DERBARÊ ME DE
Geşedanên li her aliyê cîhanê û encam û rengvedanên wan, avakirin û lêgerîna stratejî û polîtîkayên nû jî bi xwe re tîne û xebatan li ser me ferz dike. Her ji ber wê, îro li dor wan geşedanan û di vê tekamula berdewam de, teoriyên li ser pergalê û manend û modelên civakî û siyasî jî tên gengeşekirin. Li ser esasên vê rastiyê, îro têgehiştina dînamîkên curbicur ên li cîhanê û eger û sedemên wan, motîvasyoneke mezin û pêdiviyeke giring e ji bo me.
Ji bo wê;
SPECTRUM HOUSE dezgeheke ramanî ye û di babetên wek demokrasî, yeksanî, aramî û aştiya civakî, aborî, xweşguzarî û polîtîkayên bajarsazî û ekolojiyê de bi akademîsyen û lêkolerên serbixwe re xebat û lêkolînan dike û pêşniyaz, analîz û raporan amade dike. SPECTRUM HOUSE, hewl dide û armanc dike ku li ser esas û normên gerdûnî, bi xebat û lêkolînên xwe, bi perspektîf û pêşniyazên xwe, alîkarî û kartêkê bike ji bo sazkirina polîtîkayên civakparêz û rasteqîniya civakî û bipêşxistina yeksaniyê.
XEBATÊN ME
- Em li ser mijarên polîtîka, aborî, civakî û ji bo pêkanîn û cîbicîkirina wan polîtîkayan xebat û lêkolînan dikin,
- Em şîrove û analîzên projeyan amade dikin û piştgiriya lêkolînan dikin,
- Em ji bo kaseyet û şexsên hukmî, ji bo sazgeh û dezgehên fermî, analîzên rîskê amade dikin, rawêjkariyê dikin û raportan amade dikin,
- Em ji bo sazgeh û dezgehên siyasî, aborî û civakî, bulten, pêşniyaz, rapor û rawêjkariyê dikin.