; Çakmaklı û yên din, 2021) tê dîtin ku ji aliyê bandora penaber û koçberan a li ser aboriya welat de bi îhtimaleke herî baş tê texmîn kirin ku beşdaran kişandiye nûxteya ‘emîn nebûnê”. Wek pêveka bi vê ve, li ser beşdarên ku bi rêjeyeke mezin hilbijêrên HDP’yê ne (Spectrum House, 2022), ji bo mafê penaber û koçberan, çareserkirina zehmetiyên rû bi rû mane û bi awayekî demborî be jî bi civaka Kurd re bi hev re jiyînê de mijara polîtîkayan pêşvebirinê û nesepandin û nekarî bisepîne jî dikare bê gotin ku bandorê lê kiriye. Mirov dikare îfade bike ku li ser vê; tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên ku HDP’yê di hilbijartinê de bi dest xistibû, zextên ku li ser parlamenter û siyasetmedarên HDP’yê û helwesta cudakar a hema bigire ji aliyê hemû saziyan ve li hember HDP’yê hatî meşandin jî lê bandor kiriye. Lewre ev faktor qada siyaset meşadina HDP’yê bi awayek cidî teng dike.

3-Bi Paş Ve Şandin

Li gorî Peymana Cenevreyê ya 1951’ê ya ku Tirkiyeyê jî îmze kirî, penaberên ku ji welatê ku hatî xeteraya wan a jiyanî hebe bi zorê li welatê wan nayên vegerandin. Li gorî we ji penaberên li Tirkiyeyê yên ku di vî rewşê de ne (Sûriyeyî, Afganî, Iraqî, Îranî, Somalîyî hwd.) ligel vê jî divê li welatên wan bêne vegarandin? Ji beşdarên ku bersiva vê pirsê dane ji nîvê wî zêdetir (٪٥٢) bersiva ‘divê bi paş ve bêne şandin’ an jî ‘bi tu awayî divê bi paş ve neyên şandin’ dane. Her çiqas ku ji van ji %22’yên wan gotibe ‘divê bi paş ve bêne şandin’ an jî ‘bi tu awayî divê bi paş ve neyên şandin’ yên mayî jî jê beşek ji %26’ên wan beyan kirine ku ew ‘ne emîn in’. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku der barê li Tirkiyeyê mayîn an jî bi paş ve şandina penaberan de bêşdar di nava helwesteke neyînî de ne. Di nava helwesteke neyînî de nebûna nêzî nîvê beşdaran (٪٤٨) a der barê bi paş ve şandina penaber û koçberan de, dema bi helwesta berbelav ya nifşa ciwan a li Tirkiyeyê re tê qiyaskirin (KAS, ٢٠٢٢) wek cudahiyeke giring derdikeve pêşberî me.

Dema bersivên beşdaran li gorî esasê bajaran tê rû bi rû kirin, ji aliyê bi paş ve şandina penaberan ve piştgiriya herî mezin bi rêzê ji beşdarên li Wan (%77), Şirnex (%59,2) û Îzmîrê ne (%53,3) tê, ev rêje di nav beşdarên li Amed û Stenbolê ne de jî nêzî ji %45 e. Nêzî ji sêyan yekê bêşdarên ku li Stenbolê ne (%31,5) û nêzî ji pêncan yekê beşdarên li Amedê (%18,8) li Îzmîrê (%23) ne jî fikrê penaberan bi paş ve şandinê diparêzin. Wek guherbarên din di vê mijarê de jî cudabûna beşdarên li Stenbolê ji yên beşdarên bajarên din, dibe ku bi bingeha pirçandîtiya Stenbolê ve û bi ezmûnên koça kesane yên Nifşa Z a Kurd a li Stenbolê dijî re jî têkildar be. Lewre ji bo beşdarên ku li Stenbolê dijîn, di bi mirovên ku hem bi koçên hundir hem jî bi koçên derve hatine re zêdetir rastî hev hatinê, têkilî girêdan û qadên hevpar (kargeh, saziyên perwerdehiyê, pevgirêdanên sosyal hwd.) parvekirinê de îhtimala fehmkirina şert û mercên wan ên hem li Tirkiyeyê hem jî li welatên wan hîn bilindtir e. Dibe ku vê jî rê li ber hîn zêdetir piştgirîdayîna beşdaran a di mijara bi paş ve şandina penaberan de vekiribe.

Her çiqas ku rêjeya di astên cuda de piştgirî dayîna bi paş ve şandina penaberan a di nav mêran de (%56,3) ji beşdarên jin (47,4) hîn bilinitir be jî di astên cuda de piştgirîdayîna bi paş ve neşandinê jî berevajî vê rewşê derdikeve holê. Ango dema bi beşdarên mêr re tê qiyaskirin (%16,6) rêjeyeke hîn bilindtir ji beşdarên jin (%27,4) difikirin ku divê penaber bi paş ve neyên şandin.

Dema li gorî asta perwerdehiyê beşdar têne rû bi rû kirinê di nava kesên ku herî zêde piştgirî didin fikrê, ‘divê penaber bi paş ve bêne şandin’ de tê dîtin ku beşdarên ku paşeroja wan a perwerdehiyê dibistana navîn an jî di binê wê de ne (%65,3) ne û her ku asta perwerdehiyê bilind dibe jî rêjeya piştgiriya ji bi paş ve şandinê re kêm dibe (lîse ٪٥٣,٩ û lîsans/lîsansa bilind %34,3). Encameke wek vê jî di piştgirîdayîna der barê neşandinê de jî tê dîtin. Nêzî nîvê beşdarên ku xwedî paşerojeke perwerdehiyê ya di asta lîsans/lîsansa bilind de ne (%46,7) bi divê penaber bi paş ve neşandinê bawer dikin, ev rêje di nava kesên ku paşeroja perwerdehiya wan di asta lîseyê de ne nêzî ji pêncan yek (%17,2) û kesên ku xwedî paşeroja perwerdehiyê ya asta dibistana navîn û di bin wê re ne de jî di rêjeya nêzî ji dehan yek e (%8,7). Wek di guherbarên din de jî hate dîtin, bi asta perwerdehiyê bilindbûnê ve girêdayî em dibînin ku bi beşdaran re helwesta dijbertiya penaber û koçberan jî kêm dibe. Di vê de jî dibe ku der barê rewşa wan a li Tirkiyeyê û şerê li welatê wan û ewlekariya bizorê û şert û mercên sosyoekonomîk de ji çavkaniyên cuda agahdarbûna wan û vê nêrînê ji aliyên cuda ve girtina dest, bandor lê kiribe. Di encamê de ev jî di mijara divê beşdar nebin perçeyeke propagandaya berbelav ya dijbertiya penaber û koçberên li Tirkiyeyê de danberhevî ji pêşvebirinê re bûbe derfet.

Dema ji aliyê aîdîyeta olî ve lê tê nêrîn jî, ji kesên ku ji nîvê zêdetir xwe aîdê olekê hîs dikin (%54,2) piştgirî bidin fikrê penaberan bi paş ve şandinê jî, ev rêje di nava kesên ku xwe aîdê tu olî hîs nakin de di asta ji %44,5’an de ye. Di kesên ku dibêjin ‘divê bi paş ve neyên şandin’ de jî rewş berevajê vê ye. Di navbera kesên ku xwe aîdê tu olî hîs nakin de rêjeya dibêjin bila penaber ‘bi paş ve neyên şandin’ her çiqas ku ji %35,8 be ev rêje di navbera kesên ku xwe aîdê olekî hîs dikin de ji %17 e.

4-Hemwelatîtî

Mijara ji bo penaber û koçberan hemwelatîtî dayînê, hem di rojeva siyatê hem jî di ya rayagel ya Tirkiyeyê de mijara herî zêde cih digire û li hember tê derketin e. Pirsa di vê xebatê de hatî pirsîn ya “li gorî îstatîstîkên Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî kesên ku bi koça bizorê li welateke din bicih bûne û statuya penaberî û miltecîtiyê ji bo wan hatî dayîn bi beşeke zehf mezin li welatê ku çûne dimînin. Beşdarên ku bersiv dane pirsa; ‘ji bo hemû penaberên li Tirkiyê ne û di bin parastina demborî û parastina navneteweyî de ne de di rewşa ku li welat bimînin de dê hemwelatîtî ji bo wan bê dayîn?’” derfeta helwesta beşdaran dîtine dide me ku em bibînin di kîjan şert û mercan de û ji bo kîjan penaber û koçberan divê hemwelatîtî bê dayîn. Ji beşdaran ji %44’ên wan divê bi tu awayî hemwelatîtî ji bo penaber û koçberan neyê dayîn, difikirin. Ji %13’ê wan tenê ji bo penaber û koçberên pi perwerdehî, ji %11’ê wan ji bo penaber û koçberên razemeniya aboriyê dikin û ji %10’ên wan jî ji bo hemû penaber û koçberan divê mafê hemwelatîtiyê bê nasînê dixwazin. Ji yên mayî jî beşa ji %22’ya jî ji aliyê hemwelatîtî dayînê an jî nedayînê an jî divê ji bo kîjan komê dayînê de beyan dikin ku ew ne emîn in. Wek ku li jêr hatî dayîn, di vê mijarê de me di bersivên ku ji bo vê pirsê hatî dayîn de ji yên din cudatir bi faktorên wekî bajar û cinsiyetê re li faktorê cudakariyê jî nêrî.

Dema em li bersivên hatî dayîn li gorî belavbûna bajaran dinihêrin, tê dîtin ku kesên ku herî zêde li hember dayîna hemwelatîtiya penaber û koçberan îtîraz dikin tê dîtin ku kesên ku ji Wanê (%76,79 û Şirnex (%60,4) tevlî lêkolînê bûne ne. Van jî bi rêzê beşdarên li Îzmîrê (%48,9), li Stenbolê (%38,9) û li Amedê (%28,3) dişopînin. Meyleke wek vê jî ji bo şert û mercên din jî tê raçavkirin.

Ji mêran nêzî nîvê wan (%48,4) digel ku gotine ‘divê bi tu awayî hemwelatîtî neyê dayîn’ ev rêje din ava jinan de hinek din kêm e (%41). Em dibînin ku cudatiya di vir de jî teyîsiye piştgiriya naskirina mafê hemwelatîtîyê ya ji bo hemû penaber û koçberan. Li gorî vê, ji jinan ji %13,6’ên wan piştgirî didin ji bo hemû kesan divê ev maf bê dayînê ev rêje di mêran de jî di ji %5,8’an de ye. Di vebijêrkên mayî de di navbera rêjeya mêr û jinan de bi qasî her du vebijêrkên din cudatî nayê dîtin.

Di navbera beşdarên ku îfade kirine ku li Tirkiyeyê cudakarî heye û ew bi xwe jî endamê komeke bi vê cudakariyê re rû bi rû maye ye, li gorî beşdarên ku diyar dikin ku cudakarî tune ye û ew bixwe jî ne endamê komeke bi cudakariyê re rû bi rû maye ye, hem rêjeya kesên ku ji bo îtirazê xwe gihandina penaber û koçberan ji bo mafê hemwelatîtiyê dikin hîn kêmtir e (%42,7 hwd. %49,7 û %39,2 hwd. %53,1) hem jî rêjeya kesên ku piştgirî didin bila hemû bikarin xwe bigihînin vê mafê hîn zêdetir e (%11,7 hwd. %4,2 û %13,4 hwd. %3,3).

5-Têkiliyên Ciwakî

Ji beşdaran ji %40’ê wan bi penaber û koçberan re hevalê nêzîk, ji %39,4’ên wan cîran, ji %352’ê wan hevalê kar, ji %18,5’ê wan hevalê male ji %18,3’yên wan hezkirî, ji %16’ên wan dikare bibe hevjîn û ji %16,6’ên wan jî îfade kirine ku ew dikarin van têkiliyan hemûyan pêk bînin. Dema em li kategoriya nêzikahiya civakî ve ji aliyê berbelavbûna bajaran ve lê dinihêrin jî wek hejmarî û rêjeyî beşdarên li Stenbolê ji beşdarên bajarên din hîn zêdetir difikirin ku ew dikarin bi penaber û koçberan re têkiliyên civakî pêk bînin. Beşdarên li Wanê jî ligel beşdarên bajarên din bi gelemperî di asteke hîn kêmtir de têkilî girêdana bi penaber û koçberan re difikirin. Ev encam ji aliyê beşdaran ve nîşandana îhtîmala bi penaber û koçberan re di formên cuda de û ji aliyê sosyali ve têkilî pêkanînê de erênî ye, lê belê ji aliyê din ve pişgirînedana wan a mafê penaber û koçberan û ji aliyê fikirîna wan a divê ew bi paş ve li welatê wan bêne vegerandin nakokiyeke derdixe holê. Ev rewş jî dide nîşandan ku beşek girîng ên beşdaran wer bawer dikin ku divê penaber û koçber li welatê wan an jî li welateke sêyemin bêne vegerandin, lê belê ji aliyê din ve di dema ku bi wan re li vir mane de ‘bi demeke demborî’ di astên cuda de ji pêkanîna têkiyên sosyal ve daxwazbûna xwe nîşan didin. Ev nêzîkahî bi awayek diyar bi taybet di nava beşdarên li Stenbolê de derdikeve holê.

Dema em li cudakirina jin û mêran dinihêrin jî ligel mêran beşdarên jin îfade kirine ku ew hîn zêde, bi penaber û koçberan re dikarin nêzîtiya sosyal ya heyî pêk bînin. Ji bilî vê jî di navbera beşdarên jin de rêjeya diyar dikin ku ew bi penaber û koçberan re dikarin cîrantî, zewac û hevaltiyê pêk bînin, ji rêjeya beşdarên mêr her çiqas ku hîn zêde be jî, di navbera beşdarên mêr de kesên ku diyar kirine ku ew dikarin hevaltiya nêzîk, hezkirîtî û hevaltiya di kar de pêk bininin hîn zêdetir e.

Me di çarçoveya lêkolînê de li faktorên wek; asta kêfxweşiyê ya bi gelemperî ji jiyanê û ji bajarê ku lê dijîn, ewletiya sazîtiyê, bêewletiya sosyoekonomîk, fikara sosyopolîtîk, têgihana cudakariya kesane û sazîtiyê, eleqeya bi siyasetê re û li Tirkiyeyê ji meşîna demokrasiyê kêfxweşbûnê nihêrî. Her çiqas ku ev faktorên der barê penaber û koçberan de hema bigire hemû jî bi bersivên erênî di nava têkiliyeke pozîtîf de be jî mirov dikare bibêje ku ev têkilî bi awayekî îstatîkî ne di asteke cidî ya giring de ye. Li hember vê helwesta erênî ya qadekê ya der barê penaber û koçberan de (mînak cîwarbûn an jî hemwelatîtî) li hemberî qadên din jî bi awayek îstatîkî di nava têkiliyeke erênî ya kêm nayê dîtin de tê dîtin.

Asta kêfxweşiyê ya beşdaran ji aliyê bi gelemperî ji jiyanê û ji bajarê ku lê dijî, ewletiya sazîtiyê û kargîniya demokratîk bi hev re di nava têkiliyeke pozîtîf de be jî (dema yek zêde dibe yê din jî zêde dibe), heman guherbar bi fikara sosyopolîtîk û cudakariya kesane û sazîtiyê re di nava têkiliyeke negatîf ye (dema yek zêde dibe yên din kêm dibin). Dema kêfxweşiya jiyanê, ewletiya sazîtiyê û kargîniya demokratîk bi penaber û koçberan re ji aliyê guherbariya nêzikatiya sosyal ve di nava têkiliyeke negatîf de be jî, têkiliya wek vê bi kêfxweşiya demokrasiye re û bi paş ve şandinê re jî derdikeve holê. Bi îfadeyeke hîn vekirî dema di navbera beşdaran de ji aliyê kêfxweşiya jiyanê, ewletiya sazîtiyê û kargîniya demokratîk de asta kêfxweşiyê zêde dibe daxwaza pêkanîna nêzikatiya sosyalî ya bi penaber û koçberan re jî kêm dibe. Dema di beşdaran de asta fikara sosyopolîtîk, têgihana cudakariya ya kesane û sazîtiye û bi siyasetêre eleqe zêde dibe li Tirkiyê bicihbûna penaber û koçberan û bandora wan a li ser aboriyê pişgiriya ji bo bi paş ve neşandinê û daxwaza bi wan re pêkanîna nêzîkatiya sosyal ji aliyê erênî ve zêde dibe. Wek dawî, ji bo penaber û koçberan destûr dayîna bicihbûna li Tirkiyeyê û bandora wan ali ser aboriyê, piştgiriya ji bo bi paş ve neaşandinê û daxwaz bi wan re pêkanîna nêzikatiya sosyal bi hev re din ava têkiliyeke erênî de ne. Dema ji bo yekî piştgirî zêde dibe an jî ji bo derbarê yekî de dema helwesta erênî bi pêş dikeve, piştgiriya ji yên din re û helwesta der barê wan de jî ji aliyê erênî ve bi pêş dikeve.

NIRXANDIN

Nûveyên vê lêkolîna ku li Wan, Şirnex, Îzmîr û Stenbolê hatî pêkanîn, di têgihan û hewesta Nifşa Z a Kurd a der barê penaber û koçberan de derfet da me ku em deranên giring ên li jêr derxînin holê.

Wek pêşanî he çiqas ku hema bigire nîvê beşdaran li hemberî hatin û li Tirkiyê bicihbûna penaber û koçberan derkevin jî ji beşdaran bi rêjeyeke wek vê jî, ji bo penaberan bi paş ve şandina welatê wan piştgirî didin. Dema sedemên van tê pirsîn jî bersivên beşdaran dane tenê bi vê daxwaza bi çima destûr neyê dayîn vegotinê bi sînor namîne di heman demê de helwestên wan ên der barê penaber û koçberan de yên dijminkirinê, derveyî mirov kirinê û gotinên wan ên nefretê jî derdixe holê. Ev rewş di cîhanê de di ceribandênên û lîtereturên cuda de jî bi gurahî derdikeve pêşberî me. Bi îfadeyeke hîn vekirîtir penaber û koçber bi nasnameyên wan ên sosyalî dema li ber çavan bêne girtin bi piranî ji aliyê hemwelatiyên welatên ku lê bi cih bûne ve wek kesên ku refah, aramî û aboriya welat tehdîd dikin, dibin sedemê bêkarbûne û kes an jî komên wek ku qadên jiyanê yên hemwelatiyan teng dikin têne têgihankirin û ji ber vê sedemê jî bi piranî dibin hedefa vederkirinê, dem bi dem jî dibin hedefa nefreta girseyî û hedefa hêrsê. (Judd ve Park, 2005; Schneider, 2008). Dema bi helwesteke wekî vederî, dijminkirinî re rû bi rû dimînin, sosyoçandî, aborî, cudatiya kesane û kapasîteya mirovî yên komên penaber û koçberan bi piranî li ber çavan nayê girtin û bi nirxandina neyînî ya weke komeke homojen ev helwest û têgihana neyînî tê gelemperîkirin (Simon 1992). Mirov dikare nêrîna, divê ji hatin û li Tirkiyeyê bicihbûna penaber û koçberan re destûr neyê dayîn a nêzî nîvê Nifşa Z a Kurd a ku beşdarî vê lêkolînê bûne bi vî awayî bi bingeh bike.

Ji aliyê din ve ji aliyê nêzî ji her pênc beşdaran yekê wan beyan kirine ku divê ji bo penaber û koçberan destûra hatin û bicihbûna li Tirkiyeyê neyê dayîn, dide nîşandan ku di nava Nifşa Z a Kurd de der barê penaber û koçberan de helwestên cuda cih digire, di bingeha van de jî nêzikatiya olî, mirovî û mafan bingeh digire esas hatî girtin, dikare bê gotin. Ji vî aliyê ve beşeke kêm nayê dîtin ya Nifşa Z a Kurd, li hemberî dijbertiya ji bo penaber û koçberan a li welat berbelav e, stirînê weke mafê meşrû û bê piştgirîkirin dîtin giring e û balkêş e.

Ji aliyê beşdarên li Îzmîr û Stenbolê ve der barê hatin û li Tirkiyeyê bicihbûna penaber û koçberan de divê destûr bê dayînê ji beşdarên bajarên din hîn zêdetir piştgirî dayîna wan wekî ceribandina koça hundirîn a asta pêşketina sosyoekonomîk û derfetên mirovên ji çandên cuda bi hev re mayinê ve dibe ku risteke erênî lîstibe, gotin şaş nabe. Berevajî vê ev piştgirî bi tayber jî li Şirnex û Wanê hîn kêmtir e. Wan jî bajarekî ku, penaber û koçberên bi taybet ji Afxanistan, Îran û Pakîstanê tên bi demeke4 diyar dimînin û ji ber vê yekê jî di navbera civaka xwecihî û penaber û koçberan de pevgirtin bi sinor e bûna wî û Şirnex jî bajarekî ku ji aliyê sosyoçandî ve cudatiyan zehf di nava xwe de nahewîne ye û ji salên 1990’î vir ve ev deh salên dawîn in ku kesên ku li Başûr Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava dijîn jî di nav de bûne şahide perçûnên tund, bajarekî ‘li sînor’ bûna wî jî dikare bê îdia kirin ku bandor lê kirî. Ji bilî vê her du bajar jî ji aliyê pêşketina sosyoaborîk ve ji bajarên din bi taybetî jî ji Stenbol û Îzmîrê bi paş de ne (Acar û yên din, 2019).

Ji aliyê beşdarên jin ve li gorî mêran ji bo penaber û koçber li Tirkiyeyê bi cih bibin destûr bê dayînê hîn zêdetir û ji bo destûr neyê dayînê jî hîn kêmtir piştgirî dayîna wan bi nûveyên lêkolînên heyî yên li Tirkiyeyê û Ewropayê re di nava nakokiyê de ye (Erdoğan, ٢٠٢٢; Tümtaş, ٢٠٢٠; Ponce, ٢٠١٧; Chieppa, ٢٠٢١). Jinên ku beşdarê vê lêkolînê bûne didin xuyakirin ku ew hîn zêde piştgirî didin mafên penaber û milteciyan û ji sedemên ku di bin vê de ne jê yek jî ji ber ku jinên Kurd ên koma hindikahî di nava pergala netewperest û sosyoaekonomiya kapîtalîst û patrîarkal de ji koma ku herî zehf di bin çewisandinê de ne dibe sedem ku di navbera encamên neheqî, bêhiquqî, çewisandin û lidervehiştinê û ceribandinên xwe de bi têkilî girêdanê dikarê bê vegotin. Daxuyaniya ku ji aliyê 82 sazî û 635 jinên ku ji Tirkiyê ne ve der barê vê de di demeke nêz de hatî dayîn de “wek hedef nîşandayîna koçber û milteciyan, bi cihê şaş ve kanalîzekirina hêrsa ku li hember pirsgirêkên sosyoekonomîk ên ji her beşên civakê yên heyî kombûne û kamuflekirina berpirsiyariya îktîdara siyasî ji van rêbazan yek e bi îfadekirinê li Tirkiyeyê gotinên nîjadperest yên beraliyê koçberan e ji li ser “ewlehiya jinan” ve pêk anîne re hember derketinê da zanîn (Duvar, 2022). Ji aliyê mêran ve ji penaber û koçberan, bi taybet jî di piyaseya kar de, ji bo xwegihadina çavkaniyên bisînor wek endamên “koma derve” a ku divê pêre reqabet bê kirin dîtin wek sedemên bingehîn ên helwestên neyînî yên der barê penaber û koçberan de derdikeve holê (Mayda, 2006).

Di navbera beşdarên ku asta wan a perwerdehiyê bilind in de li gorî yên ku asta perwedehiya wan kêm in de der barê hatin û li Tirkiyê bicihbûna penaber û koçberan de hîn zêdetir e. Ev rewş dikare bi çend sedeman bê vegotin. Beşdarên ku asta wan a perwerdehiyê bilind in der barê şert û mercên penaber û koçberan de ya li Tirkiyê û welatê ku jê hatî de ji bo ji hîn zêdetir çavkaniyan agahdar bûnê, di berdewama dema perwerdehiyê ya zêdetir de etnîkê cuda, bi mirovên ku ji olî û sosyoçandê hatine re hîn zêdetir di nava bi bandorbûnê de bûn û bi fikirîna penabertî û koçbertî mafek bingehîn ê mirovan e bi îhtimala akademîk û pevgirêdana sosyal ve hatibe rojevê dibe ku di vê de rista xwe lîstibe. Ji bilî vê xebatên heyî, ji aliyê hemwelatiyên ku asta perwedehiya wan bilind in ve penaber û koçberan wek raqib nedîtin jî ji aliyê bandorlêkirinê de binê wê dikare bê xêzkirin. (Kunovich, 2004; Semyonov û yên din, 2006). Ji ber vê jî, ji aliyê Nifşa Z a Kurd ên asta perwerdeya wan bilind in penaber û koçberan ji bo xwe wek komeke rîskê nahewîne dîtina wan îhtimaleke mezin e, dibe ku bi fikirin ku sermiyana wan a bikare bi wan re reqabet bike tune be û ji ber vê jî dikare bê îdia kirin ku ew wan ji bo xwe wekî tehdît nabînin.

Ji bilî vê jî di nava beşdarên ku ji olekê bawer dikin de der barê hatin û bicihbûna penaber û koçberan a li Tirkiyê kêmbûna piştgirya wan, gotina hikumetê ya ensar-muhacir a ku wek di nava gelemperiya civakê de jî tê dîtin (Erdoğan, 2017) li cem Nifşa Z a Kurd jî beramberiyekê girîng nedîtibe derdixe holê. Di vê çarçoveyê de, her çiqas ku beşeke girîng a beşdaran beyan dikin ku ew bi Îslamiyetê bawer dikin û dema li şêniyên penaber û koçberan ên li Tirkiyê ji aliyê piraniya kesên hatî ji welatên bi îslamiyetê bawer dikin tên bê nêrîn, ji ber Nifşa Z a Kurd jî bi heman olê bawer dikin dibe ku helwesta erênî ya der barê penaber û koçberan de dikare bê gotin ku vê lê rê vekiriye. Lêkolîn dide nîşan ku her çiqas ku ji beşdaran ji nîvê zêdetirê wan bizanibe ku xetereya jiyana wan heye jî dîsa jî di bi paş ve şandina penaberan a li welatê wan de li hev kirine.

Dema em li cudahiyên di navbera bajaran de dinêrin jî bi rêzê bêşdarên li Stenbol, Îzmîr û Amedê ne ji aliyê penaberan bi paş ve neşandinê ve, ji beşdarên ku li Wan û Şirnexê ne bi navberek vekirî hîn zêdetir piştgirî didin. Di vê de, li Stenbol û Îzmîrê ku metropolên mezin in halîhazir bi hejmara nikare kêm bê hesibandin koçber û penaberan dihewîne û li Amedê jî daxwaza mafê Kurdan a siyasalî-civakî û rola wî ya di aktîvîzmê de û ji ber ku beşek girîng penaber ji Başûr û Rojhilatê Sûriyê, ji Rojava hatinê dibe ku vê bandor lê kiribe.

Wek ku di pirsa destûra ciwarbûnê de jî heye piştgiriya der barê divê penaber bi paş ve bêne şandin di nava beşdarên jin de ligel beşdarên mêr hîn kêmtir e û li hember vê jî pişgiriya der barê divê bi paş ve neyên şandin hîn zêdetir e. Li qadên ku pevçûn tê jiyîn her çiqas ku jin û zarok şer nekin jî koma herî zêde ji ber şer bandordar bûna wan (Kangas û yên din, 2014; Daşlı û yên din, 2016) û ji aliyê hêza kar domîne kirinê ve ji mêran re ji aliyê fealiyeta aborîk û hêzar kar ve raqîb bûna penaberan û stirîna wan a li Tirkiyê wek ‘newêrektî an jî îxaneta ji welat re’ pênasekirin (Duman, 2021a) dibe ku li ser vê encamê bandor kiribe.

Her çiqas ku li gorî peymana Cenevreyê hatibe îfadekirin ku kesên ku xeteraya wan a jiyanî hebe dê bi paş ve neyên şandin jî ji aliyê beşek girîng a beşdaran ve piştgirî dayîna a di astên cuda de ji bo penaberan bi paş ve şandinê, dide nîşan ku Nifşa Z a Kurd mafê xwegihandina mafan a penaberan (Arendt, 1968) red dikin.

Wek pirsa der barê destûra cîwarbûnê de di navbera beşdaran de din ava kesên ku asta perwerdehiya wan hîn kêm e de piştgiriya penaberan şandinê hîn kêm be jî di nava kesên ku asta perwerdehiya wan hîn bilintir e de ji aliyê bi paş ve şandina penaberan ve piştgirî hîn kêmtir e. Ev rewş jî dikare li ser îhtimala derfeta hîn zêde perwerdeyiyê dîtinê bi xwegihandina çankaniyên agahiyên cuda û bi mirovên ku xwedî perspektîfên cuda ne re vê mijarê ji aliyê cuda cuda ve nîqaşkirinê bê vegotin.

Ji bilî vê kesên ku xwe aîdê tu olekê hîs nakin li gorî kesên ku xwe hîs dikin li bi baş ve şandina penaberan di astên cuda de hîn zêdetir piştgirî didin. Ev jî dîsa mijara ‘biratiya olî’ di nava Nifşa Z a Kurd de xwe aîdê olekê hîs dikin didin nişandan ku motîvasyoneke girîng tune ye.

Ji beşdaran beşek girîng wer bawer dikin ku mirovên ku asta wana sosyoaborîk kêm in an/an jî ji herêmên pevçûnê hatine û dixwazin li Tirkiyê wek penaber an jî koçber cîwarbibin ji bo aboriya Tirkiyeyê dê xerab be. Ji aliyê cinsiyet, asta perwerdehiyê û asta dahatûyê ve dema bê qiyaskirin jî di nava beşdaran de cudahiyeke zehf girînd derdike holê. Bersiva ku ji bo pirsa çima bi vî awayî difikirin dane de ji ber bandora krîza aboriyê ya li welat dijî piraniya beşdaran beyan dikin ku divê ew ê ji bo aboriyê bibin bar, dê bêkartiyê zêde bikin, penaber û koçber ji ber ku wek hêza erzan a kar têne xebitandin dê reqabetê zêde bikin. Ev îfade bi krîza di aboriyê de û der barê bêkartiyê de ji yên di rastiyê de hene ji du aliyan ve têkildar e.

Ya yekemîn, sîstema xebatê ya ku keda penaber û koçberan dimije û wek hêza erzan ji bo xebitinê zorê li wan dike, di navbera endamên xwecihî yên civakê û penaber û koçberan de rê li ber reqabetê ve dike (Tümtaş, 2020). Ango ji bo ku li Tirkiyê debara xwe pêk bîne wek kesê ku divê bixebite her penaber û koçber jî mecbûrê xebitînê ne, lê belê di vir de nuxteya ku divê bê dîtin jê yek, di vê reqabeta ne adil e de berpirsiyariya bingehîn a şert û merc û karsazên ku wan di şertên bêewlehî de bi mûçeyek hîn kêmtir û bi mesaîyeke hîn dirêjtir mecbûrê xebitînê kirine ne. Xebitîna penaber û koçberan a di van şert û mercan de û normabûna van, ji bo hemwelatiyan jî rîskê dihewîne, ji ber ku kesên xwedî sermayeyê û karsaz heman şertan li ser hemwelatiyan jî ferz dikin û kesên ku van qebûl neke jî li derveyî hêza kar dimînin. Ya duyemîn jî hebûna krîzekê û nezanîna hemwelatiyan ya bi vê re çawa heq derkeve rastiyeke li ber çavan e, lê belê berpirsiyarê vê jî ne penaber û koçber in.

Ji ber polîtîkayên hukumetê yên ‘Modela mezinbûna spekulatîf a li ser nîvenga deynan e û hatî îspatkirin ku êdî nayê meşandin’ (Erinç Yeldan û Ünüvar, 2016:11), ji ber gotinên li ser ‘dijbertiya-rojava hatî gotin hevkariya bi saziyên fînansî re hatî dijwar kirin û bandora vî ya neyînî ya li ser enflasyonê û TL’yê’ (Zengin û Ongur, 2019) û bi nîvenga em hwd. ew ya populîst û hundurê binyata sazîtiye û mekanîzmayên biryar girtinê vala kirin (Arısan, 2022), ketina aboriyê ya derbendê ya ku bi qasî ku mirov nikare ji nav derkeve zor bûye, ji sedemên esasî yên krîza aboriyê ya tê jîyîn jê çend hebên wî ne. Wek pêveka bi vê ve şewba Covîd-19’an û rasterast alîgir buna hukumetê ya pevçûnê ku li Sûriyê, Yemenê, Lîbyayê û pevçûnên di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de û butçeya ji bo şer hatî veqetandin û polîtîkanyên di nav xwe de di mijara daxwazên komên cuda yên demoratîk de di eksenê tehdît-ewlekariyê de çewisandin jî barê krîza aborîk ya tê jiyîn zêde kiriye.

Di jiyîna van hemûyande û bi taybet jî ji bo penaberên Sûriyeyê ji aliyê fonên navneteweyî ve pêkanîna piştgiriya fînansê (Komeleya Milteciyan, ٢٠٢١) her çiqas ku bê zanîn jî, ji aliyê rayedarên hukumetê ve gotina ‘Me ji bo Sûriyeyîyan ٣٠ milyar dolar xerc kir’ (Mülteciler Derneği, ٢٠٢١) û îdiayên muxalefetê yên ji vê zehf bi ser vê reqemê ve xerckirin hatî pêkanîn (Independent Tirkî, ٢٠٢١; Cumhuriyet, ٢٠٢٢) jî wek faktoreke ku li ser civaka Tirkiyê di helwesta neyînî ya der barê penaber û koçberan de bandor kirî jê yek e. Di nava vê nediyariya ji hesabdayînê dûr de (Sonmez, 2019) fikarên bingehîn ên ku hemwelatî dijîn jê yek jî bi taybet jî ev butçeya ku ew bawerdikin ku divê ji bo wan bê veqetandin, ji ‘kesên ku ne aîdê vir in’ (Duman û Gümüşbaş, 2022) re veqetandina wê ye. Habûkî ne hukumet bi awayek vekirî mîqtara ku tê îdiakirin li ku derê û çi wextê xerc kirî vedibêje, ne jî muxalefet qebûl dike ku ev butçeya ku ji bo Sûriyeyiyan hatî xerckirin di esasê xwe de ji fonên navneteweyî hatîye û vê bi raya gel re jî parve nakin.

Di mijara hemwelatiyê de jî dema beşdar di çarçoveya bajar û cinsiyetê de tê rûbirûkirin encamên wek vê derdikeve holê. Beşdarên li Amed, Stenbol û Îzmîrê ji beşdarên li Wan û Şirnexê û beşdarên jin jî ji beşdarên mêr hîn zêdetir piştgirî didin hemwelatîbûna penaber û koçberan. Di vê de jî wekî li jor jî hat îfadekirin dibe ku beşdar û jinên ku li van bajaran dijîn bi penaber û koçberan re hîn zêde xwedî ceribandinên neyînî be û vê jî bandor lê kiribe. Di serê van de bi sedemên wekî cudakarî, li derve hiştin û xwe di bin çewisandinê de hîskirinê ve wek pêvek Stenbol û Îzmîr bajarên ku demek dirêj e ku ji hundur û derve ve koçê digirin in, mumkune ku vê jî bandor lê kiribe.

Dema em li faktorê cudakariyê dinêrin jî ji beşdarên ku beyan kirine ku li Tirkiyê cudakarî heye an/an jî mensûbê komeke ku bi cudakariyê re rû bi rû mane ne, bi firqeke kêm be jî li gorî beşdarên ku beyan kirine ku li Tirkiyê cudakarî tune ye an/an jî mensûbê komeke ku bi cudakariyê re rû bi rû nemane ne derbarê ji bo penaber û koçberan mafê hemwelatîtiyê dayînê de hîn zêde piştgirî didin. Wek vê bi gelemperî di navbera beşdaran da dema fikara sosyopolîtîk û bi siyasetê re eleqe zêde dibe piştgiriya ji bo mafên penaber û koçberan jî zêde dibe. Şert û mercên ku van encaman derxistî holê jê yek jî dibe ku di navbera beşdarên ku ji aliyê bi cudakariyê re rû bi rû manê an/an jî cudakariya ku koma wan jiyaye hîs kirinê an jî bi penaber û koçberan re heman fikarên sosyopolîtîk jiyanê de, bi penaber û koçberên ku bi şêwazên cuda û deman de û peywendiyan de bi cudakariyê re rû bi rû mane re bi awayek komî empatî pêk hatibe (Mealy ve Stephan, ٢٠١٠).

Dema em ji aliyê peywendiya têkiliyên civakî ve lê dinêrin jî gotina nêzî ji çaran yekê beşadaran a dikarin bi penaber û koçberan re hevaltiyek nêzîk, cîrantî û hevaltiya kar pêk bînin, her çiqas ku bi halîhazirî bi vê şêwazê têkilî hatî girêdan nehatî girêdan em nekarin tespît bikin jî ji aliyê ragihandin û ji hev bandor girtinê a di navbera koman de gelek girîng e. Ji nuxteyên ku divê bê îfadekirin jê yek jî bi zêdebûna asta nêzikatiya sosyal ve bi rêjeyek hîn kêmtir beşdar îfade dikin ku dê bikarin têkiliyeke bi vî awayî pêk bînin. Nêzî nîvanîv daketina rêjeya di hezkirîtiyê, hevjînî û hevaltiya malê de jî bernîşaneya vê ye.

Di nêzîkahîya maf bingeh in de ji aliyê beşdaran ve bi beşeke girîng nepejirandin fikarê dide. Lêkolîna ku hîn berê li Tirkiyê li ser Nifşa Z hatî pêkanîn bi vê lêlolînê re encamên wek hev derxistina wê û ji aliyê beşadaran ve istihdama penaber û koçberan ji bo aramî û refaha civakê wek rîsk an jî tehdît dîtin û heta van bi ser şaşitiyên ku rast tê zanîn ve vegotina wan jî taybetiyên wekî ‘azadîxwaz’ û ‘afirîner’ yên ku ji bo Nifşa Z hatî atifkirin jî dema penaber û koçber dibin mijar tê dîtin ku risteke zehf kirîtîk dilîze, nîşan dide.

Wek dawî dema li encaman tê nihêrîn bi gelemperî ji beşdaran ji %20-30’ê wan di pirsên bi penaber û koçberan ve eleqedar de tê dîtin ku bersiva ‘ez ne emîn im’ dane. Ev rêje ji bo şêniyeke ewqas ciwan di asteke krîtîk de ye. Ji ber ku mijarên ku lêkolîn di xwe de dehewîne şêniyên van salan bi taybet eleqeder dike, lewre dema penaber û koçber bimînin li pêş bi wan re di qadên cuda yên jiyanê de hîn zêdetir rû bi rû dimînin. Ev rewşa propaganda, polîtîka û gotinên di medya û siyasetê de yên der barê dijbertiya penaber û koçberan de ne di be ku encameke di nava raya gel de rê li ber manîpulasyon û dezenformasyonê vekiribe be. Me wek Spectrum Housê, di rapora ku me li ser Nifşa Z a Kurd weşandiye de derxistibû holê ku; ev rewş bi gelemperî bi eleqe nîşan nedana siyasetê ya beşdaran re têkiliyeke wî ya mezin heye û mensubên vê nifşê jî di mijarên wiha û wek van de helwesteke ‘depolîtîk’ nîşan didin. Wek vê raporê jî derxistî holê di navbera beşdaran de dema bi siyasetê re ele zêde dibe zêdebûna meyla wan a der barê mafê penaber û koçberan û bi wan re têkilî girêdanê de mumkune ku bi vê re eleweder be.

PÊŞNIYAZÊN JI BO POLÎTÎKAYÊ

Der barê têgihan û helwesta Nifşa Z a Kurd a derbarê penaber û koçberan de pêşniyazên ku di bin ronahiya nûve û nirxandinên me di vê raporê de pêşkêş kirî de li jêr hatî rêzkirin ji bo kesên ku dikarin polîtîkayê bi pêş bixînin û ji aliyê rayagel a ku bi van polîtîkayan bandordar bûne ve li ber çavan girtina wê ji bo me giring e.

  • Divê saziyên hukumetê û rayedarên partiyên muxalefetê û rêveberên xwecihî der barê penaber û koçber çima hatine Tirkiyeyê, di kîjan şert û mercan de dijîn û dixebitin, statuya wan a fermî û der barê mafê wan de rayagel bi awayekî rast agahdar bikin.
  • Saziyên xwecihî û civaka sivîl a navneteweyî, rêxistinên alikariya mirovî û rêveberiyên xwecihî divê aktîvîteyên sosyoçandî û sportîf yên ku penaber û koçberan bi civaka xwecihî re bi taybet jî bi nifşa ciwan re tîne ba hev pêk bîne. Dema vê pêk tîne jî divê mekanîzmayên piştgiriya sosyoekonomîk ên dikare bêne meşandin yên di navbera kom û kesan de ragihandinê û hevbandoriyê hêsan dike saz bike.
  • Divê di saziyên perwerdehiyê yên nifşa ciwan di jiyana rojane de beşeke giring ya dema xwe li vir derbas dike de, mijarên wekî pernabertî û koçberîtî çi ye, kî ji ber çi sedeman li Tirkiyeyê û li welatên din disitirin an jî koç dikin, ev çi encamên sosyoekonomîk, çandî û siyasî bi xwe re tîne li bernameyên dersan bêne zêdekirin û nêzikahiya li ser bingeha mafê mirovan çima giring e û li her qadê hewcetiya sepandinê vegotin.
  • Wek vê di platformên medyaya civakî de nêzîkahiya maf bingehe çi ye û ji bo maf û daxwazên penaber, koçber û hemwelatiyan çima hewcetî pê heye bi kampanyayeke berfireh ragihandina wan.
  • Li hemberî têgihan û helwesta Nifşa Z a Kurd a ku beşeke wan a girîng beyan dikin ku ew ê reyên xwe bidin HDP’yê, ya der barê nîjanperstî, dijminkirin û cudakariya beraliyê penaber û koçberan de, ji aliyê armanc, sazîbûna û hefefên HDP’yê ve polîtîka bi pêş ve birin. Rêgez, hedef û polîtîkayên5 têkoşînê yên ku ji bo koçber û milteciyên derveyî welat diyar kiriye li bajarên kurd û li metropolên Tirkiyê yên ku kurd bi gurahî lê dijîn de jî ji bo penaber û koçberan sepandina wan.
  • HDP’ya ku xwe wekî partiya siyasî ya ku; “ji bo hemû gelên bindest, keda wan tê xwarin; li derve têne hiştin û ji nedîtî ve têne dîtin û komên baweriyê, jin, karker, kedkar, gundî, ciwan, bêkar, malnişîn, astengdar, kesên LGBT, koçber, kesên ku qadên wan ên jiyanê hatî tehrîpkirin, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û mirovên zanistê û bi hêzên ku bi van hemû başan re têkoşînê dimeşînin re ji bo ji holê rakirina her cure çewisandin, kedxwarin û cudakarî bê rakirin û li gorî rûmeta mirovahiyê jiyanakê pêk bînin ên ku hatine ba hev jî hemû di nav de partiyeke siyasî ya ku îktidara gel a demokratîk hedef digire ye” tê pênasekirin, di nava civaka Kurd de rêxistina ku mafê penaber û koçberan, daxwazên wan û ji bo jiyaneke bi rûmet li xwecihî û bi awayek penaber û koçberan jî di nava xwe de dihewîne pêkanîn; parêzvaniya mafên penaber û koçberan tenê ne di rûniştinên meclîsê û mecrayên medyaya civakî de li der ve yî van jî rasterast bi civak û hilbijêrên xwe re bi têkilî girêdanê bi hev re pêkanîn.
  • Partî û aktorên derveyî desthilatiyê li ser navê ji desthilatiya ku ji bo berjewendiyên xwe jiyana penaber û koçberan dixin xetereyê “hesab pirsînê” û ji ber hilbijartinên ku nêzik dibe heta ku mumkun be ji bo ku rêjeya herî bilin a dengan bigirin divê dev ji dijbertiya penaber û koçberan, ji zimanê nefrete û propagandaya şîdetê teşwîq dike berdin. Hem desthilatî hem jî muxalefet di polîtîkayên xwe yên bi armanca şert û mercên ku jiyana penaber, koçber û hemwelatiyan di xetereyê de dihê ji holê bê rakirin de divê ji divêtiya mafên mirovan ên bingehîn û zagonên navneteweyî û peymanan pêk anînê emîn bin.
  • Panel, sempozyum, konferans û komxebatên ku pisporên mijarê tê de cih digirin pêk anîn, di vê mijarê de pirsgirêkên bingehîn ên wekî stirîna penaber û koçberan, hêsankirina pêvajoyên entegrasyonê, ji xizmetên zimanê dayî heta çand û aşitiya civakî pêkanîna hestiyariyê û jêhaydarbûnê.
  • Di mijara penaber û koçberan de ji rist û derfetên rêvebiriyên xwecihî îstîfade kirin, di vê mijarê de bi zêdekirina erkê û veguhestina çavkaniyên malî pêkanîna çareseriyê hêsankirin. Ji ceribandinên pêvajoyên ku civakên ku vê jiyane, rêveberiyên xwecihî û civaka ciwarbûyî yên wek vê sûdwergirin.
  • Di mijarên ku bi penaber û koçberan re eleqedar in, ji bo ku gavên bi bandor û encamgir bê avêtin bi wan dahîlkirina nava xebatan guhdarîkirin û fehmkirina ceribandinên wan.
  • Li hember dijminatiya kîn, nefret, wek yên din dîtin û biyanîtiyê de zanedarkirina civakê, pêşîlêgirtina manîpulasyon û dezenformasyonê, di vê mijarê de girtina tedbîrên hiquqî yên têxilker.
  • Di mijarên maf û statuya hiquqî de rojanekirina ceribandinên qiyaskirinên karekterên gerdûnî dikirpîne derxistina pêş. Bi ser civakên ku ceribandinên wek van jiyane re hestên empatiyê bipêşxistin, tedbîrên ku dikare pêşî li polîtîka û demhumanîzasyona dîkekirinê û dijminkirinê bigire.
  • Di mijara koç û penaberan de gavên ku cih nade cudakarî û manîpulasyonên komên nîjadperest avêtin, wek komên ku ji hebûna penaber û koçberan aciz dibe ne, wek komeke di nava yekîtî û aramiyê de dijîn be, dîtin.
  • Di serî de beşên cuda yên civakê tê de di mijara koç û penaberan de rast agahîdarkirina civaka Kurd û endamên Nifşa Z, bi daxwaz û fikarên wan jî li ber çavan girtinê di mijara mafê bingehîn û azadiyan de hestiyarî û jêhaydarbûnîya wan bipêşvexistin.

Çavkanî

AA. (2017). Başbakan Yardımcısı Akdağ: Suriyeliler için harcanan toplam maliyet 84 milyar 880. https://www.aa.com.tr/tr/ekonomi/basbakan-yardimcisi-akdag-suriyeliler-icin-harcanan-toplam-maliyet-84-milyar-880-milyon-lira/990509

Acar, S., Bilen Kazancık, L., Meydan, M. C., ve Işık, M. (2019). İllerin ve bölgelerin sosyo-ekonomik gelişmişlik sıralaması araştırması SEGE-2017. Kalkınma Ajansları Genel Müdürlüğü. https://www.sanayi.gov.tr/merkez-birimi/b94224510b7b/sege/il-sege-raporlari

Arendt, H. (1968). The Origins of Totalitarianism. New York: Harcourt Brace Jovanich.

Arısan, M. (2022). Populism, victimhood and Turkish foreign policy under AKP rule. Turkish Studies, 1–20. https://doi.org/10.1080/14683849.2022.2106131

Broadbent, . E., Gougoulis, J., Lui, N., Pota, V., ve Simons, J. (2017). Generation Z: Global Citizenship Survey January 2017. Varkey Foundation. https://www.varkeyfoundation.org/media/4487/global-young-people-report-single-pages-new.pdf

Chieppa, L. M. (2021). Gender Equality and Attitudes towards Immigrants in Europe: A Cross-national Analysis. The Barcelona Centre for European Studies (BACES). https://repositori.upf.edu/bitstream/handle/10230/49117/BACES_WP_04-2021_%20Chieppa.pdf?sequence=1&isAllowed=y

Cumhuriyet. (2022). CHP’li Toprak: Suriyelilerin Türkiye’ye faturası 50 değil 250 milyar. https://www.cumhuriyet.com.tr/turkiye/chpli-toprak-suriyelilerin-turkiyeye-faturasi-50-degil-250-milyar-1928102

Çakmaklı, C., Demiralp, S., Yeşiltaş, S., & Yıldırım, M. A. (2021). An Evaluation of the Turkish Economy during COVID-19. Centre for Applied Turkey Studies. https://www.swp-berlin.org/publications/products/arbeitspapiere/CATS__Working_Paper_Nr_1_2021_Cakmakli_Demiralp_Yesiltas_Yildirim.pdf

Daşlı, G., Alıcı, N., ve Flader, U. (2016). Kadınların Barış Mücadelesinde Dünya Deneyimleri Sırbistan, Kosova, Sri Lanka, Suriye. Ankara: DEMOS Araştırma Merkezi Yayınları.

Deloitte. (2022). Striving for balance, advocating for change: The Deloitte Global 2022 Gen Z & Millennial Survey. Deloitte. https://www2.deloitte.com/content/dam/Deloitte/global/Documents/deloitte-2022-genz-millennial-survey.pdf

Duman, Y. (2021a). Friendship, Diversity, and Inequality: A multidimensional analysis of integration and intergroup relations in the context of Syrian refugees in Turkey [Unpublished doctoral dissertation]. Coventry University.

Duman, Y. (2021b). In Turkey, life for Syrian refugees and Kurds is becoming increasingly violent. The Conversation. https://theconversation.com/in-turkey-life-for-syrian-refugees-and-kurds-is-becoming-increasingly-violent-147704

Duman, Y. (2022). Sonu Gelmeyecek Bir Hikâye Yazmak: Suriyeli Sığınmacılar ve Yerel Toplum İçin Politika Önerileri. İstanbul: Spectrum House.

Duman, Y. ve Gümüşbaş, A. (2022, 6 Ağustos). Sığınmacıların haklara sahip olma hakkının inkârı. İnsan Hakları Okulu Blog. https://blog.insanhaklariokulu.org/siginmacilarin-haklara-sahip-olma-hakkinin-inkari/

Duvar. (2022). Kadın örgütleri: Göçmenlere saldırmak için bizi kullanmayın. https://www.gazeteduvar.com.tr/kadin-orgutleri-gocmenlere-saldirmak-icin-bizi-kullanmayin-haber-1565811

Erdoğan, M. M. (2017). Suriyeliler Barometresi: ‘Suriyelilerle Uyum İçinde Yaşamın Çerçevesi’. Ankara: Hacettepe Üniversitesi Göç ve Siyaset Araştırmaları Merkezi.

Erdoğan, M. M. (2020). Syrians Barometer 2019: A Framework for Achieving Social Cohesion with Syrians in Turkey. Ankara: Orion Kitabevi.

Erdoğan, M. M. (2022). Suriyeliler Barometresi-2020: Suriyelilerle uyum içinde yaşamın çerçevesi. Ankara: Eğiten Kitap Yayıncılık.

Erinç Yeldan, A. and Ünüvar, B. (2016). An Assessment of the Turkish Economy in the AKP Era. Research and Policy on Turkey, 1(1), 11–28.

Galtung, J. (1990b). Cultural Violence. Journal of Peace Research, 27(3), 291–305. https://doi.org/10.1177/0022343390027003005

Independent Türkçe. (2017). İYİ Partili Özdağ, Suriyeli mültecilerin gerçek maliyetinin 80 milyar doların üzerinde olduğunu iddia etti. https://www.indyturk.com/node/222946/siyaset/iyi-partili-%C3%B6zda%C4%9F-suriyeli-m%C3%BCltecilerin-ger%C3%A7ek-maliyetinin-80-milyar-dolar%C4%B1n

Judd, C. M., & Park, B. (2005). Group Differences and Stereotype Accuracy. İçinde J. F. Dovidio, P. Glick, & L. Rudman (Eds.), On the Nature of Prejudice: Fifty Years after Allport (pp. 136–151). Blackwell Publishing.

Kangas, A., Haider, H., and Fraser, E. (2014). Gender: Topic Guide. Revised edition with E. Browne. Birmingham: GSDRC, University of Birmingham, UK.

Konrad-Adenauer-Stiftung. (2022). Türkiye Gençlik Araştırması 2021. İstanbul: Konrad-Adenauer-Stiftung.

Kunovich, R. M. (2004). Social structural position and prejudice: an exploration of cross-national differences in regression slopes. Social Science Research, 33(1), 20–44. https://doi.org/10.1016/s0049-089x(03)00037-1

Mayda, A. M. (2006). Who is against immigration? A cross-country investigation of individual attitudes toward immigrants. The review of Economics and Statistics, 88(3), 510-530.

Mealy, M., & Stephan, W. G. (2010). Intergroup Empathy. İçinde J. M. Levine & M. A. Hogg (Eds.), Encyclopedia of Group Processes &Intergroup Relations (Vols. 1 and 2, pp. 475–477). Los Angeles: Sage.

Mülteciler Derneği. (2021). Avrupa Birliğinin Suriyeliler İçin Türkiye’ye Ödediği Para. https://multeciler.org.tr/avrupa-birliginin-suriyeliler-icin-turkiyeye-odedigi-para/

Mülteciler Derneği. (t.y.). Suriyelilerle İlgili Doğru Bilinen Yanlışlar. Mülteciler Derneği. https://multeciler.org.tr/suriyelilerle-ilgili-dogru-bilinen-yanlislar/

OECD. (2021). OECD Economic Surveys: Turkey 2021. https://www.oecd-ilibrary.org/sites/2cd09ab1-en/index.html?itemId=/content/publication/2cd09ab1-en

OECD. (2022). Young Population. https://data.oecd.org/pop/young-population.htm

ORC. (2022). İlk kez oy kullanacak seçmenlere soruldu. https://orcarastirma.com.tr/port-folio/ilk-kez-oy-kullanacak-secmenlere-soruldu/

Özdemir, Y. (2020). AKP’s neoliberal populism and contradictions of new social policies in Turkey. Contemporary Politics, 26(3), 245–267. https://doi.org/10.1080/13569775.2020.1720891

Ponce, A. (2017). Gender and Anti-immigrant Attitudes in Europe. Socius: Sociological Research for a Dynamic World, 3, 237802311772997. https://doi.org/10.1177/2378023117729970

Rehavioğlu, R., Uçak, E., Ekinci, Y., & Girasun, R. (2022). Kürtlerde Değerler ve Tutumlar Araştırması 2021. Diyarbakır: Kürt Çalışmaları Merkezi.

Schneider, S. L. (2008). Anti-immigrant attitudes in Europe: Outgroup size and perceived ethnic threat. European Sociological Review, 24(1), 53-67.

Semyonov, M., Raijman, R., & Gorodzeisky, A. (2006). The Rise of Anti-foreigner Sentiment in European Societies, 1988–2000. American Sociological Review, 71(3), 426–449. https://doi.org/10.1177/000312240607100304

Simon, B. (1992). The Perception of Ingroup and Outgroup Homogeneity: Reintroducing the Intergroup Context. European Review of Social Psychology, 3(1), 1–30. https://doi.org/10.1080/14792779243000005

Sonmez, M. (2019). Suriyelilere 40 milyar dolar harcandı mı? Al-Monitor. https://www.al-monitor.com/tr/contents/articles/originals/2019/10/turkey-syria-40-billion-refugee-bill-calls-for-explanation.html

sparks & honey. (2020). Gen Z Complexities: You’ve Only Heard Half The Story. sparks & honey. https://www.sparksandhoney.com/reports-list/2022/4/12/gen-z-complexities

Spectrum House. (2022). Kürt Z Kuşağı. Spectrum House. http://spectrumhouse.com.tr/kurt-z-kusagi/

Şar, E. & Kuru, N. (2020). İstanbul’da Suriyeli Sığınmacılara Yönelik Tutumlar. İstanbul: İstanPoll.

Tajfel, H. (Ed.). (1978). Differentiation between social groups: Studies in the social psychology of intergroup relations. Academic Press.

TÜİK (2022). İstatstklerle Gençlk, 2021. https://data.tuik.gov.tr/Bulten/Index?p=Istatistiklerle-Genclik-2021-45634

TÜİK. (2022). Toplumsal Cinsiyet İstatistikleri 2021. Türkiye İstatistik Kurumu. https://www.tuik.gov.tr/media/announcements/toplumsal_cinsiyet_istatistikleri_2021.pdf

Tümtaş, M. S. (2020). Nöbetleşe Dışlanma: Göç ve Sosyal Dışlanma Döngüsü. İstanbul: İletişim Yayınları.

UNHCR. (2022). Turkey Facts. https://www.unhcr.org/tr/wp-content/uploads/sites/14/2022/03/UNHCR-Turkey-Factsheet-February-2022.pdf

World Bank. (2022). Military expenditure (% of GDP) – Turkiye. https://data.worldbank.org/indicator/MS.MIL.XPND.GD.ZS?locations=TR

Yılmaz, B. & Uludağ Güler, Ç. (2020a). Türkiye’deki Suriyeli göçmenlerin istihdamına Y ve Z kuşağının bakışı: Bir alan araştırması. Trakya Üniversitesi İktisadi ve İdari Bilimler Fakültesi E-Dergi, 9(1), 21-42.

Zengin, H. and Ongur, H. O. (2019). How sovereign is a populist? The nexus between populism and political economy of the AKP. Turkish Studies, 1–18.


1. Bi Lêkolîna KONDAyê ya 2020’î de çêkirî re ragihaniya online pêk nayê, lê belê mirov dikare bi vê lînkê: https://www.krttv.com.tr/gundem/konda-dan-z-kusagi-arastirmasi-h39704.html xwe bigihîne hevpeyvîna Bekir Agardirê Gerînendeyê Gelemperî yê KONDAyê ye.

2. Wek ya din bi lêkolîna ku Yoneylemê di 2022’yan de çêkirî re jî bi awayekî online mirov nikare ragihanî pêk bîne. Lê belê mirov dikare bi vê lînkê

3. Dema mirov bi peyva kilîd a “Nifşa Z” têkeve nava daneyên Navenda Têzê ya YOKê, tê dîtin ku ji sala 2016’an vir ve (Ji Tîrmeha 2022’yan pêve) piraniya wan ên lîsansa bilind bi tevahî 128 têz hatî nivîsîn.

4. Ji bilî Afxanên ku li navçeyên diyar ên Wanê bi avakirina gundên Afxanan hatî bicihkirin û beşek ji wan wek cerdevan hatine peywirdarkirin.

5. Hûn dikarin bi vê lînkê xwe bigihînin Rêziknameya Partiya Gel a Demokratîk a 2014’an: https://hdp.org.tr/tr/parti-tuzugu/10/