Close

Nifşa Z ya Kurd

PÊŞEK 

Di serdema ku teoriyên pergalê yên nû û modelên civakî yên wekî Spectrum House tên nîqaşkirin de, em dixwazin di qadên siyasî, çandî û civakî de dînamîkên ku derketine hole fêm bikin û di vî warî de jî em lêkolînan didomînin. Em di vê xebata xwe de di çarçoveyek fireh a wekî nasname, aîdiyet, jiyana civakî, ol, cinsiyet, sêwiranê pêşerojê de, der bare nifşên Z yên ku yan rasterast an jî nerasterast di kêşana vê qadê de ne, meylên wan fêm bikin.

Nifşên nû yên ku di civakên roja me de beşa herî dînamîk pêktînîn, wekî ku di hemû cîhanê de, di Tirkiyê de jî wek nifşa ku bandorê li pêşketinên siyasî yên muhtemel dixin, derdikevin pêşberî me.

Ev nifşa nû ya ku bandorê li hevsengiyên sosya-çandî û sosyo-aboriyê dikin, hem jî avakirina polîtîkayên civakî ji nêz ve elqeder dikin û rola ku di veguherîna civakî de dilîzin di hemû cîhanê de tê qebûlkirin. 

Ji ber ku Tirkiye di parzemîna Ewropyê de xwedî şêniyên herî ciwan e, di van salên dawîn de li ser ciwanan gelek lêgerîn û lêkolînên qadî tên pêkanîn û encamên wan têne weşandin. Ev xebat bi piranî di çarçoveyeke gelemperîkirin û lêvegerandinê de têne pêkanîn, lêkolînên ku li ser cudatiyên etnîkî û dînamîkên van cudatiyên ku dê li ser bêne sekinandin, li gorî yên din kêmtir têne çêkirin.

Em ji bo ku ji vê rewşa şênber dest pê bikin, me wek Spectrum House li bajarên wekî Amed, Wan, Şirnexê ku bajarên li Tirkiyê yên kurd in û xwedî şêniyên herî ciwan in û di serî de li metropolên wekî Îzmîr û Stenbolê, li 28 herêmên mînak ji bo ku em di pênc xalên sereke de nifşên Z yên kurd fêm bikin me xebateke meşand. Me bi armanca ku em arasteyên nivşên Z yên Kurd ji aliyê; ew bi çi şêwazî li cîhanê dinerin, têkiliyên wan ên hilberînê, şêwazên wan ên tevgerê, arasteyên wan ên civakî û siyasî bipîvin û di vê çarçoveyê de ji bo kesên siyasetmedar, saziyên civakî yên sivîl û lêkolîneran rewşeke tespîtkirî derxînîn holê me vê xebatê meşand.

Ji ber vê sedemê ev xebata ku di destên we de, ne tenê barometreyeke hilbijartinê ye, ne jî kategoriyên beralîkirinên siyasî, senifandinê hewl dide. Me xwest ku em bi vê xebatê; di çarçoveya dîjîtalîzasyon û pêşketina teknolojiyên ragihandinê de ji li aliyê çandî, siyasî û guherînên civakî ve nifşên Z yên kurd derbas kirî, li dorhêla têgîna “dîjîtal habitus”ê fehm bikin.

Em wer hêvî dikin ku bi vê raporê; nifşên Z yên Kurd bêne fehmkirin û ji bo xebatên ku tên kirin biçûk be jî bibe piştgiriyek. Em ê di serdemên pêşiya me de; daneyên ku me bi vê xebata xwe ya lêkolînên qadî bi dest xistî û di çarçoveya kitekitên daneyan de; dîsa der barê nifşên Z yên Kurd de xebat û lêkolînên xwe yên di mijarên cuda cuda de berdewam bikin û em dixwazin bibêjin ku dê projeyên me yên lêkolînî berdewam bikin.

Ji bo ku ev xebata qadî pêk bê di serî de ji ekîba me ya kedeke mezin daye û ji destpêkê pê ve xebatan bi rê ve birine, koordine kirine, rû bi rû hevdîtinan pê anîne re û ji hevalên me yên ku ji destpêkê heta dawiya xebatê bi fikren xwe ji derve ve piştgirî dane û rê nîşanî me dane re, em gelek spas dikin.

Ji bilî vê jî em ji hevalên me yên ciwan ên ku; tevlî xebatên me bûne, bi sebir bersiv dane hemû pirsên me û ji bo ku em dînamîzma ciwaniyê fehm bikin piştgiryeke mezin dane me re jî spas dikin.

 

KURTEYA RÊVEBIR

Çarçoveye Lêkolînê

Di pêvajoya ku Tirkiye ber bi hilbijartineke pir girîng ve diçe de em dizanin ku xebatên lêkolînê jî di vê pêvajoyê de her ku diçe zêdetir dibe. Tê dîtin ku ev xebat bi taybetî li ser kesên bêbiryar û nifşên ciwan gur dibe. Bi taybet jî zêdebûna şêniyên ciwan ên, dê di hilbijartinên pêşiya me de deng bidin, bandora ku dengên ku ji aliyê ciwan ve bê dayîn li encama hilbijartinê bixe, girîngiya xebatên li qadê jî derxistî pêş. Wek ku di piraniya lêkolînan de tê dîtin, dê dengên ku ji aliyê ji sedî sî û sê kesên bêbiryar û ji sedî deh jî kesên dê nû deng bidin dê bandoreke berbiçav li encama hilbijartinê bixin. Em dikarin bibêjin ku, lêkolînên li ser ciwanan hatine kirin li ser sernavê nifşên Z, hatine komkirin, tevgerên vê nifşê, tercihen wan, libendêmanên wan, hestên wan, girîngiya têkiliyên wan ên bi siyasetê re, qadeke eleqeyê pêk aniye. 

Nifşên ciwan ên weke civakên Tirkiyê ku beşeke girîngzêde pêk tînin, bi piranî bi qodên serdest û xwecihî dixebitin. Di civakên ku hiyerarşiya gerontokratîk xwe lê ferz dike û rêbazdanînî li ser kategoriyên weke temenê tê diyarkirin de ev beş wek kategoriyek; nifşên ciwan bi hişmendiya mecbûrê kontrolbûnê be, bê xwestin ku sînorên wan ji aliyê statukoyê ve bê diyarkirin tên fikirîn. Di vê çarçoveyê de, sosyolojiya ciwantiyê, di be ku bi qasî ku bê xwestin pêkneanîna psîkolojiya civakî, fehmkirin nedan, kêmasiyên xebatên der barê ciwanan de derdixe holê. Ev lêkolîn; dixwaze dînamîzma ciwantiyê fehm bike û bi hayjêhebûna mijarê, hewleke ku xebata qada bin e,  di xwe de dihewîne.

Şêniyên ciwan ên wek, Z, Beta, Alfa, Ciwanên Zanîngehê, Cîwanên Karker-Bêkar, Jina Ciwan, LGBTÎQ+ kategoriyên cuda pêktînin û tevahiyeke yekpare dernaxe pêş bêguman,  pêkhateyên ciwakê yên girîng û aktoreke girîng ê pêşerojê saz dike ye. Nifşên ciwan ên Kurd; ên ku beşeke girîng ê nifşên ciwanên li Tirkiya ku; hem di dinyayê de, hem jî li Ewropayê welatekî ku xwedî şêniyên ciwan ên herî zêde ye; bingeha hîmê herî girîng ên dînamîzma ciwantiyê ya welêt pêk tîne. Ev nifş bi; bilez pêşketina teknolojiya ragihandinê, hem li welêt bandora xwe li dînamîkên sosyo-polîtîk, û sosya-çandê dixe, hem jî ji ber encama van dînamîkan bibandor dibe û wek nifşeke derdikeve pêş.

Li gorî daneyên TUÎKê ji dawiya sala 2020an pê ve şêniyên li Tirkiyê bi tevahî 83 milyon 614 hezar 362 kes in, ji van jî 12 milyon 893 hezar 750 kes jî ji koma ciwanên salên wan di navbera 15-24an de ne pêk tên. Li gorî van daneyan şêniyên ciwan ji sedî 15,4ê tevahiya şêniyan pêk tîne. Li gorî encama Sîstema Tomarkirinê ya xwe Dispêre Navnîşana Şêniyan STDNŞ (ADNKS- Adrese Dayalı Kayıt Nüfüs Kayıt Sistemi) di sala 2020an de bajarê ku şêniyên ciwan herî zêde lê ne, ji sedî 23,4an bajarê Colemêrgê ye. Li dû vî bajarî jî; ji sedî 22,5an Şirnex, ji sedî 21,8 jî Sêêrt tê. Di skalaya bajaran ya ku şêniyên herî zêde lê ne de jî bajarên şêniyên Kurd lê zêde dijîn ên wekî; Agirî, Mûş, Wan, Êlih, Bilîs, Mêrdîn, Îdir, Erzerom, Amed, Qers, Çewlîg, Dîlok û Semsûr cih digirin. 18 bajarên ku şêniyên kurd lê zêde ne de jî rêjeya şêniyên salên wan di navbera 15-24an de ne de jî, ji sedî 28,1 e û ev rêje jî hema bigire du caran bi qasî nîvîniya ciwanên li Tirkiyê ne.

Şêniyên ciwan ên herî zêde lê ne bajarên Kurd in, ji ber wê jî dê ciwanên Kurd di mijara destnîşankirina pêşeroja sosyo-polîtîkayê de bi çi awayî bandorê lê bike û di vê de dê ristek çawa bilîzin, gelek sermijarên bi vî rengî girîng di xwe de dihewîne.

Îro nifşên ciwan bi giranî di nava habîtuseke dîjîtal de şêwe digirin û bi van qalibên xwecihî dikevin şer û ji hînbûniyên civakê yên kevneşopîbûyî cudatir tevgeran nîşan didin. Tezahura dîjîtalbûna dinyayê yê herêmên cuda ya li ser nifşan, her çiqas ku wek hev nebe jî îmkanên ku teknolojiyên ragihandinê derxistî holê, îro li ser nifşên ciwan bi rêjeyek girîng bandordarbûna wî ji gelek lêkolîn û xebatan tê fehmkirin.

Ji aliyê din ve bandora şer û pevçûnên ku demeke dirêj e li Tirkiyê dimeşe, berberîbûna civakî û hêrsdariya siyasiya ku li ser nifşên ciwan ên kurd dimeşe bên fehmkirin û li gorî daneyên ku derketî holê, pêşniyarên çareseriyê bipêşxistin, bûye hewcedariyeke mezin. Nifşên ciwan ên ku beşek zêde yê ciwaka Kurd pêk tînin ji aliyê; demokrasî, mafê mirovan, nasnameya etnîkî, ristên cinsiyeta civakî, ol û têgihîştina der barê ramanên cudakariyê de, baweriya wan a bi saziyan û fehmkirina şik û gumanên wan ên ji bo pêşerojê, wek encama dîjîtalbûn û bipêşketina teknolojiya ragihandinê meylên wan ên têkilî danîna civakî bên nirxandin, bendemanên wan ên polîtîk û berîdaniyên wan bêne pîvandin gelek girîngî derxistî holê.

Di vê roja ku cudatiyên temenan ên biçûk jî li ser pêkanîna şêwazên tevgerê bandor dike de; nêzîkîlêdana nifşên Z yên mijarên wekî siyaset, civak, çandê derxistina holê û diyarkirina şibandin û cudatiya wan a ji nifşên berê wan,  weke rêyeke wan fehmkirinê  dikare bê nirxandin. Ji hînbûniyên hilberîn û berxwarinê heta şêwanzên karkirinê, ji terzê jiyana wan heta cihana wan a hestyariyê, nêrîna polîtîk a ku dîjîtalbûnê derxistî holê, ji rêxistinbûnê heta têkiliyên wan ên komî, wek aktorên wan hemûyan nifşa Z yên Kurd ji bo ku hê baş bê naskirin, fehmkirin û di qadên van dînamîkên ciwan pêkanînê de ji bo lêkombûn, di roja îroyîn de bûye pêdiviyeke gelek mezin.

Ev xebat; bi armanca di van rojên ku Tirkiye ji aliyê siyasîbûn, civakîbûn û aboriyê ve di pirsgirêkên giran re derbas dibe de, ji bo ku bandorên wan ên li ser nifşên ciwan bê fehmkirin, di nêzîkîlêdana nifşên ciwan ên ji bo van pirsgirêkan faktorên diyarker derkeve holê, hati kirin. Ev lêkolîn, ji ber eleqe û bandorgiritina nêzîk ya bi pêvajoya dîjîtalbûnê ve di çarçoveya têgîna “habitusa dîjîtal” de, bi şêwazgirtina dînamîzma ciwantiyê ve kombûn e. 

Bi vê xebata ku di çarçoveyeke fireh ya wekî nasname, aîdiyet, jiyana civakî, ol, cinsiyet, tasavvura pêşerojê de, me ji bo nifşên Z yên Kurd ên ku rasterast an jî ne rasterast di nava qada kêşana polîtîkayê de ne, pêk aniye me xwest em têkiliyên ciwanan ên bi qada polîtîk ve fehm bikin.

Ev lêkolîn di van pênc mijarên bingehîn ên wekî; “demografî, rewşa perwerdehiyê, îsdîhdam, rewşa dahatûyê”, “tercihên medyayê”, “jiyana rojane û civakî”, “nasnameya etnîkî, ol û cudakarî” û “siyaset”ê de xwestî di fehmkirina nifşên Z yên Kurd de kom bibe.  

Rêbaza Lêkolînê

Spectrum House’ê, ji aliyê civaka kurd a ku xwedî şêniyeke ciwan e ve dînamîzma ciwantiyê fehm bike, meylên nifşên Z yên Kurd ên sosyo-polîtîk û sosyo çandê bipîve, têkiliyên wan ên navgînên ragihandin û medyaya nû derxîne holê, tehayulên wan ên ku der barê polîtîkayê de, tasavurên wan ên der barê pêşerojê de, rewşa wan a xem, şik û şanaziyê bê têgihîştin lêkolînîkeke bi vî awayî meşandiye.

Lêkolîn bi 1.012 ciwanên Kurd re hatî kirin. Bi vê xebatê hatî xwestin ku; ji rêveberiyên xwecihî heta civaka sivîl, ji beşdarbûna siyasetê heta rewşa çûyîna aboriyê, ji demografiyê heta îsdîhdam û rewşa dahatûyê, ji tercihen wan ên medyayê heta jiyana rojane û civakî, ji nasnameya etnîkî heta ziman, ol û cudakariya ku tê hîskirin; di gelek mijaran de lêgerîn, meyl, şanaziyên wan û bendêmanên wan bê pîvandin.

Xebata qadê bi rêbaza anketa rû bi rû wek du herêmên bingehîn li bajarên Kurd û bajarên rojava hatî pêkanîn. Ji bajarên Kurdan Amed, Wan û Şirnex hatî tercîhkirin. Bajarên lê lêkolîn hatî pêkanîn ên wekî Amed û Wan di kategoriya bajarên Şaredariya mezin de ne û bajarên ku kategoriyên ciwanên heterojen di nava xwe de dihewînin in. Şirnex ne di nava statuya bajarên mezin de ye, gurbûna şêniyan hinek din kêmtir e, wek minakeke bajareke Kurd ê lê lêkolîn hatîkirin e. Ji bajarên ku lê lêkolîn hatî kirinê, Stenbol û Îzmîr jî hem şêniyên Kurd bi awayek gur tê de dijîn, hem jî şêniyên Kurd ên ku li wir dijîn bi bajarên Kurdan re bi awayek bi hêz di nava bandor û têkiliyê de ne.

Xebata ankete li gorî sîstema Nomenclature of Territorial Units for Statistics (NUTS2)’yê bi esasgirtina 26 herêman, li 5 bajaran bi bikaranîna formen pirsan ên çapkirî û cihzên biaqil rû bi rû hatî pêkanîn. Xebata qadê di navbera dîrokên 20 Kanûn 2021 – 10 Çile (Rêbendan) 2022an de hatî pêkanîn. Ji bo ciwanên Kurd ên koma salên wan 15-25 in, bi rêbaza mînakdanê ya hilbijartina diyar hatî pêkanîn. Para xetayê ya nûveyên lêkolînê ji sedî 95 di navbera baweriyê de ye +/- 1,7 e. Di xebatê de ji bo beşdaran agahiya; li ser navê Spectrum House’ê, der barê nêrînên nifşên Z yên Kurd de ev anket tê pêkanîn, anketa me bi temamî xwe dispêre esasen bidilêxwestiyê, heke bixwaze dikare bêşdar bibe, heke nexwaze jî dikare anketê bi dawî bike, hemû agahiyên ku hatî dayîn dê veşarî bimîne û bi tu awa bi kesên sêyemîn re neyên parvekirin, agahiyên nasnameyê dê neyên girtin, veşartin dê esas bê girtin; hatî dayîn.

Nûveyên Bingehîn

  • Nifşên Z yên Kurd dixwe de tevdebûniyeke yekpare nahewîne. Berevajî vê; wek komeke heterojen, ji polên civakî, ji gurhertinên çandî hatî û di xwe de meylên siyasî yên cuda dihewînin, wek nifşeke bi awayek girîng di bin bandora pêşketinên siyasî, çandî û aborî yên li welêt de mane, derdikevin pêş.
  • Her çiqas ku tehayulên polîtîk ên vê nifşê bi nifşên berê xwe re paralelî nîşan bide jî, mesafeya wan a ji siyaset û siyaset çêkeran re wek kitekitek balê bikişîne derdikeve pêş.
  • Nifşên Z yên Kurd di zanebûna pêşketina; siyasî, civakî û aboriyê yên li welêt de ne, lê belê di mijara van guhertinan de ji bo ku bandorê li van pêşketinan bike li gorî nifşên berê xwe hinek din bi mesafe disekinin.
  • Pirsgirêka herî bingehîn ya nişfşên Z yên Kurd wek; bêkarbûn, xema pêşerojê, pirsgirêkên aboriyê derdikeve pêk û ev tirs jî şik, tirs û tasavvura wan a pêşerojê bi awayek girîng bibandor dike.
  • Nifşên Z yên Kurd ji aliyê asta perwerdehiyê ve ji nifşên berê xwe û dêbavên xwe cuda dibin, rêjeya xwendin û nivîsînê her ku diçe zêde dibe.
  • Nifşên Z yên Kurd nêzî ji sedî 85’ên wan bi malbatên xwe re dijîn. Ev jî dide nişandan ku ciwan ji aliyê aboriyê ve bi malbatên xwe ve girêdayî ne.
  • Nifşên Z yên Kurd jê sedî 45’ên wan di binê 1.000 lîrayî de, ji sedî 54’ên wan jî di binê 1.500 lîrayî de dahatûya wan hene. Ji ber ku ciwanên Kurd ji nîvî zêdetir di bin pêdiviyên xwe de xwedî dahatûyê ne mirov dikare vê wek astengiya li pêşiya serxwebûna ciwanên Kurd şîrove bike.
  • Helwesta polîtîk a nifşên Z yên Kurd û helwesta civaka Kurd a polîtîk bi piranî paraleltiyê nîşan dide. Beşeke girîng ya faktorên ku di helwestên polîtîkî ya ciwanan de berdewamiyê diyar dike bingeha xwe ji çand û bîra hevpariyê digire.
  • Dema em li têkiliyên nifşên Z yên Kurd ên medyayê dinerin tê dîtin ku di cihê; TV, radyo û rojnameyên çapbûyî de meyla wan a navgînên medyaya dîjîtal bi awayek diyar zêde bûye. Çavkaniyên enformansyona civakî û siyasî yên vê nifşê hema bigire nîvê wê ji platformên medyaya civakî pêk tên. Ciwan jî beşeke girîng ya dema xwe li ser întertê derbas dike, meyla wan a ku bibe perçeyekê enformasyoneke dîjîtal her ku diçe zêde dibe. 
  • Beşdarbûna nifşên Z yên Kurd ên wekî rêxistinên civakî yên sivîl, komele û partiyên siyasî yên avahiyên kollektîf gelek kêm in. Ciwan zêde bawerî bi van avaniyan nayîne, bi hêza guherîn û veguherîna van avaniyan bawer nake, van avaniyan ji girtina nav xwe dûr û hiyerarşîk dibînin.
  • Ji nifşên Z yên Kurd hema bigire ji sêyan duduyên wî ji ber encama pirsgirêkên aboriyê, bêkarbûn, nediyariya siyasî ya li welêt û bendbendîbûnê dixwazin li derveyî welêt bijîn.
  • Baweriya nifşên Z yên Kurd bi sazî û burokrasiya wekî sîstema rêvebirinê, leşker, polis, darizandin zêde kêm e. Di nava van de jî ji bo serokkomariyê baweriya wan bi qasî ji sedî 15 rêjeyek balkêş derdikeve. Encamên herî balkêş ê der barê barweriyê de jê yek jî bi şaredariyan re eleqedar e. Li bajarên kurdan rêjeya bi şaredariyan bawerî neanînê, gelek bilind e: Amed ji sedî 56,8, Şirnex ji sedî 57,1, Wan ji sedî 45,3 ye. Ji sala 2016an vir ve sepandina qeyûman wek sedema vê bêbawerîbûnê dikare bê nişandan.
  • Ji çaran sêyê nifşên Z yên Kurdan îfade kirine ku di mijara aîdîyeta etnîkî de xwe aîdê nasnameya kurd hîs dikin. Rêjeya kesên ku xwe ji alîyê aîdîyeta etnîkî ve aîdê cihekî nabînin li Wanê bi awayek navberxistî li pêşiya bajarên din e.
  • Ji çaran sêyên nifşên Z yên Kurd bi rêjeyek bilind xwe ji aliyê etnîkî, ziman, cinsiyet û rewşa aboriyê ve bi cudakariyê re rû bi rû mayîna xwe îfade kirine. Ev rewş bi taybetî jî pevçûn û siyaseta bendbendî kirinê ya ku li piştî sala 2015an hatî sepandin zêdetir bûye. Dîsa ciwanan anîne ziman ku; di civaka gelemperî, medya, dadgeh, artêş, polîs û saziyan de bi ser ji sedî 50 re, di partiyên siyasî de jî di rêjaya ji sedî 49,6an de cudakarî heye. Ev rewş wek sedemeke girîng a xema ku ciwan dijîn, bêbawerînebûn û pênerazîbûnê derdikeve pêş.
  • Ji çaran sêyên nifşên Z yên Kurd diyar kirine ku ew xwe aîdê olekî hîs dikin, ji wan jî ji sedî notê wan gotine em musluman in. Ji sedî 52,7ên wan (ji sedî 37,5 ez tu carî ne oldar im, ji sedî 15,2yên wan jî gotine ez ne oldar im) gotine em oldar in.
  • Her çiqas ku ji sedî 38ên nifşên Z yên Kurd xwe nêzî partiyekî nebînin jî, ji sedî 55ên wan xwe nêzî partiyeke siyasî dibinin. Dema em li partiyên ku ew nêzî xwe dibînin dinêrîn ji sedî 57,8 HDP ji partiyên din bi awayek navberketî li pêş tê dîtin. Bi vê ve girêdayî jî ji ciwanên ku sedî 18,4ên wan jî xwe nêzî CHPyê dibînin.

 

BEŞA I: DEMOGRAFÎ, REWŞA PERWERDEYÊ, ÎSTÎHDAM, DAHATÛ

LI GORÎ BAJARAN BELAVBÛBA KESANÊN KU PÊRE HEVDÎTIN HATÎ PÊKANÎN

Xebata ankete li gelemperîyê Tirkiyeyê bi sîstema NUTS 2 bi esas girtina 26 herêman, li 5 bajaran bi formên pirsên çapkirî û cihazên biaqil, rû bir û hatî pêkanîn. 

REWŞA TEMENÊN KESÊN PÊ RE HEVDÎTIN HATÎ PÊKANÎN

Lêkolîn tevahî bi 1.012 ciwanan re hatî pêkanîn. Salên di navbera 18-25an de ji mînakdanan sedî 95,8ên wan pêk tînin. 

BELAVBÛNA CINSIYETA KESÊN KU PÊ RE HEVDÎTIN HATÎ PÊKANÎN

Di hemû xebatên lêkolînê de di navbera beşdaran da wekheviya jin û mêran li ber çavan hatî girtin, ji bêşdaran sedî 52yê wan ji jinan, ji sedî 48ên wan jî ji mêran pêk tên.

REWŞA PERWERDEHIYÊ YA KESÊN KU PÊ RE HEVDÎTIN HATÎ PÊKANÎN

Ji ciwanên beşdarî xebatê bûne sedî 57,9ên wan xwendekarê/mezûnê lîseyê ne, ji sedî 20,4ên wan xwendekarê/mezûnê zanîngehê ne, ji sedî 21,7ên wan jî ji dibistana navîn mezûn bûne an jî di binê wê de balav bûne.

Dema em di nava kesên ku beşdarê xebatê bûne de li kesên ku gotine ez xwendekarim dinerin asta perwerdehiya wan ji sedî 45,4ên wan lisans, ji sedî 14ên wan pêş lîsans, ji sedî 31,7ên wan lîse, ji sedî 5,8ên wan jî ji derve ve perwerdehiya dibistana seretayî dibînin, tê dîtin.

REWŞA XANEYÊ YÊN KESÊN KU PÊ RE HEVDÎTIN HATÎ PÊKANÎN

Li gorî daneyên Saziya Îstatîkê ya Tirkiyê (SÎT) ya di sala 2020an de mezinbûna nîveka gelên xaneyên li Tirkiyê 3,3 kes in, lê li bajarên kurdan ev nîvek derdikeve ser 4,11 kesan. Dema em li mezinbûna nîvekên mînakdanên gelên xaneyan dinerin wek 5,3 kes derdikeve. Bi vê encamê tê dîtin ku gelên xaneyên kurd bilindbûna hejmara xwe hîn jî diparêze.

REWŞA DAHATÛYÊ YA KESÊN KU PÊ RE HEVDÎTIN HATÎ PÊKANÎN

Ji ciwanên ku beşdarî lêkolînê bûne hatî pirsîn ku, di mehek de dahatiya ku dikeve destên we bi nîvekî çiqas e. Ji ciwanan sedî 43,1ên wan gotî 1000 lîra an ji di bine wê de, ji sedî 54,9ên wan jî gotî di bine 1500 lîreyî de mehane an jî dahatûya wan heye. Ji beşdaran sedî 25,8ên wan jî gotî dahatûya wan di navbera 1500-3000î de ye. Dema em li encaman dinêrin tê dîtin ku ji nîvî zêdetir ji Ciwanên Kurd; xwedî dahatûyekê pêdiviyên xwe yên bingehîn pêkanînê dûr in.

 

BEŞA II: TERCIHÊN MEDYAYÊ

Habitus, habitusa dîjîtal û nifşên Z

Înterneta ku bi teknolojiya ragihandinê û bi wî ve girêdayî di encama şoreşa dîjîtal de ketî jiyana me, bi taybet jî di çaryeka sedsala dawîn de kesan, têkiyan û jiyana civakî bi tevahî guheriye û veguheriye. Di roja me ya ku şoreşa teknolojiyê bi rêjeyek mezin bandordar e de; vebijêrkên dinamik, tê stendin û pirnasnameyan bidestxistin, di nava dîjîtalîzasyonê de meylên cuda û lêgerînên cuda jî bixwe re tîne. 

Îro çand, têkiliyên civakî û aboriya hestyariyê ya ku bi pêvajoya dîjîtalbûne ve di nava “habitusa dîjîtal” de “meylên ku hatî hundurînkirin”ê xwendin û hewldayîna fehmkirina wan wek mecbûriyetê li ber me disekine.

Têgîna habitus a ku Pierre Bourdieu wek qadeke civakî ya nû têgînî kirî ji aliyê kesên nifşên Z yên ku me wek xwecihiyên dîjîtal bi nav kirî, wek mefhûmek çandeke nû,  qada dîjîtal a ku bi xwe hilberandiye û bi kar aniye re xwedî taybetiyeke wekîhevderketînê ye. Ji ber vê sedemê jî têgînê ji aliyê hemû girêdanên wî ve girtina dest û bi qada dîjîtal ve girêdanî dê erkeke hêsankirinê bibîne. Têgîn bi vî halê xwe jî; ji aliyek ve me li derveyî teoriyên civakî yên klasik ji bo qadeke civakî ya nû dide fikirandin, ji aliyê din ve jî deriyê dinyayeke nû ya fikirandinê vedike.

Îro qada dîjîtalê an jî şiklê wî yê veguheriye çandê bi qasî ku xwe dispêre dinyaya îdraqê ya nifşên Z yê, ewqas jî cihê ku ew xwe lê hîs dike ye jî. Nifşên Z yên ku ji ber gelek taybetiyên xwe yên karekterîstîk wek nifşeke îstîsnayî tê pênasekirin, her çiqas ku di nava gelek qadên hilberînên civakî û berxwariyê yên hene de bi awayek aktîf cih digire jî, di qada dîjîtalîzasyona ku xwe dispêre cihana wan a têgihiştinê de ji nifşên berê xwe gelek cudatir têkiliyeke hevgirêdanî û aîtbûnê pêk tînin.

Habitus; ji dema keseke di nav re derbas dibe, şêwaza gihîştinê, perwerdehiya girtî û mizaca ku ew xwedî ye pêk tê. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku têkiliyên dîjîtalî yên li ser bingeha înternetê yên ku hema bigire wek qadeke nû ya ji tevahiya van faktorên cuda bandordar dibe û ji nû ve şikl digire, habituseke nû pêk tîne. Ev habitus rastiyeke nû ya ku; meylên şêniyên ciwan yên herî zêde û bi awayek gur bikaranînên înternetê ne û tercîhên wan û têgihiştinên wan bi awayek naxuye bandordar dike lê diyarkere, ye.

Bi, ji vê diyardeya bingehîn destpêkirinê mirov dikar bibîne ku piraniya nifşên Z wek “kirdeya bi bandor a habitusê” ango ya ku wek qada nû derketî holê ye. Nexasim sedema bingehîn a di cîhana dîjîtal de xwe baş hîkirina kesên nifşên Z, ne ku ew qadeke aşînabûyî ye. Ji ber ku ew qad bixwe cihaneke afirîner e, li wir xwe wek xwecihî (otokton) hîs dikin. Li gorî vê jî habitus; ji aliyekî ve berhema avaniya civakî bixwe ye, ji aliyê din ve jî wek avaniya civakî ya pratik ya ku avaniya civakî ji nû ve hildiberîne derdikeve pêşberî me. 

Bi destpêka ji vir, di navbera “habitus” û “xwecihiya dîjîtal” de girîngiya hewla hevgirêdayînê li ber çavan girtin, hem di fehmkirina nifşên ciwan, hem jî di fehmkirina nifşên Z yên Kurd de sûd dayîna wî teqez e. Pêve girêdayî; nifşên Z yên Kurd, ji nifşên berê xwe bi awayek diyar navgînên ragihandinê yên dîjîtal bi kar tînin û di nava habitusa dîjîtal de meylên hatîhundurîkirin nîşan didin. Ciwan di cihê televizyon, radyo û rojnameyên çapkirî de beşek dema xwe ya girîng li ser înternetê derbas dike. Ji ciwanan çaran yekê wan nûçe û siyasetê dişopînin, ên din jî ji bo rêzefîlm temaşekirinê, civakîbûnê, muzîk guhdarîkirinê û bi armancên din ên ji hev cuda, înternetê bi kar tînin.

Hema bigire nîvê (ji sedî 48) nifşên Z yên Kurd diyar kirine ku wek çavkaniya enformasyona civakî û siyasî navgînên medyaya civakî tercîh dikin. Bi qasî ku tunebe kêmbûna tercihên medyaya çapkirî jî diyardeke din a ku vê piştrast dike ye. Ciwanên ku çavkaniyên enformasyona bingehîna wan medyaya civakî ne de, tê dîtin ku di medyaya civakî de berî TV û rojnameyan sîteyên înternetê tê şopandin. 

Nîvê nifşên Z yên Kurd diyar kirine ku di înternetê de lîstikên dîjîtal dilîzin. Platformên medyaya civakî yên ku endamtî lê hatî çêkirin; rêjeya Instagramê ji sedî 87,7, Facebook û Twîtter ji sedî 50, TikTok jî ji wek sedî 30, hatî pîvan. Ev dane nîşan dide ku; nifşên ciwan bi awayek aktîf bi platformên dîjîtal ên ku bingeha wan înternet in rê têkildar bûne û pê bandordar bûne, pê ve girêdayî jî meylên nû, hînbûnî, têgihîştinên ku habitusa dîjîtal hilberandî û şikil dayê îşaret dike. Di nêzîkî lêkirina pêvajoya hilbijartinê de, bi taybet jî ciwanên vê nifşê yên ku xwedî van meyl û têgihiştina ne, di meyl û nêzîkî lêkirina wan a siyasî, civakî û tercihên aborî û nêzîkî lêkirinên wan de rastiya cudabûna wan diyardeyeke bi awayek baldar li ser bê sekinandin e.

HÎNBÛNIYÊN WAN ÊN ŞOPANDINA TELEVÎZYONÊ

Dema me ji ciwanên ku beşdarî lêkolînê bûne pirsî hûn rojê çiqas li televîzyonê temaşe dikin, ji sedî 28ên wan gotine ku em tew temaşe nakin. Ji beşdaran sedî 14,2 yên wan gotî di navbera nîv an jî saetekê de, sedî 24an jî gotî ji du saetan kêmtir li televîzyone temaşe dikin. Li gorî lêkolîna RTÜK’ya sala 2018’an li Tirkiyê rojane bi awayek nîvekî temaşe kirina televîzyonê 3 saet û 34 deqîqe ye. Dema ev rewş li ber çavan bê girtin em dikarin bibêjin ku di televizyon temaşekirina ciwanên kurd de bi awayek diyar kêmbûneke heye.

 

HÎNBÛNIYÊN WAN ÊN XWENDINA ROJNAMEYÊN WEŞANDÎ

Dema me ji ciwanên kurd pirsî; hûn rojname dixwînin an naxwînin ji sedî 86,1ên wan gotî em rojnameyên çapkirî naxwînin. Meyla xwendina rojnameyan di hemû civakê de her ku diçe kêm dibe, tê dîtin ku ev di navbera ciwanên kurd de zêdetir diyar e.

Piraniya ciwanên ku gotine em rojnameyê dixwînin, tê dîtin ku rojnameya Yenî Yaşam a ku wek platformeke medyaya Kurd e dişopînin. Piraniya beşdaran rojnameyên kurdî tercîh nakin, lê bele ji sedî 40 şopandina rojnamyên nêzî îktîdarê wek kitekiteke balkêşer derdikeve pêş.

BIKARANÎNA ÎNTERNETÊ

Li gorî encamên lêkolîna bikaranîna teknolojiyên înformatîk ên gelên xaneyê ya TÜİKê ya sala 2021an di komên salên wan di navbera 16-74an de ne rêjeya bikaranîna înternetê ji sedî 82,6 e. Dema em li bersivên ku ciwanên Kurd ên ku beşdarî lêkolînê bûne dinêrin rêjeya kesên ku gotine em înternetê tew bi kar naynin bi tenê ji sedî 5,4 in. Dema em li vê daneye û têkiliyên ciwanên Kurd ên bi medyayê re dinêrin di cihê televîzyon, radyo, rojname yê de bi piranî dema xwe li ser înternetê derbas dikin. Ev dane wek faktorekê ku nifşên Z ji nifşên berê xwe bi awayek diyar cuda dike derdikeve pêşberî me.

Nîvê beşdaran gotine em înternetê ji bo rêzefîlm, fîlm û hwd. temaşekirinê bi kar tînin, ji çaran yekê wî jî gotî em ji bo nûçe û siyatetê şopandinê bi kar tînin. Ev jî nişan dide ku bikaranînên înternetê ji kesên ku li televizyonê temaşe dikin bi rêjeyek zêdetir bi siyasetê re eleqedar dibin. Ev rewş dide nîşandan ku di heman demê de kanalên enformasyonê yê der barê rojeva siyasî ya ciwanan jî înternet e.

Em dibînin ku di înternetê de herî zêde parverkirinên ku naverokên wan fotograf û vîdeo ne tê pêkanîn. Tê dîtin ku ji van naverokan cudatir parvekirinên ku bi bûyerên civakî yên rojane û siyasî eleqedar in zêde nayên tercîhkirin. Ev rewş wek navgîna enformasyonê ya der barê qada siyasî û rojane ya înternetê de, bi zêde bikaranînê re bê fikirandin, aliyê wî yê adlî ango wek potansiyel bi faktora bi darizandinê re rû bi rû dê bimîne re eleqedar e di heman demê de bi helwesta depolîtîk a di navbera ciwanan de jî dikare bê vegotin.

Dema em li platformên ku endamtî lê hatî çêkirin dinêrin tê dîtin ku, beşeke mezin ji beşdaran (ji sedî 93,4) hesabê wan ê Whatsappê heye. Piştî Whatsappê platforma ku ciwan herî zêde bi kar tînin wek Instagram (87,7) derdikeve pêşberî me. Dema em tercîhkirina parvekirina fotograf û vîdeoyan ên ciwanan li ber çavan bigirin, wek platforma herî zêde bikaranîna Instagramê ne şaşwaziyek e. Kesên ku Facebook û Twitter bi kar tînin jî di rêjeya sedî 50 de ye. Rêjeya TikTok bikaranîna ciwanên Kurd jî ji sedî 30 e. Ev rêje dema sazî propaganda dikin dê kîjan mecrayan bi kar bînin jî nîşan dide, di heman demê de xisusên ku di hilberîna naverokê baldarî nîşandanê jî derdixe holê.

Wek çavkaniya civakî û siyasî ya agahîgirtinê, hema bigire nîvê (ji sedî 48) wan navgînên medyaya civakî tercîh dikin. Diyardeyeke ku piştgirî dide vê daneyê jî tercîhên medyaya weşandî ya wek ku tunebe kêmbûna wî ye. Di tercihên beşdaran ên çavkaniyên agahî stendinê yê civakî û siyasî de tê dîtin ku rêza duyemîn TV û rojname digirin.

HÎNBÛNIYA PIRTÛK XWENDINÊ

Dema em li hînbûniya pirtûkxwendinê dinêrin, bi rêjeyeke mezin ango ji sedî 35ên wan diyar kirine ku tew pirtûkan naxwînin. Encama Lêkolîna Meylên li Tirkiyê ya sala 2021an de nîşan daye ku ji sedî 59,5ên civakê tew pirtûkan naxwînin. Dema ev rêjeyê esas tê girtin, tê dîtin ku rêjeya ciwanên Kurd a pirtûkxwendinê li gorî gelemperiya civakê bilind e, lê dîsa jî dide nîşandan ku rêjeyeke wan ên mezin tew pirtûkan naxwînin. Nîvê kesên ku gotine em pirtûkan dixwînin diyar kirine ku ew roman xwendinê tercîh dikin. Rêjeya kesên ku gotine em; pirtûkên bi siyaset, dîrok, felsefe, sosyoloji, psîkolojî û zanistên civakî re têkildar dixwînin bi awayek balkêş ji sedî 45 e.

HÎNBÛNIYÊN LÎSTINA LÎSTIKA DÎJÎTAL

Dema em li hînbûniyên lîstina lîstika dîjîtal ya ciwanên Kurd dinêrin jî em dibînin ku ji beşdaran ji nîvî zêdetir tew lîstikê nalîzîn. Dema em li tercihên gotûbêjkêr ên lîstik lîstinê dinêrin jî tê dîtin ku bi giranî lîstikên ku di xwe de şîdetê dihewîne hene. Ev dane wek encameke endustriya listika dîjîtal ya li cîhanê derdikeve pêş, bi tenê wek daneyeke tercihên ciwanên Kurd ên wan cuda dike nîn e. Ji ber ku piraniya lîstikan a ku bi honana mîlîtarîst hatî amadekirin, xwedî naverokeke şîdetî dihewîne a ku bi gelemperî şer, li jiyanê mayîn e, bingeh digire. 

 

BEŞA III: JIYANA ROJANE Û CIVAKÎ

JI JIYANÊ MEMNÛNBÛN

Di vê beşa lêkolînê de berî her tiştî ji ciwanan hatî xwestin ku di jiyana xwe de çiqas kêfxweş in binirxînin. Piraniya kesên ku beşdarî lêkolînê bûne diyar kirine ku ji jiyana xwe ne kêfxweş in. Kesên ku diyar kirine ku ji jiyana xwe kêfxweş in ji sedî 20,8 in. Dema me asta kêfxweşbûna ciwanên ku pêre hevdîtîn hatî pêkanîn li gorî bajarên ku lê dijîn lêkolîn kir me dît ku ji bilî Îzmîrê di hemû bajaran de ciwan bi rêjeyek mezin ji jiyana xwe ne kêfxweş in. Rêjeya ciwanên ku gotine em ji jiyana xwe ne kêfxweş in, herî zêde (ji sedî 70,6) li bajarê Şirnexê derketî holê, vir jî ji sedî 66,3 Amed dişopîne. Di lêkolîna TÜİKê ya kêfxweş bûna ji jiyanê ya sala 2020an koma kesên ku di navbera 18-24 salî de ne, ji sedî 47,1’ê wan ji jiyana xwe kêfxweşbûna xwe diyar kirine, ev jî diyar dike ku ciwanên Kurd ji hemsalên xwe yên li Tirkiyê bi awayek diyar ji jiyana xwe kêmtir kêfxweş in. Sedema vê tiştî jî dikare; bi awayek zêde ji karektera pirsgirêka Kurd û wek encameke wî bi taybetî jî di 7 salên dawîn de ji nû ve û bi awayek zêdetir şert û mercên şer, di binê venêrîn,  kontrol û çavdêriyê de girtina bajar û civaka Kurd, belavbûna dahatûyê û bernîşaneya sosyoaborî dikare bê şîrovekirin.

KÊFXWEŞBÛNA JI BAJARÊN KU LÊ DIJÎN

Ji bo ku di nava sosyolojiya bajêr de cihên ciwanên ku me pê re hevdîtin pêk aniye bê têgihîştin, têkiliyên wan ên bi bajaran re pêk anîne daynin holê; dema me ji wan pirsî ji bajarên ku lê dijîn çiqas kêfxweş in, Îzmîr ne di nav de hat dîtin ku ev rêje ji çaran yek e. Ji çaran sêyên beşdaran îfade kirine ku ji bajarê ku lê dijîn nê kêfxweş in. Li gorî bajaran cihê ne kêfxweşî herî zêde ye ji sedî 58,4an Şirnex derdikeve pêş. Bajarê ku piştî vî tê jî ji sedî 51,2 Amed e. Bajarê ku herî zêde kêfxweşî pê heye jî tê dîtin ku Îzmîr e. Paraleltiya di navbera kêfxweşbûna ciwanan a bi bajarên lê dijîn û kêfxweşbûna jiyanê, ji rewşa ji bajarê ku lê dijî kêfxweş nebûna wan di xususa bandorê li kêfxweşiya jiyanê dike de fikreke girîng dide me.

SEDEMÊN JI BAJARÊ LÊ DIJÎ KÊFXWEŞNEBÛNÊ

Dema em li sedemên ji bajarên lê dijî kêxweşnebûnê dinêrin, bi şiklê ku bişibe rewşa gelemperî ya welêt; “tengasiyên aboriyê” li gorî hilbijêrên din di vî kêfxweşnebûnê de diyarkerbûna wê derdikeve pêş (ji sedî 38,4). Faktora ku vê dişopîne jî wek “geremola bajaran” û bi vê ve girêdayî zorbûna şert û mercên jiyanê dixuye. Faktorên wekî; kêfxweşnebûn “geremol”, “ji mirovan heznekirin”, “ne bi bawerî ye” dema bi meylên lêgerîna kesane û tenêtiyê bi hev re bê fikirîn, wê demê wek karektereke nifşên ciwan derdikeve pêş.

WE LI BAJARÊ KU DIJÎ DIXWEST ÇI BIGUHERE?

Di mijara xisusên ku li bajarê lê dijî dixwazin biguherin de, ji ber ku li bajarên Rojava û Kurd li gorî mezinbûn û derfetên wan guherbariyeke zêde nîşan dide, me vê nuxteyê wek bajarên Rojava û bajarên Kurd wek di asta herêmî de lêkolîn kir.  Li gorî vê em dibînin ku li bajarên rojava di rêza yekemîn de  “veguhezî” (ji sedî 47,9) heye, wî jî ji pirsgirêkên li welêt ên derketî pêş “derfetên kar” dişopîne. “Zêdebûna qadên hişîn” jî ji aliyê ciwanan ve wek xisusekê ku girîngî bê dayîn derdikeve holê.

Dema em vê daneye di çarçoveya bajarên Kurd de lêkolîn dikin jî di rêza yekemîn de dîsa bi rêjeyeke mezin (ji sedî 57,3) “derfetên kar” digire, rêza duyemîn jî “şertên sitarbûnê” digire. Lêgerîna ciwanan ya guhertina şertên starbûnê jî bi rêjeyek mezin lêgerîna serxwebûn û azadbûna ciwanên ku bi malbatên xwe re dijîn îşaret dike. Dema bi derfetên kar ve girêdayî bê fikirîn, ev rewş wek mijareke balkêş ji sedî 80 yê ciwanan îşaret dike, derdikeve pêş.

HÛN TIRKIYEYÊ JI BO JIYÎNÊ EWLEDAR DIBÎNIN?

Dema me ji ciwanên kurd pirsî; “Hûn Tirkiyeyê ji bo jiyînê ewladar dibînin?” bi rêjeyek mezin ya ji sedî 63,2 diyar kirine ku ew ji bo jiyînê Tirkiyeyê ewledar nabînin. Diyar kirina tenê ji sedî 22,8 ên beşdaran a jiyana li Tirkiyê ewledar dîtinê, ji aliyê diyarkirina encamên polîtîkayên ewledarbûnê ya li welêt serdest e ve, balkêşer e.  

HÛN LI DERVEYÎ WELÊT JIYÎNÊ, TERCIHÊ JIYÎNA LI TIRKIYÊ DIKIN?

Daneyeke ku bi gelek lêkolînan hatî piştgirîkirin jê yek jî ciwanên Kurd jî wek tercihên ciwanên mensubên komên etnik yên cuda, daxwaza wan a li derveyî welêt jiyînê gelek bilind derketin e. Dema me pirsa; “ li derveyî welêt jiyînê tercihê jiyîna li Tirkiyê dikin?” pirsî hat dîtin ku ji ciwanên kurd sedî 64,8ên wan tercîh dikin ku li derveyî welêt bijîn. Tê dîtin ku ev rêje li bajarên kurdan ji sedî 57,4 e, li bajarên Rojava jî ji sedî 66,8 e.

Bersiva ji bo vê pirsê hatî dayîn û pirsa “Hûn Tirkiyeyê ewledar dibînin?” di çawaniya hevûdu piştgirîkirinê de ye. Her çiqas ku rêjeya kêfxweşbûna li bajarên Rojava jiyînê ji bajarên Kurd bilindtir derkeve jî, zêdebûna daxwaza li derveyî welêt jiyînê ya bajarên Rojava jî balkêş e. Ev rewş her çiqas ku dema lê bê nêrîn wek nakokî xuya bike jî, di bingeha xwe de bi faktorên rû bi rû mayîna cudakarî, bêbawerîtîya ciwanên Kurd li bajarên Rojava dijîn ve girêdayîbûn jî heye, ji aliyê din ve jî wek encama daxwaza ji derfetên şaredariya mezin ne rasterast be jî sûdgirtinê jî dikare bê nirxandin.

BAWERIYA BI SAZIYAN

Di nava ciwanên Kurd de baweriya ji bo serokkomar ji sedî 15 e. Bêbawerîtî jî ji sedî 64 hatî pîvan. Bersiva ji sedî 25ên wan jî ya “ne bawerî pê tînim, ne jî bawerî pê naynim” jî bi qasî ji çaran yekê beşdaran e û weke rêjeyeke başkêş disekine. Bêbawerîtiya herî kêm ya ji bo serokkomar bi rêjeya ji sedî 74an stenbol e. Stenbolê, bi ji sedî 62,1 Amed, ji sedî 59,3 Wan teqîb dike.

BAWERIYA BI ŞAREDARIYAN

Encama bersivên balkêş ên ciwanên Kurd ji bo pêbawerbûna saziyan dane jê yek jî bi şaredariyan re eleqedar e. Li bajarên Kurdan rêjeya bi şaredariyan bawernebûnê heta bê gotin bilind e, (Amed ji sedî 56,8, Şirnex ji sedî 57,1, Wan ji sedî 45,3). Bi rêjeyeke ewqas bilind bi şaredariyan bawerî neanîn, bi ji piştî sala 2016an pêve sepandina qeyûm û xizmetên xwecihî ve eleqedarbûna wî îhtîmaleke gelek mezin e. Bi paralelbûna dengên ku HDPê ji bajarên Kurdan girtî ve girêdayî bêbawerîtiya ciwanên Kurd jî ji bo şaredariyên ku di rêveberiya qeyûm de ne balkêşer e. Ji aliyê din ve di mijara baweriya bi şaredariyan ve rêjeya herî zêde bi ji sedî 42,8an Îzmîr e. Dîsa dema em li rêjeya kêfxweşbûna li bajarê berê hatî jiyîn dinêrin, tê dîtin ku ji ber faktorên kêmbûna xizmetên xwecihî, kêmbûna qadên civakî, baweriya bi şaredariyan re kêm e. Li stenbolê baweriya kêm derketinê ya bi şaredariyê re bi qasî ji sedî 18,9 e û bi rêjeya ji sedî 41an jî “ne pê bawer dikim, ne pê bawer nakim” bersiv dayina wan wek kitekiteke balkêş ya din derdikeve pêş. 

BAWERIYA BI YEKITIYA EWOPAYÊ Û DMME (AÎHM) YÊ RE

Dema em li saziyên neteweyî yên wekî Yekîtiya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) dinêrin jî mirov dikare bibêje rêjeya kesên ku gotî; “pê bawer dikim”, “pê bawer nakim” û kesên bêbiryar hema bigire bi qasî hev derdikevin (Ji sêyan yek). Ev bêbawerînebûn û rewşa bêbiryarbûna li hember saziyên Ewropayê, dikare bê gotin ku ji ber, her çiqas ku biryarên DMME yê yên der barê Selahattin Demirtaş û Osman Kavala de erênî derkevin jî pêknehatina van biryaran wek encama van be dikare bê şîrovkirin. Dîsa li hember meyla otorîterbûna rêveberiya li Tirkiyê ya di mijara mafên bingehîn û azadiyê ve girêdayî li hember van bisînorkirinan jî ji ber ku saziyên wekî Yekîtiya Ewropayê û DMMEyê bertekên ku bikare bandorê lê bike û encamê bigire nîşan nedane dikarê bê gotin ku di pêkhatina vê bêbawerîbûnê de bandorlêkirina vê jî mumkun e. Bi rêjaya ji sedî 40 bersiv dayîna “ne pê bawer dikim, ne jî pê bawer nakim” wek encama van saziyan pratikeke li gorî misyona xwe nîşan nedane dikare bê nirxandin.

XEYALÊN WE YÊN HERÎ MEZIN ÊN KU HÛN DIXWAZIN PÊ BÎNIN

Dema em li xeyalên wan ên herî mezîn ên ciwanên Kurd dixwazin pêk bînin dinêrin nêzi rêjeya ji sedî 70 “kariyereke baş” û “çûyîna derveyî welêt” wek bersiv derdikeve (ji sedî 44,4 + ji sedî 24,9). “Etnîkbûn, ol, siyasî, aborî û ji çewisandinên baviksalariyê dûr sekinin” jî di rêjeya ji sedî 10,4an de dimîne. Ev rewş her çiqas ku di nava ciwanên Kurd de diyarbûnê nîşan bide jî bi meylên sosyolojîk ên heyî yên li welêt re jî paraleltiyê nîşan dide. Heke em xeyalên kariyer û çûyîna derveyî welêt wek tercihên kesane be li ber çavan bigirin, dê em ê bibînin ku meyla siyasî li gorî nifşên berê meyleke bêrêxistintir (kesane) derdikeve. Dema em li rêjeya van hemû xeyalên pêşerojê dinêrin dikare bê gotin ku projeksiyona pêşerojê ya di ciwanan de bi beşa civakê yê mayî re meyleke paralel û rasyonel bi dest dixe. Dema nûveya hatî bidestxistin bi çavkaniya bêbawerîbûnê ya mezin re bibe yek tê dîtin ku “bêkarbûn”, “xema pêşerojê” (ji bo welêt û kesane), “pirsgirêkên tenduristiyê”, “qeyrana aboriyê”, “pirsgirêkên hawîrdorê” pêşekî bi dest dixin. Em dikarin hevûdu piştgirîkirina van her du nûveyan wek girîngî bidestxistina derketina pêş ya xemên kesanê bixwendin.

ÇAVKANIYÊN PÊBAWERÎNEBÛNÊ

Dema em li pêbawerînebûna çavkaniyên ciwanên Kurd dinêrin em dibînin ku beşek nêzî ji sedî 50yî ji aliyê “bêkarbûn” û “ xema pêşerojê ya kesane” ve xemên wan ên kesane li pêş in. Hema piştî xemên wan ên kesane jî “xema ji bo pêşeroja welêt tê hîskirin” cihê xwe digire. Ev jî di bingeha xwe de her çiqas ku ciwan ji aliyê siyasî ve xwe li derveyî rojeva welêt bixwazin bigirin jî, di eslê xwe de mijarên ku tercîh û şertên jiyana wan bibandor û diyar dike dişopînin û li ser van mijaran jî xemên wan tê nişandan. Dema mijara pêbawerîbûna ciwanan bi kêfxweşî û tasavurên der barê pêşerojê yên berê bi bersivên hatî dayîn re bê fikirîn, tê dîtin ku faktorên sosyoaborî rewşa bawerî-bawerînebûna ciwanan bi rêjeyek girîng diyar dike.

ÇAVKANIYA XEMAN

Dema em li çavkaniyên xeman yên ciwanên Kurd dinêrin tê dîtin ku ciwanên mêr di mijara “bendbendîbûna civakî” (ji sedî 47,1), û “şer û pevçûn”ê (ji sedî 24,6), de zêde zêde biendîşe ne. Ev rewş wek şewqdana li ser ciwanên mêr ku nîvenga bendbendîbûna heyî ya li Tirkiyê ye, dikare bê xwendin. Wek şewqdan û encama vê rewşê di bikaranîna medyaya civakî de di ramanên siyasî û naverok parvekirinê de rewşa jê dûr sekinînê ji vê nîvenga bendbendîbûnê û pevçûnê revîn û wek ku di pêçokeyiya bêdengiyê de hepis bûbe jî dikare bê fehmkirin. Di nava çavkaniyên xemên jinan de jî rêza yekemîn “cînayetên jinan” (ji sedî 46,8) û “taciza cinsî” (ji sedî 28,8) cih digire. 

Bi van daneyên ku derketî holê em dikarin bibêjin ku di van demên dawîn de bûyerên wekî cînayetên jinan û taciza cinsî û polîtîkayên ku ji aliyê pergala baviksalariyê ve meşrûkirina şîddeta nêrî û bêcezabûnê endîşeya ku li ser jinên ciwan ên kurd afrandiye bi awayek şênber derxistî holê. Dema em van encaman bi hev re dinirxînin em dikarin bibêjin ku ristên cinsiyeta civakî ji bo ciwanan jî hinek hatî kargînkirin.

QEYRANA AVHEWAYÊ

Ji bo ku qeyrana avhewayê ya kurewî pirsgirekeke herî girîng a cîhanê ye û rasterast bandorê li qadên jiyanê kirina wê û ji ber sedema ku herî zêde ciwan bandora wan hîs dike de me pirsa we li hember qeyrana avhewayê tu çalakî pêanîne an na ji ciwanên kurd pirsî. Li beramberî vê li cihê li hember qeyrana avhewayê aktîvîzma polîtîk li platformên civakî/dîjîtal îknakirinê, hat dîtin ku meylên hayjêbûn û şikildanê gelek bilind hat dîtin. Ev rewş di çarçoveya rîsk girtinê de li hember civakê girtîtir û rû ber bi hundir ve lê belê di jêhaybûna rewşa qeyrana avhewayî ya kûrewî de hebûna ciwanên kurd derdixe holê. Ji aliyê din ve jî em dibînin ku agahdarkirina ciwanan, ya der barê di serî de qeyrana avhewayê û li ser pirsgirêkên hawîrdorê, zêdekirina hayjêbûna wan û hilberîna polîtîkayên çareseriya nîvengî bûye hewcedariyeke mezin.

 

PIRSÊN KU BI JIYANA CIVAKÎ Û ROJANE VE GIRÊDAYÎ

Me ji bêşdaran der barê jiyana civakî de hin pirs pirsîn û me xwest tevlî van îfadeyan dibin an nabin ji me re bibêjin.

  • Ji bêşdaran çaran sêyên wî di mijara berpirsiyariya di nava malê de gotine ku divê mêr jî bi qasî jinan berpirsiyariyê bigirin ser xwe. 
  • Ji beşdaran nîvî zêdetir (ji sedî 55,2) gotine ku em tevlî cudakirina bi awayê “dema mijara kar dîtinê hat zêdetir tercihkirina mêran” nabin. 
  • Nêzî nîvê ciwanan (ji sedî 48,4) gotine ku em tevlî faktora bingehîn a di jiyana kesan de malbat e nabin. Rêjeya ji sedî 30 ji kesên ku tevlî vê nabin pêkhatin, wek rêjeyeke ne kêm balê dikişine. 
  • Her çiqas ku piraniya beşdaran bi malbata xwe re bijîn jî ji bo pirsa; “zarok dema di mal de dijîn dê û bav li hev nekin jî, bihevrabûna xwe divê bidin berdewamkirin” ji sedî 36 bersiva “tevlî nabim” dayîna wan, ji bo ciwanan meyla ji malbatê serbixwe jiyînê derdixe holê. 
  • Guherînera din a hêzdarbûna diyardeya kesanebûnê nîşan dide jî ji bo pirsa; “divê her kes bibe kes û li gorî ku dixwaze bijî” ji sedî 51,6an tevlîbûna xwe diyarkirin e. 

 

BEŞA IV: NASNAMEYA ETNÎKÎ, OL Û TÊGIHÎŞTINA CUDAKARIYÊ

AÎDIYETA NASNAMEYÊ

Ji çaran sêyên ciwanan (ji sedî 75,9) gotine em xwe aîdê nasnameyeke etnîkî hîs dikin. Bi rêjeyeke mezin aîdîyet hîskirina ciwanên kurd dane nişandan ku bi nasnameyê re têkiliyên wan ên bi hêz hene, wekehevî bûne û hîn jî wê diparêzin. Bi aîdîyeta nasnameyê ya ciwanan ve têkildar wek faktora; kirpandina bi hêz, bi rêjeyek mezin helwesta wan a polîtîk, tasavvura wan a pêşerojê, xem û rewşa wan a kêfxweşbûnê jî diyar dike, derdikeve pêş. Ji bêşdaran pêncan yekê wan xwe aîdê komeke etnîkî hîsnekirin jî nuxteyeke binirx ya balkêş e.

ZIMAN

Dema me ji başdaran pirsa; “hûn di mal de bi kîjan zimanî an zimanan diaxifin” ji sedî 86ê wan gotine ku em di mal de bi kurdî diaxifin. Lê belê vê wek ku di mal de tenê bi kurdî tê axaftin şîrovekirin nemumkun e. Ji ber ku ji sedî 84ên wan bersiva Tirkî dane. Di vir de mirov dikare diyar bike ku têkiliyên ciwanan ên di nava malbatê de bi awayek du zimanî pêk tê. 

Mirov dikare bibêje ku, nifşên Z yên Kurd ji nifşên berê xwe gelek zêde wek Kurdî-Tirkî pirzimanî pêk anîne. Bi qasî Kurdî di jiyana rojane û di nava malê de ji bo têkilî girêdanê bikaranîna Tirkî jî wek kitekiteke balkêş disekine.

CUDAKARIYA HATÎ TÊGIHÎŞTIN

Di bersiv dayîna pirsên cudakariyê de jî wek ji çaran sê rêjeyeke mezin gotine em bi cudahiyê re rû bi rû mane, dema me ve cudakariyê bi nasnameyê re bi sînor kir jî hat dîtin ku ji bêşdaran sedî 61,9ên wan bersiva erê dane. Mijarên ku herî zêde bi cudakariyê re rû bi rû mane jî nasnameya etnîkî ji sedî 70,2 û ziman ji sedî 30,6 tê rêzkirin. Bi vê encama ku derketî nîşan dide ku, ciwanên Kurd di mijara ziman û nasnameya etnîkî de bi rêjeyek mezin bi cudakariyê re rû bi rû mane û têgihîştina wan a cudakariya li hemberî koma wan a etnîkî diyar e ku bilind e.

Ji bo pirsa; ciwanên kurd ji ber nasnameya xwe ya etnîkî li welêt bi cudakariyê re rû bi rû mane an jî muameleya xerab dîne xwe aîdê komekê hîs dike an hîs nake bi rêjeya ji sedî 61,9 bersiva erê dane, ev jî di mijara têgihîştinê ya cudakariyê de wek rêjeyeke girîng balê dikişîne.

Ciwanên kurd îfade dikin ku di mijarên nasnameya etkînî û ziman de bi rêjeyek mezin bi cudakariyê re rû bi rû mane. Bi vî re jî ji beşdaran ji sêyan nêzî yekê wan diyar kirine ku di mijara cinsiyetê de bi cudakariyê re rû bi rû mane. Rêjeya ku ji ber rewşa aboriyê bi cudakariyê re rû bi rû mane difikirin, ji beşdaran ji pêncan yekî zêdetirbûna wan jî bi nîşandana pirsgirêkên wekî bi gelemperî bêkarbûna ciwanan, tengasiya debarê, derfetên kar ku ji ber rewşa aboriyê ye, jî gelek balkêş e.

DI SAZIYAN DE CUDAKARÎ

Beşdar der barê saziyên ku cudakarî lê hene de li gorî bersivên ku dane îfade kirine ku li; “civakê bi bigelemperî” ji sedî 67,3, “medya”, ji sedî 57,5, “dadgeh” ji sedî 56,9, “artêş” û “polîs” di vê hilbijêrê de jî dîsa li ser ji sedî 50 re ye, di partiyên siyasî de jî ji sedî 49,6 cudakarî heye. Bi vê ve girêdayî ciwan difikirin ku li “dibistan/zanîngeh”, “cihên kar”, “walîtî/kaymakamtî”, “şaredarî, Saziyên Sivîl ên Civakî” di van saziyan hemû de jî bi ser ji sedî 30î re cudakarî heye. Rewşa pêbawerînekirinê ya hema bigire ji her qadên jiyanê bi rêjeyek mezin hebûna cudakariyê difikirin, di nav de ciwan ji hene dibe ku ji sedeman yek jî ev be.  Ev rewşên cudakariyê yên ciwan di her qadên jiyanê de têdigihîjin mirov dikar bibêje ku di mijarên wekî bêbawerîbûn, endişe, kêfxweşnebûnê diyar dike. 

Ji ciwanan dema pirsa ji bo ku mirov cudakariyê kêm bike we çi kir tê pirsîn bi rêjeya ji sedî 41,5ên wan gotine ku me “tu tiştek” nekirine. Dema ji kesên ku tu tişt nekirine sedemên wê tê pirsîn jî tê dîtin ku ji sedî 47,2yên wan gotine “tu tişt naguhere”, ji sedî 28,7an jî bersiva “hewce nake” dane. Bi rêjeyek mezin gotina ciwanan a tu tiştek naguhere ji bo rewşa bêhêvîtiya ya li ver derketî holê daneyeke girîng pêşkêş dike. Bi vê rêjeyê ve wek rêjeya herî mezin a ku di qeyrana avhewayê de hatî dîtin ku bersiva; “cara pêşîn guhertina fikrên kesên li derûdora xwe” hatî dayîn. Lê bele di mijara cudakariyê de rasterast bi awayek aktîf hebûna beşdarbûna wan/bertekên wan jî tê dîtin: ji sedî 23,4 “ez tevlî protestoyan bûm” e. Wek pêveka bi vê ve ji bo kesên ku difikirin ku dê cudakariyê biguherin meyla wan a dengdayînê em dibînin ku nêzî sedî 30 e. Ev rewş nîşan dide ku ji aliyê saziyên siyasî ve der barê cudakariyê de gotinên ku gotine û gavên ku avêtine ji aliyê ciwanan ve bi awayeke erênî hatî peşwazîkirin.

Ji bo pirsa; “ji bo ku cudakarî bê kêmkirin kîjan sazî hewl didin?” jî bi rêjeyek mezin Saziyên Civaka Sivîl (SCS) (ji sedî 51) digirin. Di rêza duyemîn de jî tê fikirîn ku rêxistinên demokratîk ên girseyî ji sedî 37,7an li hember cudakariyê hewldana xwe nîşandidin, baweriya wan a bi partiyên siyasî re ya ji bo hewldana wan a li hember cudakariyê jî bi sedî 24,3yan di rêza sêyemîn de dimîne. Ji bo pirsa; “hûn difikirin ku saziyên ku hewl didin dê çareseriyê bînin?” jî bi rêjeyek mezin ya ji sedî 43yan bersiva “na” hatî dayîn. Kesên ku bersiva “erê” dane jî bi rêjeyek kêm a ji sedî 17an mane. Di vir de dîsa li hember cudakariya ku hatî têgihîştin de di mijara çareseriyê de ji hakimbûna rewşeke bêhêvîtiyê dikare bê behskirin.

Dema li bandora dîjîtalbûn û pêşketina teknolojiyê ya li ser înternet bikarnîna ciwanan bê nêrîn tê dîtin ku, ji bo ciwanan habitusa dîjîtal şêwazeke nû ya berxwedanê, şêwaza çalakîderxistina holê, wek qada kêfxweşnebûna xwe ya kesane û berxwedan nîşandanê pêk aniye. Tê dîtin ku di platformên medyaya civakî yên wekî like, şîrove û retweet cihê jihevbandorbûnê, bi awayek klasik wekî hatî hînbûn wek şêwazeke berxwedanê protesto, meş cihê çalakiyan girtî û qada reaksiyona rayagel û dîtbariya hestiyariya nû pêk aniye. Ev rewşa nû di heman demê de, bi derxistina bi awayek kesane kesên ku wek wan difikirin, bi kesên din re endamê civakeke hevparbûnê danîna holê, mekanîzmayên ku cemaetên xeyalî yên ku ew endam in û rêxistinkirinên nû nîşan dide. 

OL

Der barê pirsa aîdiyeta bi olê re jî bi rêjeya ji çaran sê ciwanên Kurd gotine ku “ew xwe aîdê oleke hîs dikin”. Bi vê re, dema ji wan pirsa hûn xwe oldar dibînin an nabînin tê pirsîn jî bi rêjeya ji sedî 52,8 gotine ku “em ne oldar in”.  Bi tevahî rêjeya kesên ku bersiva “ez oldar im” dane jî ji sedî 23,3 ne. Dema pirsa “hûn çiqas diçin îbadetxaneyê?” tê pirsîn jî ji sedî 54,7ên wan diyar kirine ku tu demê neçûne. 

Dema tê fikirîn ku Tirkiye di nava welatên oldar de cih digire, ji nîvî zêdetirên ciwanên Kurd xwe wek oldar nedîtina wan bi rêjeyeke gelek mezin derdikeve pêşberî me, gotina  ji sedî 54,7an a ku gotine em tu carî neçûne îbadetxaneyê jî pişgiriya vê daneyê  dike. Dema li ber çawan bê girtin ku di navbera ciwanan de meyla oldarbûnê ji nifşên din bi awayek diyar ber bi aliyê kêmbûnê ve ye, di nava ciwanên kurd de jî ev meyla bi awayek gelek zêde derdikeve pêşberî me. Bi taybet jî lêgerîna îktîdarê ya neslên oldar di serî de, medrese, tarikat, cemaet û di bin banê saziyên olî de profîla ciwanên ku ew dixwazin biafirînin dema li ber çavan bê girtin, ciwanên Kurd ji van lêgerînan cudatir, meyleke sekulertir nîşan dide.



 

BEŞA V: SIYASET

Nifşên Z yên Kurd: polîtîk in, apolîtîk in, depolîtîk in?

Di qadên ku li jiyana civakî bandor dike de, wek tevheviya raman û çalakiyan a der bare rêveberiyê de, wek qada sepandin û navgîna nirxandina polîtîka û daxwazên civakî dikare bê nirxandin. Çareseriya pirsgirêkên ku kesan jiyaye bi di mekaznîzmayên biryargirtinê de kesên wan pirsgirêkan jiyaye bi cih girtinê mumkun dibe. Ev rewş bi qasî ku ji bo hemû kategoriyên civakê pêktîne dibe çarçoveyeke derbasdar ji bo nifşên ciwan jî heman e. Bi vê ve girêdayî wek kategoriyek di nava van pêvajoyan de bi awayek aktîf cih girtina ciwanan, hem ji aliyê civakî ve hem jî ji aliyê çareseriya pirgirêkên kesane ve nêzîkî lêkirinên nû derdixe hole.  

Wek nifşên hemsalên xwe yên di cîhanê de ciwanên Kurd jî di çarçoveya kategoriyên polîtîk, apolîtîk û depolîtîk de di nava vê çarçoveya gelemperî de dikare bê nirxandin. Wek pêşekî mirov dikare ji faktorên dîrokî, siyasî û civakî yên ciwanên Kurd a eleqeya polîtîkayê, dahiliyeta wan a qada polîtîk diyar dike behs bike.  

Ji bo helwesta polîtîk an jî beralîbûna siyasî ya vê nifşê bi encanên pirsên  “Hûn endamê partiyekî ne?” û “Hûn berê pêşîn dixwazin li welêt çi biguherînin?” tevahiya nûveyên ku derketî holê mumkune ku xwedî çi cure şewaza helwestekî ne dikare bê dîtin. Her çiqas ku kesên bersiva “ez endamê tu partiyên siyasî nîn im” dane ji sedî 89 bin jî, rêjeya kesên ku daxwaza xwe ya li welêt tiştê ku dixwazin biguherin “pergala rêveberiyê” ye gotine jî ji sedî 52,3 ye û ev rêje jî li gorî bersiva ku ji bo pirsa yekemîn dane rêjeyeke gelek bilind e. Bi vê ve girêdayî bersivên ku ji bo her du pirsan hatî dayîn û yên ji kitekitên bin jî tê fehmkirin ev nişf ne polîtîk e û terciheke depolîtîk kirine. Lê belê mefhûma apolîtîk a wekî “helwesta siyasî, naverok an jî pêşdarazî nebe, wek polîtîk notr” dê bê pênasekirin, têgîna depolîtîkê li derveyî navenda siyasî ya heyî, bi îrade û rizaya xwe li tiştên ku pêk tên daxwaza mudahaleyê ye. Ji vî aliyê ve ji bo nifşên Z yên Kurd pêşniyaza depolîtîk ji aliyê nişandana derxistina taybetiyên karekterîstîk û têkiliyên qada polîtîk a vê nifşê dikare wek pêşniyazeke derbasdar îfade bike. 

Apolîtîkbûn di heman demê de di mijarên civakî an jî siyasî de bi xwedînebûna nêzîkî lêkirina bê eleqetî û antîpatî dihewîne re çandeke hevnirx e. Ev çand hem ji aliyê pevxistinî hem jî ji aliyê sedama stratejiya ragihandinê ve di nava nifşa dîjîtal ya habitusê de maye wek rewşa ji nû ve biçandbûnê ye.  Cudatiya herî girîng ya di navbera polîtîkbûn û depolîtîkbûnê de tam di vê çarçoveyê de zelal dibe. Ji ber ku li hember tiştên ku dibin û derbas dibin wek kirdeyeke bi bandor refleks nîşandan an nîşan nedan di nava vê qada nû ya tê behskirin de ye û şiklê şêwazgirtinê jî bi rûdana derve re eleqedar e. An jî ev halê çanda ku tê behskirin dê li ser kîjan qadê bê înşakirin e. Ji ber sedemên dîrokî û civakî, her çiqas ku refleksên îdeolojîk û polîtîk bisînor be jî çandeke antî-otorîter a li gorî ruhê ve nifşê jî tê dîtin ku heye. Rewşe balkêş a din jî her çiqas ku ji beşdaran sedî 55 xwe nêzî HDPyê hîs kiribe jî xwe bi tu nasnameyên siyasî pênasenekirina wan e. 

Ji ber wê jî nifşên Z yên Kurd li ser mantiqeke rast wek apolîtîk senifandin dê pênaseyeke rast nabe. Bi ji nûveyên sosyolojîk ên di nav de şewazgirtî destpêkirinê di cihê ku ev nifş wek apolîtîk pê pênasekirin de wek nifşeke depolîtîk pênasekirin dê rasttir be. Şêwazên polîtîka pêkanînê yên heyî li ser nûveyên sosyolojîk wek helwesteke redbûnê derdikeve holê. Li vir nîqaşa depolîtîk di çarçoveya xwedî mijarê de wek sembola beralîyê pirsgirêkên bingehîn û têhînan dîtin dê nêzîkî lêkirineke rasttir be. Pê ve girêdayî di çarçoveya bersiva pirsa “Hûn xwe nêzî tu partiyên siyasî hîs dikin?” û bersiva pirsa “Hûn dixwazin çi biguherin?” helwesta ku derketî holê dide nîşandan ku li hember nûveyên civakî û bûyeran bê eleqe nemane.  

Ev mijar jî diyar dike ku nifşên Z bi rêjeyî  (ji sedî 52,5 “eleqeder nebûnê” ji sedî 19,3 “eleqeder bûnê” diyar kirine)  bi polîtîkayê re eleqeder bûne lê belê dê nekevin nava polîtîkayeke çalak, tê dîtin ku di vê çarçoveyê de depolîtîk mayînê tercîh kirine. Ji aliyê din ve bi aîdiyeta nasnameya xwe û nasnameya çalak de (ji sedî 75,9) û têkiliyê ku bi zimanê xweyê dayîkê re pêk aniye (ji sedî 86) tê dîtin ku ev nifş ne apolîtîk in, depolîtîkbûna xwe nîşan didin. Ev rewş dikare di heman demê de bi habîtusa dîjîtal a ku wek qadeke ji berê ve nehatî ceribandin formasyona polîtîkbûnê û şêwaza çalakiyê guhertinê ve jî wek derfet û konfor pêşkêşkirinê dikare bê îzahkirin. 

Ji bilî vê jî daxwaza rêveberiyê guherinê bi rêjeyeke mezin ji sedî 52,3yan re teqabûl kirin dide nîşandan ku ev helwesteke xisusa li hember otorîterbûnê ve eleqedar e, bi awayek net bê diyar dike. Ev jî der bare tişta îdeal de helwesteke polîtîk, lê belê wek reflek û teşebûsa bidest xistina der barê vê tişta îdeal e, de jî teqabulê helwesteke depolîtîk dike.

Her çiqas ku bi ser çarçoveya olî de bersivên ku ji bo pirsan de bi rêjeya ji sedî 74an xwe aîdê oleke hîs bikin jî, di mijara pêdiviyên olî pêkanînê de jî bi rêjeyeke mezin (ji sedî 54,7) bê eleqe mayîn jî tekabulê rastiyeke sosyolojîk a din dike. Pê ve girêdayî nûveya olî û xeysiyetên muhafazakarbûnê yên perçeyeke çalak a sosyolojiya civakî ya civaka Kurd bi vê nifşê re heliyabûnê nîşan daye û heta derbasî mecrayeke sekuler bûye. 

Bi nûveyên wek vê û ji yên dişibin vê destpêkirinê mirov dikare bibêje ku beraliyên siyasî û civakî yên nifşên Z yên Kurd li derveyî sosyo-polîtîka heyî li derveyî “qadeke civakî” şêwaz girtî. Bi qasî ku ev rastî li tevgerên vê nifşê yên sosyo-çandî, sosyo-aborî bandorê dike li aliyê wan ê civakî û siyasî jî bandorê dike. Bê şik tê dîtin ku bi tercihên wan ên siyasî û tevgerên wan ên dengan re cudatiya di navbera nifşan de jî bi awayek net derdikeve hole. Ev arasteya veguherînê ya nifşên Z, di çarçoveya kodbûnê de dê civaka Kurd di zorê de bihêle û dê ji bo elîtên wî yên siyasî jî hilbijêrên nû yên peywîrê pêşkêş dike.

Pê ve girêdayî li Tirkiyeya vê rojê de tê dîtin ku dê nasnameyên siyasî bi awayek kesîn li ser hêrsdariya olî neyên înşakirin lê belê hesasiyeta nasnameya etnîkî û çandî hîn jî roleke dorpêç dike dê bilîze. Wek lêkolînên din jî nîşan dane wek mefhûma “netewperestiye” ya ku înşaya nasnameya Tirkî li ser hatî avakirin hişmendiya nasnameya Kurd jî bi şibandina vê ya li ser saîkeke bi pêş ketî. Pê ve girêdayî nifşên Z yên Kurd ên ku bi hemsalên xwe yên cîhanê re bi awayek paralel bi pêş ketî li derveyî şablonên polîtîk ên heyî helwestan nîşan didin, nasnameya xwe ya etnîkî û çandî jî wek ya li cîhanê li ser sosyolojiya nasnameyê înşa dike. Her çiqas ku bi taybetî zimanê dayikê, nasnameya etnîkî û nûveyên olî skalaya meylan nîşan bide jî tê dîtin ku mijara aîdîyetê wek ên di cîhanê de di çarçoveya dorpêçkirina nasnameyê de pêk tê. Daneyên ku di destên me de berevajiyê hin îdiayên lêkolînên din polîtîkîtiya siyasî ya Tirkiyeya di vê rojê de, ne ya ku ji kom û nasnameyên siyasî derbas dike ye, dikare bê gotin ku wek nûveyek wan zêdetir dorpêç dike pêşketinê pêk tîne.

Nifşên Z yên Kurd ên ku xwedî helwesteke depolîtîk in, di mijara nasnameya etnîkî û zimanê dayîkê de tê dîtin ku nêzî nifşên berê xwe hevgirêdana wan a aîdiyetê heye. Ji ber wê jî qada ku jê dûr ketî ne nasnameya etnîkî û aîdiyeta çandî ye ev şêwaza form û bikaranîna wan a berê ye.

Ji bilî vê jî hem daxwazên sosyo-aborî, hem meylên wan ên beşekî, hem jî veguherîna bingehîn a tercihên wan ên di jinê yên vê nifşê, di xêzeke bi cîhanê re paralel de îşareta têkiliyên hilberîn û berxwarinê yên “post-materyalîst”î dike. 

Ji ber ku koma mînakdayînê ji sedî 22,7 gotine HDP ya ku ji aliyê siyasî û tercihan wan ên deng bikaranînê ve nêzîkê xwe dibînin, kî nîşan bide ew ê piştgiriya xwe ya bi wan re bidomînin, diyarkirina wan dide nîşandan ku nasnameya etnîkî di vê qada nû de jî bi awayek girîng bûye sedem, heta tesîra heyî bi awayek bi hêz berdewambûne wî wek di encam de derketiye. Encamên ku derketî holê ji bilî vê jî li vir vê bi me dide nîşandan ku: nifşên nû di qada dîjîtal de qadeke nû ya azad a estetîk keşif kirine û di mijara diyarkirina qedera xwe de di çarçoveya vê hevgirêdanê de anîna ziman hîs dikin û pê bawer dikin. Her çiqas ku ji hevgirêdanên klasîk ên civakî neqetiyabe jî ji aliyê wan ve pênasekirina pirsgirêkan, îfade kirin û heta ji bo çareseriyê qadên heqîqetê yên nû keşifkirin û berê van qadan hatina qada dîjîtal wek rastiyek bi nûveyên ku lêkolînê derxistî holê re li hev dikin.

DER BARÊ SIYASETÊ DE

Ji bo pirsa; “Hûn çiqas bi siyasetê re eleqedar dibin?” beşdaran ji sedî 19,3 bi awayê “eleqedar dibim” bersiv dane. Ji nîvê beşdaran zêdetir jî (ji sedî 52,5) gotine em eleqedar nabin. Li bajarên Kurd û bajarên rojava dema şêniyên ciwanên ên Kurd li ber çavan bê girtin ewqas kêm derketina eleqeya bi siyasetê re wek nuxteyeke balê dikişîne derdikeve pêş. Li vir dîsa faktorên wekî bêçareseriyê û bêhêvîtiyê yên berê jî derketibû pêşberî me em difikirin ku roleke baş lîstiye. Ciwan her çiqas ku bi riza nîşandanê bi siyasetê re eleqeder nebin jî ji pêvajo û siyaseta welêt bi rêjeyeke mezin agahdar in. Pilatformên medyaya civakî wek qada nû ya ku vê eleqe û têkiyê der dixe derdikeve hole.

Ewqas kêm pîvana eleqeya ciwanan a bi siyasetê re, wan wek kategoriyek depolîtîk vediqetîne. Tê dîtin ku ciwan di îdraqa pêşketinên siyasî yên di jiyana wan a rojane û sosyal de ye, di nûxteya helwesta polîtîk û hişmendiya polîtîk de her çiqas ku xwedî cudakirina xwedî hayjêhebûnê bûyîna wan, rewşa wan a ji siyasetê bi mesafe jî tê dîtin ku ne apolîtîk e, wek helwesteke depolîtîk derkikeve pêş. Ji bilî vê di heman demê de nîvekiya salên kesên siyaset çêker, serokên partiyan ên gelemperî, fîgurên ku bandorê li civakê dikin her ku diçe zêde dibe û wek encama vê di navbera ciwanan û wan de bi kodên, ziman û têgînên wan re temas pêkanînê de di vê mesafebûnê de wek faktorek dikare bê nirxandin.

Dema ji beşdaran “partiyek ku ew nêzî xwe hîs dikin heye an na” hat pirsîn jî ji nîvî zêdetirê wan (ji sedî 55) hebûna partiyeke ku ew xwe nêzîk hîs dikin diyar kirine. Dema em li gorî partiya ku nêzî xwe hîs dikin li rêjeyan dinêrin ji sedî 57,8an bi awayek navber kirina nava xwe û partiyên din HDP derdikeve pêş HDPyê jî ji sedî 18,4an CHP dişopîne. Ev jî dide nîşandan ku CHP di nava ciwanên Kurd de li gorî berê trendeke wan a bilind heye. Li pişt vê trenda bilind dibe jî hilbijartinên xwecihî yên 2019an de bi “stratejiya danwendakirinê” ya ji aliyê HDPyê ve li bajarên rojava dabû meşandin pareke bilind ya vê bûn wek îhtîmaleke derdikeve holê. Bi rêjeyek mezin xwe nêzî HDPyê dîtina ciwanên Kurd bi helwesta polîtîk û tercihên civaka kurd re jî paralelbûnê diyar dike.


LI TIRKIYÊ KARGERÎ DEMOKRASIYÊ

Ji bo pirsa “Hûn li Tirkiyeyê ji kargeriya demokrasiyê çiqas kêfxweş in?” ji çaran sêyên beşdaran zêdetir (ji sedî 76,6) bi awayek diyar kêfxweşnebûna xwe îfade kirine. Meyla otorîterbûnêya ku li welêt her ku diçe zêde dibe, siyaset bendbendîtiyê û her ku diçe kêmbûna standardên demokrasiyê ji kargeriya demokrasiyê kêfxweşbûna ciwanan jî bi rêjeyek mezin diyar dike.

HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ (TURA 1.)

Ji bo pirsa “Hûn di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe didin kîjan namzetê?” ciwanên kurd ji sedî 39,4 persiva Selahattîn Demîrtaş dane. Ev rêje di nava hilbijêrên kurd de her çiqas ku populerîteya Demîrtaş gelek bilind be jî dixuye ku di nava ciwanên kurd de bendava ji sedî 50 derbas nekiriye ev jî diyar dike ku hilbijêrên kurd di asta polîtîkbûn û matematîka hilbijartinê de xwedî hişmendiyê ne.

Ji aliyê din ve helwest ciwanan a di derbarê Demîrtaş de di hevgirêdana xeta HDP nîşandaye de ji konsîlîdekirinê re vekiriye. Em dibînin ku ciwanên Kurd piştî Demîrtaş di rêza duyemîn de dengên xwe ji bo namzetên Îtîfaqa Mîlletê bi kar tînin. Di nava van namzetan de bi ji sedî 46an herî zêde Ekrem Îmamoglu tê tercîhkirin. Ev rewş dide nîşandan ku polîtîkaya ku HDPyê di hilbijartinên 2019an de bi kar aniye îknakirina wê ya ciwanên Kurd berdewam dike. 

Kêmbûna rêjeya baweriya bi ÎBByê re lê li hember vê parastina populerîteya Îmamoglu jî dikare di vê çarçoveyê de bênirxandin. Ji aliyê din ve jî tê dîtin ku stratejiya HDPyê ya bi îktîdarî danwendakirin û bi awayek stratejîk deng bikaranîn ji bo ciwanan gelek rasyonel e û îknakirina wî derdixe hole. Di skalaya dengan de bi rêjeya ji sedî 12 hilbijêran bêbiyarbûna xwe diyar kirine, piştî wê jî ji sedî 11,2 jî ji aliyê Erdogan ve tercîh hatî kirin. Heke em piştgiriya ku Erdogan ji hilbijêrên Kurd digirin li ber çavan bigirin, di navbera ciwanên Kurd de ev rêjeya kêm dibe berdewam dike.


HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ (TURA 2.)

Me ji ciwanên Kurd pirsî; heke di tûra yekemînde namzetên ku hûn piştgirî didinê bisernekeve û hilbijartan bimîne tûra duyemîn di vê rewşê de hûn piştgirî didin kî, di encama vê de piştgirya ku ji bo Demîrtaş hatibû dayîn di tûra duyemîn de ji sedî 10 daket û derket holê beralîkirina partiyê jî di encama ji sedî 22,7an de ma. Em wer difikirin ku di nava vê rêjeyê de beşeke ji sedî 8ên wê bixwe berê xwe dane Ekrem Îmamoglu. Ji aliyê tûra duyemîn ve hatî dîtin ku ciwanên kurd ji sedî 3,3 dengên xwe didin Erdogan. Ciwan di mijarên rejîm û meseleya sîstemê de, otorîterbûn, bêkarbûn, xema pêşerojê de bêrêxistin bin jî di nava reasiyonê de ne, di vê rewşê de jî li dora namzetên îttîfaqa Mîletê konsolîdasyon derdikeve pêş.


DIVÊ SEROKÊ WELATEKÎ DÊ ÇAWA BE

Dema taybetiya herî girîng ya serokê welat hat pirsîn bersivên; “adil”, “bêalî”, “azadîparêz” li ser ji sedî 30î re bû û piştre jî “perwerdedîtî” û “ciwanbûn”a wan hat tercih kirin. Rêjeya kesên ku gotine serokê welatekî divê ototîter be (ji sedî 6,7) û “oldar” be fikirîne jî ji sedî 3,5 dixuye. Fîgurên siyasî yên ku ciwanan îdealîze kirine  bi wesfên “adil”, “bêalî”, “azadîparêz” û “pewerdedîtî” de kombûn di heman demê de şîfreyên meyl û lêgerînên xwe jî di nav de dihewîne. Pêve girêdayî her çiqa ku ciwanên Kurd çalakiyeke bandordar û polîtîk li dar nexin jî di bingeha xwe de wek civakeke ku xwedî tehayulên xwe yên polîtîk bin derdikevin pêş. Ev ewş ji bo kesên ku li welêt siyasetê dikin balkêş e. Ji aliyê din ve li hember hemû beralîkirinên îktîdarê, lêgerînên wan ên civakeke muhafazakar înşakirinê û helwdana wan a neslên oldar afirandinê; ciwanan ji aliyê zêdebûna meylên sekulerbûn, azadîparêzî, laîktî, meylên hawîrdorî diçin û bervajî vê jî profîla dîndaran jî ji sedî 3,5an de bi awayek kêm mayîn wek nuxteyek ji hev veqetînê disekine.

HEKE HÊZA WE YA GUHERTINÊ HEBÛYA WE LI WELÊT BERÊ PÊŞÎN ÇI DIGUHERAND?

Ji bo pirsa heke hêza we ya guhertinê hebûya we li welêt berê pêşîn çi diguherand re ji nîviyan zêdetir beşdarvan (52,3) bersiva pergala reveberiyê dane. Piştî 2017an bikaranîna Pergala Serokkomariyê ciwan nepejirandine û sedema pirsgirekên ku dijîn dibinin, bi vê ve girêdayî berê pêşîn dixwazin ve pergalê biguherînin ev jî asta têgihîştina wan diyar dike. Her çiqas ku pêwendiya wan a siyasî kem be jî xwesteka wan a ku guherandina pergala rêveberiyê ye xalek giringe, divê li ser be sekinandin. Xwesteka wan a guherandina “Pergala rêveberiyê” û “qanûna bingehîn” nezî ji sedî 82 ye, ji her 10 ciwanan 8 ê wan wek çavkaniyên pirsgirekên ku dijîn dibinin, ji ber vê sedemê girîngê. Her wekî din ew tercihên wan bi “edalet”, ”cudakarî” ye jî fikirîn dê baştir be. 

ENCAM Û PÊŞNIYAR

  • Ev xebat balê dikişîne ser dînamîkên sosyokulturî, sosyoekonomî, û sosyopolîtîk ên nifşê ciwan ê Kurd. Têkiliya nifşê Z yên Kurd bi nifşên beriya xwe re, yên pê xwe re û yên di nava xwe de, herwiha bandora li ser hev, dîsa tesîra dijîtalizasyon û teknolojiya ragihandinê ya li ser vî nifşî, bi 5 sernavên bingehîn ên weke “Demografî, rewşa perwerdeyê, peydakirina kar, hatina aborî”, “tercîhên medyayê”, “jiyana rojane û civakî”, “nasnameya etnîkî, ol û biçûkditînî” û ‘’siyaset’’ digre dest.
  • Nifşê Z yê Kurd jî weke hemnifşên xwe yên din ên li cîhanê ne komeke hevgirtî ango homojen e. Xwedî çînên cûda yên civakî û aborî, çand û siyaseta cêwaz in. Ev nifş di bin bandora encamên rewşa siyasî, çandî û aborî ya welêt de maye. Ev rewş weke tabloyeke paralel a li Tirkiyê heyî ji bo berçavgirtina karên pêşî yê ciwanan, hesasiyetên wan girîng e.
  • Rewşa aborî weke pirsgirêka bingehîn a nifşê Z yên Kurd derdikeve pêş û ev yek bandorê li ser fikar û tirsa ciwanan, bêdilî û xeyalên wan ên pêşerojê dike. Ev rewş jî çêkêrên siyasetê, partiyên siyasî, komel û saziyên civakî yên sivîl neçar dihêle ku di dema avakirina pêşerojê de pirsgirêkên bingehîn ên weke bêkarî, fikarên pêşeroja vî nifşî esas bigrin. 
  • “Kuştina jinan” û “destdirêjiya cinsî” weke fikarên herî mezin ên jinên Kurd ên ciwan di rêza pêşîn de ne. Têkiliya di navbera jin û mêran de li ser esasê perçiqandin û kedmijiyê, newekheviya cinsî ya civakî derdikeve pêş. Di demên dawî de polîtîkayên bêcezahiştina tundrewiya li ser jinê, biryara yekalî ya destkişandina ji Peymana Stenbolê, ku bi biryarnameya serokomariyê pêk hatibû û ji bo pêşîgirtina dijwariya li dijî jinê û ya di nava malbatê de girîng bû, fıkarên jinên ciwan ên di van waran de gelekî zêde kirine û bêewleyî hiştine. Ji bo jin xwe di nava civakeke bi ewle de bibînin divê bi lez û bez ji bo wekhevî, edalet û têkoşîna li dijî dijwariyê normên xurt werin danîn, qanûn werin derxistin û polîtîka werin destnîşankirin.
  • Çaresernekirina pirsgirêka Kurd hemû civakê û piralî bi taybet li ciwanan bandor dike. Çaresernekirina pirsgirêka Kurd a dîrokî, şer, pevçûn û siyaseta cûdakirinê weke pirsgirêkeke girîng bandorê li jiyana rojane, têkiliyên civakî û heyalên pêşerojê dikin.
  • Nifşê Z yên Kurd bi taybet ji ber rewşa şer a van heft salên dawî bêhtir xwe paşde kişandine û di nava wan de reaksiyonên takekesî xwe dane der. Zêdkirina mekanîzmayên kontrol, berçavkirin û her wekî din bandorê li jiyana rojane dike û têkiliya ciwanan a bi polîtîkayê re cûda dike.
  • Nifşê Z yên Kurd ji dijîtalbûn û pêşveçûna teknolojiya ragihandinê bi awayekî taybet bi bandor dibin û di nava habîtûseke dijîtal de, di warê takekesî, civak, çand, siyaset û xwerêxistinkirinê de ‘‘posizyoneke qebûlkirinê‘‘ xwe dide der. Nifşê nû ji rewşa tê zanîn cûdatir, di nava habîtûsekê de reaksiyonên nû nîşan dide, kodên nû ava dike, aboriyeke hilberîn-xerckirinê û hîsa ava dike. Ev rewş di serî de nifşê Z ji bo fêhmkirina nifşên ciwan parametreyeke girîng e.
  • Dema em li têkiliya nifşê Z yên Kurd bi medya nû û platformên dijîtal re dinêrin, ev nifş li dewsa TV, radyo û rojnameyên çapkirî, berê xwe didin alavên medyaya dijîtal. Ev guhertina di warê enformasyonên civakî û siyasî de, bi ciwanan re tekiliyê de giringiya alavên medya ya dijital nîşan dide. Ev rewş diyar dike ku destnîşankirina politîkayen ciwanan de û di stratejiyên ragihandina sîyasî de divê li ber çav bê girtin.
  • Hem ji ber polîtîkayên otorîter ên pêk hatin, hem jî ji ber awayên nû yên civakbûnê ku ragihandina dîjîtal zêde kir, têkiliya wan bi komên nû û bi qada polîtîk a klasîk re gelekî guherandî ye. Di tabloya derdikeve pêş de, em dibînin ku di nava ciwanên Kurd de helwesteke depolîtîk derdikeve pêş. Ciwan zêde li dûrî qada siyasetê namînin û bi awayekî polîtîk helwesta xwe nîşan didin. Ev rewş bi taybet ji bo çêkêrên polîtîkayê vê, ji bo dînamîkên guherînê fêm bikin, girîng e.
  • Weke hem di nava nifşên nû yên li cîhanê û hem jî yê Tirkiyê de tê dîtin, di nava nifşê Z yên Kurd de jî têgihîştina ol û îbadetê êdî hatiye guhertin û veguhertin. Ev rewş cûdatiyakê dike nava xwe û nifşên beriya xwe. Balkêşe di warên fikrên cûda, bawerî û nasnameyê de piraîdeyetî heye.
  • Di warê hîyerarşiya gerontokratîk û biryargirtinê de kategoriya temen weke pirsgirsgirêkeke bingehîn di nava nifşên nû û nifşên beriya xwe de derdikeve. Ev weke pirsgirêkeke nifşê Z yên Kurd bi nifşê beriya xwe re tê holê. Ev rewşa bingehîn bi taybet bi pêşketina teknolojiya ragihandinê ya dijîtal re dihêle ku nifşê Z yên Kurd têkiliyên xwe bi rêxistinên civakî yên sivîl, komel û partiyên siyasî re biguherîne. Ev yek nîşan dide ku divê ev rêxistin bi awayekî hîn zêdetir bêbawerî û muhafazkariya di vî warî de heyî û gumanên wan kêm bike. 
  • Di nava xebata me de derket hole ku baweriya nifşê Z yên Kurd bi sîstema hukûmeta serokomariyê û esker, polîs, dadgerî û hemû saziyên burokrasiya vê sîstema nû gelekî kêm e. Ev yek bandorê li xeyalên pêşeroja van ciwanan dike û daxwaza derketina derveyî welêt zêdetir dibe.