• Destpek
  • Policy Brief
  • Nivîsandina çîrokeke ku dawiya wê nayê: Pêşniyazên polîtîkayê ji bo penahendeyên Sûriyeyî û civaka herêmî

Nivîsandina çîrokeke ku dawiya wê nayê: Pêşniyazên polîtîkayê ji bo penahendeyên Sûriyeyî û civaka herêmî

Yasin Duman

Kurte

Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, hejmara penahendeyên[1] Sûriyeyî yên ku di Nîsana 2011an de hatin Tirkiyeyê û bi Rêziknameya Parastina Demborî ya girêdayî Qanûna Parastinê ya Biyaniyan a Navneteweyî ya 2013ê hat qebûlkirin, bi statûya “parastina demborî” hatin qeydkirin, di Nîsana 2022yan de ji 3,7 milyonan zêdetir bûye (Mülteciler Derneği, 2022). Di destpêkê de li dijî penahendeyên ku ji Sûriyeyê hatibûn, helwest û nêzikatiyeke erênî hebû, lê piştî zêdebûna wan penahendeyan, ev helwest guherî. Ji ber ku hikûmet û rêveberiyên herêmî, amadekariyek baş ji bo vê tevgera mirovî nekiribû, li bajar û herêman alozî û berberî her ku çû zêdetir bû. Ji ber encamên operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê, hem li Tirkiyeyê hem jî di raya giştî ya navneteweyî de hebûn û tevgera mirovî ya penahendeyên Sûriyeyî wek arîşeyeke civakî, aborî û ewlehî hat fehmkirin û ew helwest û nêzikatiya erênî ya destpêkê jî peyderpey guherî û îro bi awayekî aşkera û bihêz “dijberiyeke Sûriyeyiyan” bi xwe re anî.

Hikûmeta AKPê, rewşa penahendeyan û tevgera mirovî ya ji Sûriyeyê, geh li hindur geh jî li derve ji bo pêkanîna armanca xwe ya siyasî û ji bo operasyonên xwe yên leşkerî yên berfireh ên di salên 2016, 2018 û 2019an de li dijî HSDê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewa bike îstismar kir. Rayedarên hikûmetê, bi rewşa milyonan penahendeyan dewletên Ewropî tehdîd kir û li dijî binpêkariyên xwe yên li Tirkiyeyê û mudaxeleyên xwe yên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng kir. Armanca sereke ew bû ku, bila tu dewlet li dijî operasyonên leşkerî dengê xwe neke. Li gorî rayedarên hikûmetê armanca operasyonên leşkerî ew bû ku li Sûriyeyê herêmên ewle ava bike û 2 milyon penahendeyên Sûriyeyî li wan herêman bi cih bike. Li dijî beyanên rayedarên hikûmetê, li Tirkiyeyê hejmara penahendeyên Sûriyeyî yên qeydkirî di sala 2016an de ji 2,5 milyonan derbas bû û di sala 2022yan de gihişte 3,7 milyonan, lê di Sibata 2022yan de hejmara kesên ku vegeriyan Sûriyeyê tevahî 484 hezar kes bûn (Mülteciler Derneği, 2022).

Îro penahendeyên Sûriyeyî tûşî cudakarî, vederkirin û zextên hin aliyên siyasî û derdorên civakî tên. Di vê raporê de em dixwazin ku bingehên van cudakariyan û mekanîzmaya dijminahiya li hemberî penahendeyan fehm bikin û li dijî vê mekanîzmaya ku jiyan û aştiya penahendeyan tehdîd dike, polîtîkayeke nû bidin gengeşekirin. Ji bo wê jî di vê raporê de me polîtîka, helwest û nêzikatiya partiyên siyasî yên di Meclisa Tirkiyeyê de koma wan hene nirxand, giriftiyên wan şopand. Li dor vê yekê me hem li gorî faktora rewşa penahendeyan hem jî ya welatiyan ji bo hikûmet, rêveberiyên herêmî, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, hin pêşniyazên polîtîk pêşkêş kir. 

Argumentên bingehîn

  • Pênaseyên ku ji bo penahendeyan tên bikaranîn, (bo nimûne, ‘mêvan’, ‘ensar’) û statûya parastinê ya demborî, reftar û polîtîkayên hikûmetê rewa dike û di nav civakê de nayê qebûlkirin.
  • Peymana Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê armanc dike ku penahendeyan di nav sînorên Tirkiyeyê de bihêle. Di ser vê peymanê re şeş sal derbas bûn lê ev peyman li şûna ku rê li ber koçkirina penahendeyan veke, astengî û bariyerên ewlehiyê derdixe meydanê û helwest û nêzikatiyeke ku xwe dispêre polîtîkayên sînor û penaberiyê bi xwe re tîne, şert û mercên mirovî piştguh dike û hiqûqa navneteweyî binpê dike.
  • Hikûmet penahendeyan hem di siyaseta navxweyî hem jî di siyaseta navneteweyî de ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hikûmet penahendeyan li dijî zext û fişarên li ser muxalefetê û bi taybetî jî operasyonên leşkerî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne û armanc dike ku bi vî awayî wan li dijî welatên Ewropayê wek faktoreke tehdîdê bi kar bîne û rê li ber bertek û mueyîdeyên navneteweyî bigire,
  • Hilbijêrin hemû partiyên ku koma wan li Meclisê heye (AKP, CHP, HDP, MHP û İYİ Parti) di mijara dijberiya penahendeyan de li hev dikin. Di vê mijarê de gotinên siyasî, kampanyayên medyayî û polarîzasyon û berberiya li Tirkiyeyê roleke bibandor û karîger dilîze.  
  • Di mijara dijminahî, nêzikatî û helwesta dermirovî û çalakiyên tundûtûjiyê yên li hemberî penahendeyan de bandora gotin û polîtîkayên şaredar û siyasetmedaran roleke giring û sereke dilîze. Ev yek hem şert û mercên jiyanî yên penahendeyan hem jî aştiya civakî tehdîd dike.
  • Polîtîkayên entegrasyonê yên hikûmetê û bingeha wê ya teorîk, herçend ji aliyê rayedarên hikûmetê ve beyanên berovajî wê bên kirin jî, di pratîkê de li ser esasên asîmîlasyonê tê cîbicîkirin. Di vê mijarê de çarçoveya ku wek ‘mazûvan-mêvan’, ‘mihacir-ensar’ hatiye danîn, xwe dispêre motîvasyonên dînî û loma jî di demeke dirêj de ev hevseng nikare bê berdewamkirin.
  • Herçend civaka herêmî piştgiriya bidestxistina hin mafên penahendeyan bike jî, di esasê de dixwaze ku demildest, di nav şert û mercên şer û pevçûnê de be jî, ew li Sûriyeyê an li welatekî din bên bicihkirin û ‘piştgiriya bişert a entegrasyona bo demekê’ dike. 

Me rapora xwe li gorî argumentên li jor diyar kir û em li gorî 6 xalên li jêr jî pêşniyazên xwe yên polîtîkayê dikin: nêzikatiya mafparêz, tenzîmkirinên yasayî, gotinên siyaset û medyayê, peywendiyên civakî û beşdariya jiyana civakî û aborî, guhertina polîkaya Sûriyeyê. Di raporê de ji bo xeletiyên ku heta niha hatine kirin bên telafîkirin û ji îro pê ve ew pêvajo bi awayekî karîger û baş bê birêvebirin em pêşniyazên berfireh ên polîtîkayê pêşkêş dikin.

Nêzikatiya mafparêz

  • Divê hebûna penahendeyan li Tirkiyeyê, ne li gorî nêzikatiyeke îdeolojîk û dînî lê li ser esasên nêzikatiya mafparêz û li gorî pêdiviyên wan bê nirxandin. Ji bo wê jî divê esas û çarçoveya nêzikatiya mafparêz wek pîvan bê girtin: normên gerdûnî, pîvana yeksanî û necudakarî (qedexekirin û astengkirina cudakariyan bi riya yasayan û cudakariya pozîtîf ) û nedabeşkirî (mafên mirovan ji hev cuda nabin û bi helwesteke yekpare de bên parastin), beşdarbûn, (divê kesên ku tûşî cudakariyan tên daxilî proseyên biryargirtinê bên kirin), mekanîzmaya hesabpirsînê (karîgerkirina mekanîzmaya kontrol, çavdêriyê di bidestxistina mafên yasayî de), pîvana parastina rûmeta mirovî (ev ne qenciyek e, lê berpirsyariyeke hiqûqî ye) û pîvana bihêzkirinê (her kes mafên xwe dizane û mafên xwe daxwaz dike û mafê her kesî heye ku wan mafan bi kar bîne).
  • Divê di rêveberiyên navendî û herêmî de polîtîkayên penahendeyan li ser esasên nêzikatiya mafparêz bên avakirin, divê xebatkarên saziyên gelemperî li gorî nêzikatiya mafparêz bên perwerdekirin û ji bo wê jî xebatên atolyeyan bên kirin. Divê polîtîkayên li qadên wan tên meşandin, li ser esasên hesabpirsînê bî awayekî nîzamî bên şopandin. Di vê pêvajoyê de jî divê kapasîteyên wan ên rêzgirtina mafên mirovan, parastina mafên mirovan, teşwîqkirina parastina mafên mirovan û berpirsyariyên wan bên bihêzkirin.
  • Divê nêzikatiya mafparêz ji dibistana seretayî heta zanîngehê, daxilî her asta perwerdehiyê bê kirin û li gorî komên temenan û taybetmendiyên akademîk, çarçoveya mafên mirovan û helwesta li dijî cudahiyan li ser esasên nêzikatiya mafparêz ji xwendekaran re bê gotin.

Tenzîmkirinên yasayî

  • Divê hikûmet mehdûdkirina cografîk a di Peymana Cinêvê ya 1951an de hatiye diyarkirin, bi piştgiriyê muxalefetê rake û ‘statûya penaberiyê’ bide hemû penahendeyên li Tirkiyeyê. Hemû mafên ku li gorî hiqûqa navneteweyî ji bo penaberan hatine terxankirin, ji bo penahendeyên li Tirkiyeyê jî bên dayîn. Ev yek dê rê li ber polîtîkayên keyfî û pratîkên derqanûnî yên li ser pênaseya ‘mêvan’ rake. Di heman demê de ev yek dê koça bi darê zorê û encamên wê yên dîlemaya ‘mêvan-mazûvan’ ku li ser bingeheke hîsî hatiye avakirin û li dijî rastiya civakî ye jî ji holê rake.
  • Divê di nimûneya penahendeyên Sûriyeyî de rejîma parastina demborî bê bidawîkirin û rê li ber bidestxistina statûya parastinê ya navneteweyî ya penaberiyê ji bo wan veke. Ligel vê, divê di mewzûatê de guhertin bên kirin û wek li Yekîtiya Ewropayê, sînoreke maweyê ji bo statûya parastinê ya demborî bîne û rejîma parastinê ya navneteweyî wek pîvaneke sereke diyar bike.
  • Ji bo bidawîkirina binpêkariyan û mişextvaniya koçberan, ji bo ku penaber û penahende bi awayekî ewle seyahat bikin, ji bo ku di navbera sînorên behrê û bejayî yên Sûriye û Yewnanistanê de bi awayekî ewle çûnûhatin bên kirin, divê tenzîmkirina yasayî bên kirin.
  • Divê rêgezên Yekîtiya Ewropayê û peymanên hiqûqa navneteweyî wek pîvan bê girtin û bi nêzikatiyeke mafparêz penahende û penaber bixwazin biçin ku derê, bikaribin bi awayekî ewle biçin û ji bo vê yekê jî plansaziyên adil, pêkan bên kirin û kontrolên wan bên kirin. 
  • Divê li gorî vê plansaziyê hin xal bên zêdekirin ku êdî vegerandina bi zorê bê bidawîkirin, kapasîteya (hejmara penahendeyên ku cardin tên bicihkirin) welatên ku penaber/penahende diçinê bên zêdekirin. Ji ber ku Tirkiye li cîhanê herî zêde mazûvaniya penahendeyan dike, loma jî ev yek dê barê Tirkiyeyê sivik bike û dê rê li ber wê yekê veke û piştgiriyê bide ku penahende û penaberên ku dixwazin li Tirkiyeyê bimînin an biçin li welatekî din bijîn.
  • Divê ji bo serlêdana hemwelatiyê û bidestxistina wê mafên gelemperî ji bo hemû penahende û penaberan bê naskirin û ji bo wê tenzîmkirinên yasayî bên kirin. ji bo ku her kes bikaribe xwe bigihîne mafên ku hatine naskirin û tenzîmkirinên yasayî, divê ev maf û tenzîmkirinên yasayî bi zimanên curbicur bê parvekirin. Bi vî awayî dê rê li ber neyeksaniyên ji ber statûya penahende û penaberan derdikeve meydanê bê girtin û her kes dê bikaribe xwedî heman mafan û berpirsyariyan bibe. Penahendeyên Sûriyeyî jî di nav de kesên ku naxwazin ji mafê hemwelatiyê sûdê wergirin jî dikarin li Tirkiyeyê di statûya penahende û penaberan de bimînin an bikarin biçin welatekî din.

Gotinên siyaset û medyayê

  • Divê rêvebir û nûnerên partiyên siyasî, di amadekariyên hilbijartinê û çalakiyên bangeşeyê de ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û komî, penahendeyan wek tehdîd nebînîn û zimanekî neyînî bi kar neînin. 
  • Divê rêvebir û nûnerên partiyên siyasî di çalakiyên xwe yên bangeşeyê de li dijî penahendeyan nêzikatiyeke dijminahî, berberî û tawanbariyê nekin û li gorî nêzikatiya mafparêz polîtîkayên çareseriyê bi pêş bixin.
  • Divê partiyên siyasî hemû xebatkarên xwe li gorî esasên nêzikatiya mafparêz perwerde bikin û perwerdehiyên “siyaseta mafparêz û rêveberîyê” bikin nav bernameyên partiyên xwe û hemû xebatkarên xwe daxilî vê proseya perwerdehiyê bikin.
  • Divê bernameyên ku di platformên çapemeniya herêmî û neteweyî (TV, rojname û medyaya civakî) de tên kirin û nivîsên ku tên nivîsîn û naverokên ku tên parvekirin li ser esasên nêzikatiya mafparêz bên kirin û ji bo wê xebat bên kirin. Kes û komên ku di van qadan de dixebitin, divê piştgiriya weşanên li ser esasên nêzikatiya mafparêz bikin û ji bo wê jî xebatên atolyeyan bên kirin û reftar û pratîkên bi vî rengî bi xelatên bi prestîj bên destekkirin.
  • Divê nûnerên partiyên siyasî yên ku li ser platformên medyayê penahendeyan wek hedef nîşan didin, cudakarî û dijminahiya wan dikin bên tesbîtkirin û rê li ber reftar û muameleyên wan bên girtin.

Peywendiyên civakî

  • Bi piştgiriya dezgehên akademîk û saziyên civaka sivîl ên herêmî, neteweyî û navneteweyî, li gorî şert û mercên Tirkiyeyê, stratejiya ‘guncaniyê’ (an jî entegrasyonê yan jî adaptasyonê) ya demdirêj bê diyarkirin. 
  • Divê qest û mexseda ‘guncaniyê’ (an jî entegrasyonê yan jî adaptasyonê) ya vê stratejiyê bi awayekî zelal bê pênasekirin, berpirsyariyên hemû aliyan bi awayekî aşkera bê tesbîtkirin û ji bo vê yekê tenzîmkirinên yasayî bên kirin.
  • Di vê pêvajoya ‘guncaniyê’ (an jî entegrasyonê yan jî adaptasyonê) de hem penahende û penaber û hem jî welatiyên Tirkiyeyê xwe bi awayekî rehet îfade bikin. Her wisa divê di qadên wek civakî, çandî û aborî de derfet bên avakirin ku herdu alî jî di her platformê de hevdu nas bikin û di demên pêwîst de alîkarî û piştgiriya hevdu bikin.
  • Ji bo plansazkirin, avakirin û berdewamkirina van qadan, divê tenzîmkirinên yasayî bên kirin. Divê rêveberiyên herêmî, di vê mijarê de bi biryarên meclisên xwe piştgiriya vê pêvajoyê bikin. 

Beşdariya jiyana civakî, aborî û çandî

  • Ji bo ku penahende, penaber û hemwelatî, bi awayekî ewle beşdarî jiyana civakî û aborî bibin, divê polîtîkayên ku pêdivî û cudahiyên wan piştguh nakin bên amadekirin. Divê navendên çandan a herêmî (tax) bên avakirin û di wir de bernameyên civakî û çandî bên amadekirin ji bo ku têkiliyên wan ên navxweyî û yên bi komên din bi pêş bikevin. Divê astengî bên rakirin ku  her kes bikaribe ji bernameyên wan navendên çandan sûd werbigire.
  • Divê bi mekanîzma û biryarên îdarî yên li ser esasên yeksanî, berfirehî, adil û pêdavistiyan hatine avakirin, kom ji bo çalakiyên resen ên civakî û çandî û hevpar bên teşwîqkirin.
  • Tirkiye di nav krîzeke aborî de ye û ev krîz di nav penahende, penaber û welatiyan de dibe sedema fikar û berberiyê û dibe sedemên êrişan. Ji bo wê jî divê li gorî vê rewşê polîtîkayên îstihdamê yên mafparêz, bi ewle, domdar û berfireh bên pêkanîn.
  • Ji bo pêkanîna vê divê ji rêxistin û sazî û dezgehên navneteweyî piştgirî bê xwestin û bi hevahengiya rêveberiyên herêmî û sazî û dezgehên civaka sivîl ên herêmî, neteweyî û navneteweyî, bi rêya ofîsên îstihdamê projeyên îstihdamê bên destpêkirin.
  • Divê kooperatîf bên avakirin û ew kooperatîf yeksanîparêz û adil bin û her kes bikaribe beşdariyê bike, endamên wê lê xwedî derkevin û bi awayekî demokratîk û serbixwe bê birêvebirin, li ser feydeyê civak û siruştê bixebite, bikaribe bê kontrolkrin û hesabê bide.
  • Divê ji bo penahendeyên ku keda wan a hatiye erzankirin û di şert û mercên neewle de dixebitin, tedbîr bên girtin. Bi yasayên tenzîmkirî, şert û mercên dijwar ên penahendeyên ku bêewle tên xebitandin, keda wan tê xwarin, mûçeyên wan nayên dayîn an dereng tên dayîn, dikarin ji holê bên rakirin.

Guhertina polîtîkaya Sûriyeyê

  • Ji bo çareserkirina pirsgirêka penahende û penaberan, hesabê têkçûna rejîma Esad û polîtîkayên sunî û îslamî û mudaxeleyên leşkerî, heta niha çareseriyek neanî. Divê ev polîtîka û nêzikatî bê guherandin, pîvanên hiqûqî yên navneteweyî û çareseriyê bên esasgirtin, ji bo kesên ku dixwazin vegerin Sûriyeyê şert û mercên bi ewle yên vegerê bên avakirin.
  • Ji bo pêkanîna vê yekê divê bi hikûmeta Sûriyeyê û hêzên herêmî re li ser temamî sînorê Sûriyeyê şert û mercên ewlehiyê û vegera bi ewle bê amadekirin û hevdîtinên dîplomatîk ên aşkera ji raya giştî re bê kirin.
  • Di çavdêriya hêzên navneteweyî de û bi piştgiriya wan a aborî û dîplomatîk, divê hêvî û bendewarî û pêdiviyên hem kesên ku dixwazin vegerin û hem jî kesên ku niha li wir dijîn, mekanîzmayên ji bo aştiya civakî û lihevkirinê ni awayekî periyodîk ji nû ve bên avakirin û projeyên bicihbûnê bên destpêkirin. Ji bo vê yekê jî divê guherînên demografîk ên bi zorê neyê kirin ku paşê di navbera koman de pevçûn dernekevin. Divê di parvekirina çavkaniyan de binpêkarî û neheqî neyên kirin û gavên ku rê li ber guhertin an destdanîna ser mal û milkan vedike neyên avêtin. 
  • Divê penahendeyên Sûriyeyî di siyaseta navxweyî, herêm û navneteweyî de wek alaveke berjewendî û fişarê neyên dîtin. Divê polîtîkayên îrredentîst ên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî armanc dike neyên meşandin, mudaxeleyên leşkerî yên ku dibin sedema kuştin, koçberkirin, binpêkariyên mafên mirovan û xisara aborî neyên pêkanîn.

[1] Wek di raporê de bi awayekî berfireh tê nirxandin, ji bo kesên ku ji Sûriyeyê ji ber şer hatine Tirkiyeyê sê pênase tên bikaranîn: “mêvan”, penahende û penaber. Ev her sê pênase jî statûya hiqûqî ya Sûriyeyê hatine terîf nake. Sedemên vê yekê di raporê de bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin, lê di vê briefê de me ji bo rewşa kesên ji Sûriyeyê hatine û statûyeke wan a hiqûqî nîn e û têgeha penahende bi kar anî. Ji bo kesên ku statûya wan hene penaber, ji bo yên ku statûyeke wan a hiqûqî tune jî penahende hatiye bikaranîn.